[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Çandar: Heta dewleteka neteweyî ya kurdî ava nebe pirsa kurdî dê her hebe
» Cengiz Çandar
ABANT, 6/7 2008 — Rojnamevanê tirk Cengiz Çandarî duhî di Platforma Abantê de behsa tesbîtên ji tirkan re pir radîkal kir û got li Tirkiyeya îro yan divêt dewleteka kurdî ya serbixwe ava bibe yan jî kurd û tirk ji nû ve li ser vê dewleta heyî li hev bikin û mitabeqetnameyeka nû îmza bikin û wê jî wekî qanûneka nû ya esasî amade bikin. Cengiz Çandarî got divêt zimanê kurdî ne tenê li bakurê Kurdistanê lê belê li hemî Tirkiyeyê bibe zimanê resmî.

Kurd jî daxil ti beşdarên Platforma Abantê bi qasî Cengiz Çandarî bi awayekê aşkera behsa cewhera doza miletê kurd nekir û negot ko kurd daxwaza dewleteka serbixwe dikin. Nefel îro teksta hemî axaftina Cengiz Çandarî bi kurdî li jêrê belav dike.

***

Ez dê behsa diyalogeka balkêş ko min 1991-ê ji rehmetî Turgut Ozalî re behsê kiribû bikim. Di salên 90-ê de li Tetwanê di rê de yekî ez rawestandim. Mirovekê ko wergirtina wî spehî bû û li dor 50-saliyê bû. Wî milê min girt û çiya nîşanî min dan û got: “Ez dê tiştekî ji te re bibêjim. Heger mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nedin me ez li vî temen û rewşa xwe ya aborî nanêrim û dê derkevim serê van çiyayan.” Wî bi destê xwe çiyayên asê yên aliyê Hîzanê nîşan da. Min li wan çiyayan nêrî û wî dewam kir û got: “Heger mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yanî kurdî bête dan bo me mimkin e ko ez zarokên xwe rênekim dibistaneka kurdî. Heger îmkana min hebe ez dê zarokên xwe rênekim dibistanên tirkî jî û dê rêkim dibistaneka ingilîzî.” Min gotê berî bêhnekê tu derdiketî serê van çiyayan û niho jî tu dibêjî ko tu zarokên xwe rênakî dibistaneka kurdî, ev çi mesele ye? Wî got: “Ew [dibistana kurdî] mafê min e. Ji bo bidestxistina mafên xwe ez dikarim mirinê jî bidim ber çavê xwe lê belê bikaranîna mafên min jî aîdê min e. Min çawa bivêt ez dê wî heqê xwe wisa bi kar bînim û min nevêt ez bi kar jî naînim.”

Min ev mesele ji Turgut Ozalî re got. Ew bi vê meseleyê ve mijûl bû û di sala 1991-ê de wî behsa weşana kurdî (we weşana kurdçî) di seteka diyar de di kanaleka TRT-ê de kir. Wê demê min û Turgut Ozalî danûstandina fikrî di heqê vê meseleyê de kir. Sala 1992-yê Turgut Ozalî wekî fikir behsa vê meseleyê kir û hingê li Tirkiyeyê qiyamet rabû.

Di ser vê re zêdetirî 10 salan derbas bû û vê carê bi zora Yekîtiya Ewropayê behsa weşana bi kirmancî, zazakî, boşnakî, gurcî, lazî û gelek zimanan hat kirin. Diyar bû ko ew jî ne bes e vê carê di van nêzîkan de rêzdar serokwezîr rabû wekî ko mizgîniyekê bide got TRT dê dest bi weşana farisî, erebî û kurdî bike. Yanî her bi çi awayî be dest bi weşana kurdî nake, em wê fêm dikin. Armanca vê meseleyê hemiyê ew bû ko dewlet nîşan bide ko ew bi awayekê sembolîk be jî rêzê ji nasnameya kurdî ya di nêv xwe de re diyar bike.

