[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Siyaseta tirkîyeyîkirinê li dijî siyaseta neteweyî ye
» Evdirehmanê Gundikî
SWÊD, 15/6 2014 — Miletê kurd digel şanseka bilind û guhertinên sîyaseta vê demê yê hatî û li ser durêyana man û nemanê rawestayî, divê miletê kurd vê carê bi biryardarî û şarezayî biryara xwe bide.

Gelo dê rêya asîmilasîyonê û radestîyê bibijîre, an jî dê rêya peymaneka netewî û kurd û Kurdistanîbûnê û mafên xwe yên qedera xwe li ser welatê xwe Kurdistanê rêve bibe bibijêre?

Dema em bala xwe bidîn li ser rewşa Kurdistanê; mêjû û bi serhatîyên wê, mirov dê bibîne ko di hemî mêjû û serhatîyên Kurdistanê de durêyên qedera kurd û Kurdistanê tayin dikin derdikevin pêşberî mirovî. Rêyek ji wan, rêya serbilindî û şoreşgêrên miletê kurd ya bi destxweva anîna mafên miletê kurd yên rewa û bi çarenivîsa xwe bi destên xwe li ser welatê xwe Kurdistanê rêvebirinê ye. Rêya duyê jî rêya xapandinên dagirkeran ya ko li ser radestbûna lahwaz û neşarzayî ya civata kurd ya ko kurdan bi destên kurdan didin kuştin û jitaqetêxistina dozdarên doza kurd û Kurdistanê ye.

Bi zelalî mirov dibîne ko dagirkerên Kurdistanê ji bo kurd û Kurdistanê di bin zilma xwe ve bihêlin, li ser du rêyan dixebitin, rêyeke ji wan ya çek û zora eskerî ye û ya dî jî rêya xapandin û gotinên biratî û wekhevîyê, ya dijî miletê kurd bi karanînê ye. Rêya gotinên biratî ya dagirkeran ji ya tank û firokên wan xeternaktirin. Gotarbêjên dagirkeran ewan gotinên xapînek bi rêya lahwazên kurdan re digihînin di nêva civata Kurdistanê de didin gotin ko ji bo rê û rêbarên daxwazên netewbûna kurdan li wan bidin ji birkirin.

Mirov dibîne ko di hemî demên miletê kurd ji bo çareserî ya doza xwe ya netewî re radibe serpêyan, fêhilbazên dagirkeran jî bi şêweyên cida-cida destên xwe tavêjin hinek lahwaz û nezanên kurdan û li ser gotinên xapînegên, wekhevî yê li wan bêkiz û xweparêzên kurdan jî didin gotin û hêza netewperwerên milete kurd ji hev di de belavkirin.

Heta kurd û kurdistanperwerên miletê kurd, navî li gor van rastîyan li evan herdu rêyan nekin û kurd, nebêjin em kurd emîn û hun dagirkerên Kurdistanê hunîn, dê zehmetbe ko pêşî li van şerên di nêv malbata kurdan û Kurdistanê de kutabibin.

Bi teybetî hegî em berê xwe bidîn avabûna cimhurîyeta kemalîstên tirkan û bi giştî netew-dewletên dagirkerên Kurdistanê û fêhilbazîyên wan, mirov dibîne ko ewan her bi tim gotinên biratî û wekhevî yê karanîn e mercên ko miletê kurd dest ji hemî mafên xwe yên netewî berdin û radestî netew-dewletên wan yên bi neheqan e li ser axa Kurdistana kurdan avakirîn bibin, ew koletî ya kurdan dipejirînin, an jî hemî kurd di çavên wan de ji bo kuştinê re xwedê dan e. Gor min hinek îstisnayîyên ji derveyî ewan gotinên li jorê, di nêva civata dagirkerên Kurdistanê de hebin jî ew tesîra xwe li rewşê nakin.

Piştî şikestên şoreşên Kurdistanê yên di dema cimhurîyet û netew-dewletên dagirkerên Kurdistanê de bêdengîyeka giran di Kurdistanê de rûda. Bi vegera qehremanê mezin Mistefa Barzanî ya ji Sowyetê; rehnahî ya finda kurd û Kurdistanê pêket ve. Di yazdeyî Îlona pîroz de tifenka şoreşê teqa û gul-canîmergên pehîzî li gelguherîna baya pehîzî cilên bûkanîya şoreşa miletê kurd li xwe kirin û di binaxa ziwa de bi şoreşa kurd û Kurdistanê re gul bişkivandin. Ji şoreşa Îlonê heta bigihî mifawzatên sala heftîyê, qedirmendî ya yekdengî û quwet û îrade ya miletê kurd, ji bo miletê kurd û Kurdistanê re bû destketineka giranbiha û mîladeka nû.

