[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Hinek şîret li cemaeta Fethullah Gulen
» Mucahît Bîlîcî rêya rast nîşanî cemaeta Gulen da
 
STENBOL, 15/2 2014 — We bi salan dewletçîtî-sunnîcîtî û tirkçîtî kir. Hon ji bo herduyan jî tên ceza kirin. Ji ber rişwetên ko hon carinan bi daxwaza dilê xwe û carinan ji ber sebebên siyasî didin nasyonalîzma [tirkan] hon berevajî meqseda xwe sîlleyan jê dixwin. Kesên ko ji bilî tejîkirina berîka wan hîç derdekê wan nîne ji we re dibêjin xayînê welat. Hinek karmedên dewletê yên ko nikarin di ber kêleka tirkçîtiya we ya xelet û dîndariya we ya ko li gor we semîmî ye re jî derbas bibin we bi nemillîbûnê tawanbar dikin.

Edaleta qedera we ye: Li hemberî wê tişta ko we bi xeletî ji xwe re kiriye seccade [yanî nasyonalîzma tirkçîtiyê] hon bi binpêkirina wê tên tawanbar kirin. Dest ji tirkçîtiyê berdin. Qudsîkirina Tirkiyeyê terk bikin. Xwe li sunneta Ehlê Beytê bigirin. Yê ko bibêje ya ko têt serê min Kerbela ye divêt lêbixebite ko bibe huseynî. Şûna ko hon dewletê miqeddes bikin û bixwazin ko bibin xudanê wê, bi xurtkirina civakê li hemberî dewletê heqqaniyetê biparêzin.

Nebin teferdarê dewlet û desthilata ko xudanê xwe bi hêsanî dike canawar, li aliyê heqqaniyet, edalet û mezlûman bin. Nîşaneka qederê ye heta ko dewlet demokratîze nebe nikare bibe ya we. Ya ko hon rûbirûya wê bûne sîlleya înhîsarê ye li hemberî daxwaza we ya înhîsara dewletê. Daxwaza hemwelatîbûnê bikin, hingê dewlet dê bibe ya we û ya hemî kesî.

Îhtimala ko memûrên hikûmetê (ko têkiliya wê bi dîn re lawaz e lê belê xwe îslamcî nîşan dide) we û cemaeta we kafir bihesibînin pir zêde ye. Li hemberî hemleyeka wiha ya bêwijdan amade bin. Hon jî bi miqabeleya bîl-mîsîl nekevin rewşa wan memûrên şelaf yên dewletê ko bi hêceta fermana lêdanê dixwazin we bikujin. Li hemberî neheqiyê bêyî ko hon neheqiyê bikin bi sebir bersivê bidin, heq dê cihê xwe bibîne.

We mafê hindê heye [!] ko hon kitêbên Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî yên ko bi gelek tebeqeyên wateyan barkirî ne, besît bikin û wateya wan lawaz bikin. Lê belê mafê we nîne ko hon navên orjînal yên wan kitêban û navê Bedîuzzeman danin ser wan kitêban. Gelek kesan û nûrciyan rica ji we kir ko hon vê yekê nekin lê belê we hîç tenezil nekir ko hon bersiva wan jî bidin. Heger hon di karê ko dikin de xudanheq jî bin we bi kîbra hêzê li hemberî ricaya wan reftar kir. We negot ”hema bila ev jî nebe”. Hêjî ne dereng e: Daxwaza lêborînê bikin.

Bi realîteya hebûna Kurdistanê re aşt bibin. Bizanin ko Tirkiye bi Kurdistanekê hamîle ye. Bêguman dê rojekê biwelide. Yan li hemberî raya giştî ya tirkçî ko li hemberî kurdan hatiye har kirin rawestin û lêbixebitin ko serast bikin yan jî hon dê bixusirin. Cihekê ko tirk bi trêna nasyonalîzmê bikarin biçinê nemaye. Hikûmet jî di rêya ”misilmaniyê” de diçe û bijareya we ya tenê jî demokrasî û azadî ye. Li Tirkiyeyê kemalîzm û nasyonalîzma tirkî hilweşiya. Gotara ko îro li ser desthilatê ye nasyonalîzma misilmaniyê ye. Kesên ko li aliyê mixalefetê bin û ne dîndar bin dikarin tenê xwe bi benê demokrasiyê û mafan ve girêbidin. Paşeroj ya dîndarên demokratîk û lîberal e. Ezberên xwe yên mihafezekar bo dîroka borî bihêlin.