Ji salên 90-ê heta prosesa ko em îro gihayînê – wezîfedarê vê meseleyê rêzdar Sinan Ilhan jî li vê derê ye – ez dibêjim TRT weşana bi kurdî bike jî dibe û neke jî dibe. Teknolojî wisa pêşve çû û rewşa global ya dinyayê gehişt rewşeka wisa ko li Gewaşê li serê girekî li ser banê xaniyê mezrayekî tu parabolekê (sêl) dibînî. Li wê malê bi komandaya dûrragirê li Roj TV temaşa dikin, li Kurd-Satê temaşa dikin, li Kurdistan TV temaşa dikin û li Mezopotamya TV temaşa dikin. Yanî hon vê bikin jî dibe û nekin jî dibe, jixwe heger di kirina vê weşanê de jî hon behsa erebî û farisî bikin wateya wê ew e ko di eslê xwe de we hebûna kurdan wekî nasname hêj hezim nekiriye.

Wexta ko wisa be em dê du rojan bi vegotinên çîrokên Rojbîn Tuganê ve mijûl bibin. Rojbîn Tugan bi zimanekê guhortî ji cihê bûyerê behsa psîkolojiya mirovên wêderê dike.

Em niho bên ser niqteya herî giring ya vê meseleyê. Mirov dikare wekî pênasekirina fîlman behsa hezar pênaseyên “pirsa kurdî” bikin. Lê belê taybetmendiya herî giring ya ko behsa pênaseya îro ya vê meseleyê bike meseleya hebûna dewletekê ye. Dewleta kurdan nîne, çênebû. Ji dema ebasiyan, merwaniyan û osmaniyan ve em li vê herêmê bi hev re dijîn. Ji sedsala 19-ê ve forma dewleta neteweyî ya li ser esasê hikimdariya neteweperestiyê heye û em di demeke wisa de dijîn. Dema ko em li Rojhilata-nêvê dinêrin di vê demê de herkes bû xudana dewleteka neteweyî. Dewleta neteweyî ya tirkan heye: Komara Tirkiyeyê. Îran cografyayeka ko kurd lê dijîn e û li wêderê dewleteka neteweyî ya farisan heye. Cihû paşê hatin û dewleta xwe ya neteweyî Îsraîl ava kirin. Ereban bêhejmar yan jî bi qasî ko jimarbar bin dewlet hene.

Li vê herêmê xelkê eslî yê vê herêmê yanî li cografyaya ko bi dehmilyonan kurd lê dijîn dewleta kurdan nîne. Vêca heta ko kurd nebin xudandewlet li cografyaya Rojhilata-nêvê “pirsa kurdî” dê di destê dewletên vê herêmê de berdewam bike. Heger mirov bibêje çênabe ko kurdan dewleteka neteweyî hebe hingê tenê çareyeka vê meseleyê dimîne: Divêt kurd li van dewletên ko lê dijîn cihekî ji xwe re bibînin. Divêt kurd bikarin wisa bihesibînin ko ev dewlet yên wan in jî û pêwistiya wê bi dewleteka cida nîne. Li Iraqê ev bû. Li Iraqa federal ya nû li bakurê Iraqê kurdan “hikûmeta herêma Kurdistanê” ya ko otonomiya wê pir berfireh e heye. Li bakurê Iraqê îro nasnameya neteweyî ya kurdî têt temsîl kirin û ev hemî kurdan eleqedar dike.

Pir normal e ko kurdên li Tirkiyeyê jî li kurdên Iraqê binêrin û bibêjin “çima kurdên wêderê ew maf hene û çima me kurdên vêderê ew maf nebin”. Hingê mesele digihî qunaxa veguhortina dewleta tirkan da kurdên li Tirkiyeyê xwe wekî hemwelatiyên azad û bextewar yên Tirkiyeyê his bikin û em jî mecbûr nebin ko du rojan li vêderê behsa tiştên ko bûne nekin.