Piştî peymana Cezaîrê ya dijmina ne, dagirkerên Kuridtanê di ewê bawerîyê de bûn ko ewan qasî nîvesrekê hereka kurd bêdeng kirin. Belê ewan qudreta miletê kurd û şoreşa wan ji xeletî ve şêrovekirin û ew ne li hîvîyêbûn ko bi demeka çend heyîvan de qehremanên miletê kurd dê cardî jî bi piştgirîya miletê kurd û bi teybetî li bakurê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê de dest bi şoreşeka çekdarîyê bikin. Piştî şoreşa 26 gulana sala 1976ê ya dibin serokatîya Mesûd Barzanî de destpê kir, cardî jî çavtarîtîyê dagirkerên Kurdistanê girt û çavên miletê kurd bi teqandina fîşeka 26ê gulanê re bişkurîn ve û mîladeka nû gel peymaneka netewî di nêva miletê kurd de destpêkir.

Evan şoreşan bandora xwe li bakurê Kurdistanê jî da dîyarkirin. Di gel avabûna PDKT ya di sala 1965ê û pêve hereka kurd û Kurdistanî ji hemî fêhilbazên dagirkeran re got; em kurdîn û Kurdistan welatê me ye û mafê me ye ko em rêxistinên xwe ji yên tirkan cida avabikîn û çarenivîsa xwe bi destên xwe li serwelatê xwe Kurdistanê rêvebibîn. Hereketa kurd û Kurdistanî xeteka sor dinêva xwe û fêhilbazên dagirkeran de danîn. Piştî geşbûn û pêşketina hereka Kurdistnanî ya di bakurê Kurdistanê de û ji salên 1965ê û hita bigîhî sala 1980ê ji bo miletê kurd û Kurdistanê re mîladeka zêrîn bû, di bakurê Kurdistanê de jî hereka netewî wekî agir bigire pûşî û xebata şoreşgêran e, bi seran-serê Kurdistanê belav bû. Ew yekîtîya rihê netewî bi hesabê dagirkeran nedihat. Dagirkeran çav li rêyên gordem û rewşa pêşketina hereka netewî gerandin ji bo ko pêşîyê li xwirtbûna ewî rihê netewî bigirin û havreşîyê di nêva miletê kurd de çêkin re xebitîn.

Di pêşyê de dewleta kemalîstan gel hevalbendên xwe dagirkerên Kurdistanê, ji herêma Botanê hita bigihî herêma Colemêrgê destên xwe dirêjî pêkanînên şerên eşirtîyê, di vê herêma ji miletê kurd re cihekî yê sitratijî ya çaryana herçarparçên Kurdistanê bû kirin. Me wekî malbat bi şêweyên me yên herêmî û bi piştgirî ya pêşkêşên herêmî û bi navê şoreşê û PDK û PDKT (KUKÊ) nehêlişt ew şerên eşîrtîyê pêşbikevin.

Şerê Cizîrê û Şernexê, yê Jirigîyan û gundê Aqêra Şernexê, yê Biligîyan û Mijînîyan, yê Helaliyan û bi birina talan û çend şivanên Bilikîyan, yê Teyîyan û Sipêrtîyan, geheşt ewê pileyê ko Şernexî li sernavê Hacîbeyrîtîyê bi pêncsed çekdarên dibin serokatî ya Temerxanê Temerxanî yê endamê me bû bi dijî Teyîtîya ji baskê Şilidê dakevin meydana şerî, di nêva deşta Silopîyan de gundên hevdu vedigirtin û cendirmên tirkan jî ji dûrve ji wan re li çepkandidan. Me bi şêweyên herêmî ve rêneda ewan şerên di herêma ji bo herçarparçên Kurdistanê re sitretijîyeka girng bû û piştgirîya şoreşa başûrê Kurdistanê dikir bidomîn e. Hûr û girên evê herêmê welatparêz bûn û bê rêzîtî li himberî hereka netewî nedikirin.

