[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Barzanî: Barê Dihokê giran e – karê me yê pêşiyê vegerandina xwendekaran e
» Nêçîrvan Barzanî li Dihokê
 
DIHOK, 23/9 2014 — Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî li Dihokê di preskonferensekê de behsa serdana xwe ya durojî bo bajarê Dihokê û encamên civînên digel walî û berpirsên îdarî yên wîlayetê kir û got barê Dihokê gelek giran e.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî digel cihgirê xwe û hinek wezîrên hikûmeta Kurdistanê serdana Dihokê kir da ew haydarî rewşa zêdetirî 800 hezar penaberên li Dihokê bibin û arîkariya wîlayeta Dihokê û penaberan bikin.

Di preskonferansekê de Nêçîrvan Barzanî behsa serdana xwe ya Dihokê kir û bersiva pirsên medyayê da. Kurtasiya axaftina Nêçîrvan Barzanî û bersivên wî bo medyayê li xwarê ye.

***

Ev çend roj in em li Dihokê ne, ev çend roj in ko digel birêz cîgirê serokê civata wezîran û wezîrên hikûmetê em li vir bûn û me çend civîn digel walî û berprisên îdarî yên Dihokê encam dan û me xwest bizanîn rewşa wan xuşk û birayên me yên ji deverên din hatine Dihokê çewa ye? Destpêkê ez dixwazim spasiya hemû miletê kurd bikim ko li hemû deveran li hewara xelkê hejar û lêqewmiyan hatin, bi navê serokatiya civata wezîran, bi navê xwe û kak Qubad û hemû civata wezîran, bi taybetî spasiya xelkê wîlayeta Dihokê dikîn ko ya mimkin bû hevkarî û alîkarîya koçberan kir.

Di wan çend rojan de qebareya rasteqîne ya wê karesata li Şingal û deverên din yên wîlayeta Mûsilê qewmî diyar bû, bêguman, qebareyê wê karesatê gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. Di vê rewşê de em daxwazê ji Bexdayê dikin zêdetir xwedî li pirsa koçberan derkeve, bi taybetî em daxwaz dikin serokwezîrê Îraqê serdana wîlayeta Dihokê bike û ji nêzîk bibîne qebareya vê karesata mirovî çend mezin e? Em daxwaz ji cenabê doktor Fuad Mesûm serokomarê Îraqê û birêz serokê Parlamnetoya Îraqê dikin serdana Dihokê bikin û ji nêzîk ve haydarî rewşa li Kurdistanê û bi taybetî li wîlayeta Dihokê heye bibin.

Îdareya Dihokê û cenabê walî di warê gihandina xizmetan bi koçberan û lêqewmiyên nav wîlayeta Dihokê tu xemsarî nekiriye, em destxweşiyê li stafê kargeriya Dihokê dikin ko karîn alîkariya koçberan li Dihokê bikin, xelkê bajêr jî di vî warîde kêmasî nekir û ew yek jî cîyê şanazîyê ye.

Di van du rojan de em bi awayekî giştî li ser warê perwerdeyê, ewlehiyê, pirsa av û saxlemiyê rawestiyan û bi awayekî berfireh me lêkolîn li ser pirsgirêkan kir. Bêguman tiştê ji me bê em dê bo wîlayeta Dihokê bikin. Ya ko îro ji bo me giring pirsa xwendingehan e, îro nêzîkî 450-460 avahiyên xwendingehan koçber tê de dijîn, tiştê ji bo me giring çewaniya vegerandina xwendekaran e bo xwendigehan û destpêkirina xwendinê ye. Divê careke din spasiya xweragirî tehemûla xelkê birêz yê Dihokê yên heta nuha zarokên wan neçûne xwendegehêan bikin, lê divê bizanîn ko hikûmeta herêma Kurdistanê li ser vegerandina wan xwendekaran bo xwendingehên wan cidî ye. Em gelek spasiya xelkî dikin ko di rewşa Dihok û herêma Kurdistanê bi giştî têdigihin û wê rewşê li be çavan digirin.

Di vê serdana me ya bo Dihokê de, çend pirsên ekonomîk hebûn, birêz wezîrê darayî cîbicî kirin, hindek pirsên warê saxlemiyê hebûn, birêz wezîrê tendirustiyê cîbicî kirin, çend pirsên din yên weke perwerde, polîs û asayîşê hebûn, ji bilî pirsên avakirina kampan bo koçberan ko birêz wezîrê avadankirinê kar li ser wan dike. Em dê li ser bilezgînî avakiirna kampan berdewam bin daku koçber li wan kampan akincî bibin, xwendingeh vala bibin û xwendin dest pê bike.

Me di civînên xwe de digel rêvebirên perwerdeya Dihok û Şingalê behsa hebûna zêdetir ji 31 hezar xwendekarên devera Şingalê kir. Ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giring e ew xwendekar ji xwendinê bê par nebin û vegerin bo xwendingehan. Her kampeke ji bo koçberan tê avakirin xwendigehek jî dê di nav wan kampan de hebe. Em daxwazê ji mamosteyên Şingalê dikin vegerin bo nav kampan û dest bi ders danê bikin. Bi dîtima me vê pirsê pêwîstî bi wext heye û heta ew xwendekar hemû vegerin bo xwendingehan me pêwîstî bi du mehên din heye.