Dest ji wê zihniyeta tirkan berdin ko kurdan wekî heywanên ko bên ajotin û zarokên ko mihtacî lênêrînê bin dihesibîne û dest ji rêzefîlmên rezîl yên wekî Şefkat Tepesî [di kanala Cemaeta Gulen Samanyolu TV de belav dibe] berdin. Li hemberî bin‘afara kemalîst ya ko di nêv we de heye dozeka Ergenekonê vekin. Di heqê meseleya kurdan de fêm bikin ko rewşa ”yan hal û muhal, yan jî halekê nû yan jî îzmîhlal” hakim e.

Hon dikarin kurdan û PKK-ê ji hev cida bihesibînin lê belê hon nikarin bi kurdan re bijîn heger hon hebûna PKK-ê qebûl nekin yan jî bixwazin wê ji halê rakin. PKK nûnerayetiya parçeyeka miletê kurd dike. Heger ne li gor tama devê we yê îdeolojîk be jî hon nikarin bi awayekê demokratîk li hemberî bingehê cemawerî yê wê li ber xwe bidin. Divêt hon ji milyonê yekê wê rişweta ko we ji bo derkkirina birîna kemalîzmê da, bidin PKK-ya ko dest ji neteweperstiya kurdî jî berdaye.

We bi niyeta pak gelek karên xirab kirin. Çawa ko îro serokwezîr bi destê rêxistina îstixbaratê di serî de bi rêya medyayê îstîbdadek ava kiribe, cemaeta we jî bi îmkanên polîsan û medyayê di dema xwe ya xurt de îstîbdadeka wekî ya wî tetbîq kir. Di cihana medyayê de nimûneyên vê pir in. Divêt hon qebûl bikin ko di bêtehemiliya li hemberî rexneyan de hon wekî cemaet ji serokwezîr û memûrên wî ne kêmtir bûn.

We herdaîm medhên sexte tercîhî rexneyên semîmî kir. We reftareka siyasî kir. Sebebê ko ji bilî muhibên we yên ji cemaetê piraniya xelkê ji we nefretê dike ev e. Enaniyeta xwe ya ko hon di bin kirasê xizmetkirina dînî de digihînin asta qudsiyetê terk bikin. Mafê we heye ko hon ji xwe re bin û li ser karê xwe îsrarê bikin. Lê belê hêviya îtaetê û teslîmiyetê bi navê xizmeta dînî ji hîç kesekî nekin.

Ji ber ko bi hêceta xizmeta dînî we payeyeka mezin da hêz û qudreta desthilatê, hon ji qalibê hemî pîvanan derketin û we îhyakirina gelek şelafan jî wekî pêwîstiyeka xizmeta xwe hesiband. Bi mantiqa xwe ya îro hon amade ne ko heger sibe bên ser desthilatê cardî xizmetê bidin wan kesên ko hon îro gilehiyan lê dikin. Heger hon sibe wê yekê bikin têt wateya ko hon îro layîqê wan kesan in.

Ji bîr nekin: Hegemonyaya kemalîst hilweşiya. Di her warî de vekirî û zelal bin. Dema ko hon siyasetê dikin ji propagandaya ko hon zekaya mixatebên xwe kêm bibînin dûr bikevin. Ji îro û pê ve siyaset dê li ser esasê sidq û selehaetê be. Ji riyakariya siyasî xwe dûr bikin û hîç ji bîr nekin ko pêwistiya niyeta pak bi emrazên xerab nîne.

***

Têbînî: Ev nivîsara Mucahît Bîlîcî îro (15/2) di rojnameya tirkî Tarafê de belav bûye. Mucahît Bîlîcî sosyolog û nivîskarekê kurd e û bi eslê xwe ji Diyarbekirê ye. Wî li “John Jay College, City University of New York” wekî akademîsyen kar kiriye û kitêbek bi navê “Finding Mecca in America: How Islam Is Becoming an American Religion” (University of Chicago Press, 2012) nivîsiye.

-----------------------------------
Nivîskar: MUCAHÎT BÎLÎCÎ
Weşandin: 2014-02-15
Xwendin: 8559
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org