Piştî dagirkerên Kurdistanê di evê kiryara xwe de bi serneketin, li rêyin dî geran. Di wê demê de ji sala 1978ê û pêve car-bicaran cendirman qesta girtina min û malbata me dikirin, belê me xwe diveda û ez zêdetir li çîyayî dijîyam. Dewletê qirara bi sergurimkirinê ji nod û şes kesên malbata me re derxistin, lê em berdest nebirîn. Rojekê ji alîyê malbatê ve agehdarî giheşt min û bi navê kure-axayekî yê me yê welatparêz dixwaze min bibîne, giheşt min. Ew camêr niho çûye li ber rehma xwidayê xwe, dema ew li çîyayî hat û silamê min kir, min jê re got ‘’xêre xal’’ , ewî ji min re got, ‘’belê ez bawernakim xêrbe lê ez hatîme pirsîyarekê ji tebikim û ez dizanim tu dê xîyanetê li malbata min û doza welatê xwe nekî’’. Ewî camêrî got ‘’MIT-a tirkan ez birim Enqerê û ji min re gotin em dê daxwazkê ji te bikîn û hegî tu bi ya me nekî em dê te bikujîn, ez ditirsim ew dê min bikujin’’. Ewî got ‘’Ji min re gotin em dizanîn herêma Botanê û Colemêrgê dê guhdarî ya malbata te bikin, em dê bi milyonan pere û sîleh û mirovan jî bidîn te û tu dê ji herêma Mêrdînê heta bigihî ya Colemêrgê şoreşekê li ser navê kurd û Kurdistanê destpê bikî û hêrişî qereqol û eskerên me bikî. Em çi bêjîn te, tu dê ya me bikî, hegî tu ya me nekî em dê te bikujîn’’. Bi kurtahî min karî ez ewî camêrê welatparêz ji ewê pîlana dijminî bidim rawestandin, belê rawestandina pirojeya Evdila Ocalanî ne hinde hêsanî ye.

Gor min ew gotina Evdila Ocalan dibêje ‘’min bi pere, sîleh û bi mirovên MIT-ê dest bi karê şoreşê kir’’ , ew berdewamî ya pîlanên (Ergenekona) tirkan ya ji kevin ve bû ko pêşîyê li pêşketina hereketa Kurdistanî bigirin û xwirtkirina Tirkîyeyîbûnê di nêva kurdan de pêşbêxin.

Ji bo evan dîtin û bi serhatîyên xwe ez dixwazim şêweyekî bi zelalî berê xwe bidim kiryar, gotin û daxwazên Evdila Ocalan û ekîba wî, gelo di mesleheta kurd û Kurdistanê de ne, an jî li dijî bi destkevtî û mafparêzî ya kurd û Kuridtanê de ne? Di ewê dema hereketa kurd û Kurdistanî di herêmê de pêşdiket, Ocalan derket pêş û bi manîfestoya xwe ya pêşîyê de gotin ‘’hemî hereketên siyasî yên nuha heyî ji bo me re astengin û kuştina wan ji bo me re hedefe’’.

Ewan tifenka pêşîyê berdan bedena welatparêzan û miletê kurd. Ewan ji bo xapandinê re hemû simgên hereka kurd ji xwe re kirin şîar û bi karanîn û tifenga pêşîyê teqandin û miletê kurd li dora teqandina tifengê civandin. Ji wê rojê û hete roja îro jî PKK çendî xwirt-dibe, wesan jî ji daxwazên netewî yên kurdistanî jî dûr dikeve û ber bi hedefa xwe ya ji halê rakirina dozdarî ya mafên miletê kurd ve diçe. Ocalan hinek fentazîyên kesê nedîtîn ve miletê kurd dixapîne. Ocalan dibêje ‘’Cimhurîyeta demokratîk’’, ‘’Kofederalîzma demokratîk, ‘’civata demokratîk’’, ‘’xweserîya demokratîk’’, civata bêdesthilatdarî ya xwe bi xwe rêvebibe û gelek fêhilbazîyên kesê nedîtîn û ne jî di jîyana însanetîyê de pêkhatîn, dixwaze evan fentazîyên xwe li ser qedera miletê kurd bide pêş ko ji bo miletê kurd ji dozdarî ya mafên netewî dûr bêxe.

Gelo hegî cimhurîyeta li ser înkara kurd û Kurdistanê avabirî demokrat bibe, dê ji miletê kurd re bêje ve ji we re Kurdistana we û em dê bibîn du miletên cîran û dost? Gelo konfederalizma rojhilata nêvê dê çawe bigihî ewê astê ko ji dewletên xwe yên netew-dewletî yên li ser înkara kurdan û gelek kêmnetewên dî bi hikmê zorê avabirîn ji halê rakin û mafên kurdan jî wekî yên xwe bipejirînin? Gelo ‘’civata demokiratîk’’ ya civata tirk parêzan dê çawe bigihîn, ewê astê ko ji civata kurdistan parêzan re bêjin em û hûn wekhevîn? Gelo ‘’Xweserî ya demokiratîk’’a bê dewletî dê çawa bikare pêşkêşîya rêvebirina pêwîstîyên civata kurd û Kurdistana di bin hikimdarîya netew-dewleta Kemalisan de bikare mafên xwe yên netewî biparêz e? Yekîtîya Ewropê yê jî bi tev de jî netew-dewlwtên xwe diparêzin û ya bûyî herêma demokirasîya cîhanê jî lê nikare konfedaralizm û civateka wekî ya Ocalan ji xwe re dike fentazî û miletê kurd pê dixapîn e avabike.