Em hêvî dikin herêma Kurdistanê û Bexda li ser pirsa budce û beşê herêma Kurdistanê ji budceya giştî bigihin lihevtêgihiştineke hevbeş. Heta niha danûstandinên fermî navbera Hewlêr û Bexdayê destpênekirine. Birêz doktor Roj Nûrî Şaweys bi tenê çûye Bexdayê û li wir digel birêz serokwezîr û wezîrê neftê civiyaye. Em hêvî dikin ev pirs çareser bibe.

Me beşdarî di hikûmeta Îraqê de kir me xwest şanseke din bi Bexdayê bidin bo çareserkirina ew pirsgirêkên navbera me de hene di çarçoveya destûra Îraqê de û em li ser wê siyasetê berdewam in û em hêvîdar in em bigehin çaresriyekê. Ev ji bo me ne meseleke şexsî ye, li gor destûrê herêma Kurdistanê, heta nuha, beşeke ji Îraqê û daxwazên herêma Kurdistanê ji birêz Ebadî serokwezîrê Îraqê li gor destûrê ne û pêwîste ew daxwazî bên cîbicî kirin. Weke herêma Kurdistanê, ya li ser me be, û da gazinde ji me neyên kirin, em amadene pêngavan pavêjin û şanseke bi birêz Ebadî bidin û em hêvîdarin em bigehin çareseriyekê.

Meseleya Kobanî bi tenê girêdayî wê deverê ve nîne, lê ew pirseke hemî gelê kurd e û mînakek din ya hovane ya terorîstên DAÎŞ-ê li dijî gelê kurd e. Hikûmeta herêma Kurdistanê wan êrîşên ser Kobanî şermezar dike. Pirsa alîkarîkirina wê deverê ji aliyê herêma Kurdistanê ve ne gelek hêsanî ye ko em hêzên xwe ji bo wê deverê bişînin û di warê erndnîgariyê jî de ne mimkin e. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hemû partiyên kurdistanî di vî warî de ya ji me pbêt em texsîr nakin.

Ya ko li Dihokê diqewime karesateke mezin e û eger ew rewş bê îhmal kirin karesat dê mezintir bibe. Hemû hewlên me digel Bexdayê ji bo çareserkirina vê pirsê ye û ev ji karên me yên pêşîne ye. Ya giring ew e ko Bexda têbigihe Dihok di rewşek gelek dijwar de ye û ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e, li her dereke cîhanê her karesateke bi vî awayî biqewime, hikûmeta merkezî ji çareserkirina wê meseleyê berpirsiyariya yekem dibe.

Ez careke din daxwazê ji Bexdayê dikim di vî warî de bi awayekî cidîtir kar bike, ji ber ko karesat gelek mezin e û em hêvîdarim Bexda li vê pirsê xwedî derkeve û di astek bilind de serdana vê wîlayetê bike. Birêz serokomar, serokwezîr û serokê Parlamentoya Îraqê ji nêzîk haydarî vê rewşê bibin, çunkî herêma Kurdistanê li gor destûrê beşeke ji Îraqê ye.

Dahatiniyê wê nefta herêma Kurdistanê ya bo derve hatiye hinartin ji Tirkiyeyê neçûye Bexdayê û ew pereyê li ber destê me ye, têra xerciyên herêma Kurdistanê nake û heta nuha herêma Kurdistanê li ser wê yekê biîsrar e ko 17 % dahatiniyê neftê bo herêma Kurdistanê ye û 83 % bo Bexdayê ye. Em ne li dijî vê projeyê ne, lê me 17 % bi rastî divê, ji ber ko heta nuha me bi timamî 17 % ji Bexdayê wernegirtiye.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi azadkirina karmendên Tirkiyeyê ko piştî demek dirêj bo nav mal û kasûkarên xwe vegeriyan, kêfxweş e û herêma Kurdistanê di prosesa azadkirina wan de ti rol nebû. Me qet bawerî bi wê yekê nîne ko Tirkiyeyê li dijî herêma Kurdistanê hevkariya DAÎŞ-ê kiribe, ew ne rast e, Tirkiye ji bo me cîranek giring e û di hindek wextan de di rojên dijwar de, yek ji wan welatan bû yên hevkariya herêma Kurdistanê kirî û em hêvîdar in ew têkilîyên me zêdetir pêşbikevin.

Di destpêka şerê li dijî DAÎŞê de pêşmerge di rewşa bergiriyê de bû, piştî gefên DAÎŞ-ê bo ser herêma Kurdistanê ew şer bi ser herêma Kurdistanê de hat ferz kirin. Îro meseleya DAÎŞ-ê peywendî bi herêma Kurdistanê tenê ve nîne, lê ew bûye pirseke navdewletî û îro me pêwîstî bi hevpeymaniyeke cidî bo şerê dijî DAÎŞ-ê heye, ne bi tenê bi çekan, lê bi hemû awayan. Belê, şerê çekdarî beşek e ji wê stratejiyê ye û îro însiyatîva şer di destê wan de nemaye. Rast e ko destpêkê pêşmergeyan hindek giriftarî hebûn, lê niha pêşmerge carek din wan deveran hemiyan kontrol dikin, ji Celewla heta digehe Zumar û Rebîye, însiyatîv di destê pêşmergeyan de ye.