Di dawiya meseleyê de em tên û li problemeka qanûna esasî asê dibin. Heger kurd li cografyaya Tirkiyeyê dewleteka cida ya serbixwe ava nekin û ew meseleyên ko Rojbîn Tugan behsê dike jî li vêderê [li Tirkiyeyê] biqewimin û em bi hev re li aştî û paşerojê bigerin hingê divêt em di nêv van tixûbên heyî de li ser projeya veguhortina dewletê baxivin. Ew jî li Tirkiyeyê bi lihevkirineka nû ya kurdan û tirkan û îmzakirina mitabeqeteka nû çêdibe. Yanî divêt kontrakteka nû bêt îmza kirin û navê vê yê hiqûqî jî qanûneka nû ya esasî ye.

Bi vê ve girêdayî divêt hikmên destpêkê yên qanûna esasî, pênasekirina wetendaşiyê û desthilata îdareyên mehelî ji nû ve bi awayekê ko kurd qebûl bikin û bikarin dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dewleta xwe qebûl bikin divêt ev dewlet bi awayekê pir cidî bêt guhortin.

Û di vê çarçeweyê de wekî ko Umit Firatî gotî divêt qanûna reqem 1587 bêt betal kirin û navên hemî cihan li halê xwe yê berê bêt vegerandin û nasnameya neteweyî ya kolektîv û hafizeya dîrokî bêt parastin.

Ez dikarim hêj zêdetir jî behsa daxwazên kurdan bikim. Bo nimûne li gor qanûna esasî ya Iraqê li deverên ko tirkmen jî bi awayekê giştî (ne piranî bin jî) lê dijîn, li rex erebî û kurdî tirkmenî jî zimanê resmî ye. Di formûlasyona wê madeyê de kedeka biçûk ya bendeyê we min jî heye. Em heman madeyê li vêderê [Tirkiyeyê] tetbîq bikin. Têt gotin ko ziman mijara me ya herî giring e. Dibe ko ji bo hinekên we pir radîkal be lê belê li Tirkiyeyê li deverên ko kurd bi awayekê giştî (intensiv) lê dijîn divêt kurdî li rex tirkî wekî zimanê resmî bêt qebûl kirin û hemî lewheyên îşaretên trafîkê yên rêyan hem bi tirkî hem bi kurdî bên nivîsandin [mebesta Cengiz Çandarî ji vê Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene û cihên wekî wan e]. Ma em nikarin tişteka wiha pêşniyar bikin û bibêjin bila ev bibe hikmekê hiqûqî.

Ya ko herî dawiyê ez bibêjim. Ev tiştên ko ez behsê dikim meseleyên pir cidî û radîkal in. Mixabin ez dibînim ko partiya li ser desthilatê bi van meseleyan ve mijûl nabe. Ew partî (AKP) dibêje 75 parlamenterên wê yên kurd hene lê belê heta niho ji bilî Abdurrahman Kurtî min ti parlamenterên dî yên kurd nedîtin. Ew 74 parlamenterên dî yên kurd li kû ne? Mesele ne ew e ka koka kê çi ye. Gelo ew parlamenterên kurd ji bo pirsa kurdî çi faydeyê didin AKP-ê û bi vê ve girêdayî projeya hikûmetê çi ye. Em vê nizanin û ji bilî wê jî em nizanin ka projeya dorûberên kurd jî çi ye. Yanî ji bo îmzakirina wê mitabeqetnameya mişterek ya ko em behsê dikin kurd çi dixwazin. Em hertim behsa ka tirkan çi kir û çi operasyon kirin dikin. Bêguman ev giring in û meseleyên insanî û wijdanî ne lê belê daxwazên kurdan çi ne, em dê mitabeqetnameya mişterek çawa îmza bikin.

Ev xususiyetên ko ez behsê dikim divêt sibe bi awayekî bikevin daxuyaniya encamên vê civînê û wekî pêşniyar bikevin ber destê hikûmetê, serokerkaniyê û meqamên dî yên ko îhtimal heye mirov bidiyê.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2008-07-06
Xwendin: 33051
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org