Dema Ocalan di bin siha evan fêhilbazîyan de ji miletê kurd re dibêje ko ‘’ ji kurdan re daxwazên statuya sîyasî û dewlatbûnê heram e û dewleta netewî bingehê zilmê ye’’, lê ew dibêje ‘’bila netew-dewletên bi zorê li ser axa Kurdistanê bi desthilatdarîyên xwe biparêzin û ti pirsgirêkên me bi wan û dewletên wan re tinîne’’, lê ji kurdan re heram e ko li ser welatê xwe û bê ko înkara ti miletan bikin û doza mafên xwe yên netewî bikin herame. Gelo çi zerera însanetîyê li ser evê daxwaza miletê kurd, mafên xwe yên wekhevî yê dixwaze, dê çêbe?

Destkevtîyên başûrê Kurdistanê yên li ber çavan in û mafên kêmnetewan çawa têne parastin diyar in. Di Îraqê de demokrasî tinîn e jî belê bi sistema federalî ya li başûrê Kurdistanê heyî û mafên hemî kêmnetewan jiîparastîne ji bo ko serjimarên kêmnetewan gorayî sîstemê têrênakin ko perlementeran rêkin perlementa federal, bi kotayê temsîlên wan yên di Parlemena Kurdistanê de karên xwe dikin.

Dema Ocalan evan fentazîyan li ser qedera miletê kurd dike û ji dagirkerên Kurdistanê re dibêje ‘’Mesûd Barzanî û Celal Telebanî dixwazin Israîla duyê di başûrê Kurdistanê de ava bikin û ew Îsraîla duyê dê li qolinca netew-dewletên rojhilata nêve de bibe xincereka mirinê’’ , gelo ev tê çi wateyê? Gelo xwidanên evan projeyan, dikare kurd û Kurdistanî perwerbe? Gelo heta ko em miletê kurd xebatên evan durêyan ji hevdu vavêrnekîn û piştgirîya rêya netewparêzên kurd û Kurdistanîyê xwirt nekîn, em dê çawe bikarîn ji bin zilma dagirkeran ve rêzgarbibîn.? Li gor min, ji hevdu vavêrkirina evan herdu rêyan û xwirtkirin û avakirina bereyekî yê vê rêça netewperwerên kurd û Kurdistanî yê dikeve li ser milê cenabê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Bingehên evan herdu rêyên hinde ji hevdu cida jî, ji herêmê destpê dikin û derbazî mesleheta nêv netewî ji dibe. Ev qerekterê herêma Rojhilata nêvê ye. Îro keyseka mêjûyî ya hatî lî berderîyê me rawestayî, hegî kurdistaniyên Kurdistanê vê keysê bi şarzayî bi kar bînin dê serkeftin ji bo kurd û Kurdistanê be, an jî ev şûrê dudev dê serê me jêbike, ne yê dagirkerên Kurdistanê û fêhilbazên wan. Em dibînîn ko kengê keysên hêjayî ji kurdan re li hev rastbên, dagirker jî bi tifaqî û bi rêyên fêhilbazyan re lê digerin ko ewan keysan beravêtî bikin.

Gelo ew Ocalanê ko dibêje wî ji bo emanetê Mahir Çayanî sih û pênc salan xwîna zarokên kurdan da rijandin û ew dê niho emanetê wî teslîmê hevalê wî Ertugrul Kurkciyê ko şig li ser hene wî bi xwe hevalên xwe yên mîsakê milîcî dane kuştin, dê çawa bibe serokê miletê kurd û Kurdistanê? Gelo piştî ko miletê kurd bi xebateka dûr û dirêj xeteka sor danî nêvbera xwe û dagirkeran de ev çi hikmet e ko Ocalan cardî jî dixwaze kurdan bêxe bin siha kimên Tirkîyeyîbûnê de?

-----------------------------------
Nivîskar: EVDIREHMANÊ GUNDIKÎ abeyri@gmail.com
Weşandin: 2014-06-15
Xwendin: 4572
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org