Di destpêka karesatê de hikûmeta Îraqê hindek hevkarî hinart, lê karesat gelek mezin e. Ew nivîsa bo berdestkirina diravî bo avakirina kampan bo koçberan hinartî gihiştiye herêma Kurdistanê, lê pere negehiştiye dest waliyê Dihokê, hikûmeta Îraqê bixwe komîte pêkaniye û birêz waliyên Dihok, Silêmanî û Hewlêrê û nûnerê wezareta koç û koçberan di nav komîteyê de cî digirin. Em hêvîdar in ew nivîs bikeve di warê piraktîkê de û ji her tiştî giringtir ji bo me ev e ko hemû cîhan bizane karesateke mezin li Dihokê heye. Ew yek milyon dînarên behis lê tê kirin ko ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi ser koçberan de dabeş dikin, hikûmeta herêma Kurdistanê jê bê par e.

Karesata li Dihokê gelek ji ya deverên din mezintir e, li devereke weke Xaneqîn û derdûrên wê heta digehe Xaneqîn û Kifirî 60-70 hezar koçber hene, lê li Dihokê gelek gelek zêdetir in, li Hewlê û Silêmaniyê jî wisa ye. Pirsa koçberan di warê ekonomîk de barek giran xistiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê. Wîlayeta Dihokê bixwe yek milyon û sê sed hezar kes e, îro 820 hezar koçber li tixûbê wîlayeta Dihokê hene ko pêwîstiya wan bi av, elektrîk û xizmetgozariyên saxlemî û perwerde û asayîş hene. Ev hemû xerciyeke mezin dixe ser hikûmeta herêma Kurdistanê, bi tenê bo sektora tendirustiyê wîlayeta Dihokê pêwîstî bi zêdetir ji 500 milyon dolaran heye.

Min nameyek ji bo birêz doktor Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê hinartiye ko tê de behsa pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê kiriye. Min daxwaz ji Ebadî kiriye ku, qebûl bikin heyeteke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û em li benda bersiva birêz serokwezîrê Îraqê ne û pişt re em dê biryar bidin ka kî biçe Bexdayê û pêkanîna heyetê çewa be.

Pirsa şefafiya hinartina neftê hertim ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê pirsek giring e û hikûmet hertim tekîdê li ser pirsa şefafiyê dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê di prosesa tenderkirin, firotin û buhayê firotinê de, eger SOMO hevbeş be, tu pirsgirêk nîne. Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze lihevhatinek hebe û ev yek di berjewendiya me û wan jî de ye, eger rêyek hebe fêdeya me û hikûmeta Îraqê tê de be, em amade ne wê rê bigirin, lê, bê guman, em ti wextan wê yekê qebûl nakin kontrola porsesê di destê Bexdayê de be. Birêz Adil Ebdulmehdî wezîrê nefta Îraqê, yê nû, yek ji dostên kevnên Kurdistanê ye û ev yek jî hêvîyekê bi herêma Kurdistanê dide bo çareserkirina pirsa neftê digel Îraqê.

Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê xweragirî û tehemula xelkê Kurdistanê ji ber texîrbûna miaşan, piştî birîna wan ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, bilind dinirxînin û ev helwesta xelkê Kurdistanê cîyê şanaziyê ye. Kêm-zêde miaş hatine dan, her çiqas gelek pirsgirêk hene û barê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giran kiriye, lê hemû hewildan ji bo çareserkirina wê pirsê tên dan. Bi dîtina min eger pirsa DAÎŞ nebaye, me dikarî ji meha 8-ê ve wê pirsê çareser bikin, lê pirsa dagîrkirina Mûsil û êrîşên DAÎŞ-ê bo ser herêma Kurdistanê, ev pirs texîr kir. Hikûmeta herêma Kurdistanê zû yan direng vê meseleyê çareser dike.

Ya ji bo kurdan giring ew wezaretên ji kurdan re hatine dan, divê bi awayekî be hemû aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de pişk tê de hebe û tê de beşdar bin, yekrêziya kurdan gelek ji hindê giringtir e kurd biçin Bexdayê di hikûmetê de beşdar bin û pişt re partiyek gazindan bike. Divê em hemû bi hev re beşdar bin, lê eger li ser hisaba wê yekrêziya kurdan be û partiyek beşdar be û yek beşdar nebe, hîngê em qebûl nakin. Em nizanin ew wezaret çewa dabeş kirine, bêguman em dê li ser biaxivin. Em xelkê herêma Kurdistanê jî dilrehet dikin ko miaşên wan bi tu awayî jinav naçin.

Heta nuha pêşmerge ji bo Kobanî nehatiye rê kirin, eger daxwazeke wisa hebe jî hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi cidî lêkolînê li ser wê daxwazê bike.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-09-23
Xwendin: 2330
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org