[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KULTURMAGAZÎN 
Kawa Nemir: Wergêrên kurdan mîna tovê pirparê ne
» Kawa Nemir
DIYARBEKIR, 10/7 2008 — Helbestkar û wergêr Kawa Nemirê ko heta niha sê hezar û 500 helbest ji ingilizî wergerandine kurdî bal kişand ser wê yekê ko kurd ji zimanên duyemîn û sêyemîn wergerê dikin û got: — Ev kes weke tovê pirparê ne. Tu eleqeya wan bi wergerê nîne û fêdeya wan û vê wergeriya seqet ji kurdan re nîne.

Helbestkar û wergêrê kurd Kawa Nemir li ser seqetî û bêusûliya wergerê ya di nava kurdan de bersiva pirsên me da. Kawa Nemirê ko mala xwe ji Stenbolê anî Amedê û heta niha bi hezaran helbest ji ingilîzî wergerandine kurdî, di heqê wergêriya kurdan de gelek tiştên balkêş di vê hevpeyvînê de dibêje.

Te kengê dest bi kar û barê wergerê kir, çima karekî din na, werger?

Karê min ê wergerê digihîje salên 1989-an. Min wê demê dibistana navîn dixwend. Min wê demê dest bi nivîsandinê kir. Bê guman min wê hingê bi tirkî dest pê kir. Pişt re min dest bi kurdî kir. Dema ko min nû dest bi kurdî kir, min bi wê xeşîmiya xwe dest bi wergera ji îngilizî bo kurdî kir. Çend ceribandinên min ên pêşîn wisa bûn. Min wê demê hin helbestên îngilîzî jî wergerandin kurdî. Lê min ew helbest qet çap nekirin. Ceribandinên min ên pêşîn bûn. Pişt re min bi temamî dev ji tirkî berda û bi tenê li kurdî xebitîm.

Te pêşî kîjan tekst wergerand kurdî?

Yekem teksta ko min wergerande kurdî, helbesteke helbestkarekî bi navê Thora Stowell bû. Ew kesekî îngilîz e, ji sedsala nozdemîn, ji qonaxa Romantîk e. Navê helbesta wî jî, Stêrkfiroş bû. Lê li wê versiyona wergerê ya pêşîn, ko niha di arşîva min de heye, vegeriyam û careke din li ser wê xebitîm. Ez li wan helbestên ko min şanzdeh hevdeh sal berê wergerandibûn dinihêrim, kenê miriyan bi wan tê. Lê min ew ji nû ve sererast kirin. Par min ew xistin nava antolojiya xwe ya ko hê jî nehatiye çapkirin. Pişt re min gelek tişt ceribandin. Lê di destpêkê de min tim tekstên dijwar û girift diceribandin. Min dixwest bi vê yekê re ast piçekî bilind bibe.

Mebesta te ya ji vê destpêkê çi bû?

Dîroka wergêriya min, helbestkarî û nivîskariya min, hema hema bi qasî hev in; giş berxên salekê ne. Min di destpêkê de gelekî baş destnîşan kir ko edebiyateke baş bêyî wergerê baş nabe. Di vî warî de jî, kurd çi qas teng bûne, çendî teng difikirin, aşkera ye. Heta nifşê me jî, di warê edebiyat û wergerê de, dîmeneke reşbîn hebû. Lê ji bo ko ez vê dîmenê baş binirxînim, bixwînim û helsengînim, diviyabû ez di gelek qonaxan re derbas bibûma. Di dibistanên baş de perwerde bûm, min di kolejê de xwend. Min di dema lîseyê de, li Stenbolê, di kolejê de dixwend, wê demê jî dersên me yên edebiyatê hebûn jixwe. Ez bibêjim, ez sî û pênc salî me, min di panzdeh saliya xwe de Shakespeare, James Joyce nas dikir. Naskirina James Joyce û berhema wî, Ulysses, ji bo min tiştekî ne xerîb e. Mamosteyekî ew wekî spartek dabû me û em li ser berhema wî dixebitîn. Îngiliziya min ji salên dibistana seretayî de dest pê dike. Min edebiyata îngilizî, emerîkî, îrlandî, spanî, ûrisî û alemanî bi riya îngilîzî û tirkî nas kir, ez pê re eleqedar dibûm, li ser wan dixebitîm. Ji ber vê yekê jî tercîha min a wergerê tiştekî bi zanebûn bû. Ez li ser hişê xwe bûm. Min di destpêkê de pêdivî pak destnîşan kir, min got, ev mebest, ev armanca bilind li ba min heye, divê ez vê yekê bikim û ev ked bi avê de neçe. Min got, ez ê bibim mirovê ferhengê. Tirk jê re dibêjin, kultur adami. Divê ev yek wekî quretiyekê neyê hesibandin. Min ev yek wekî armanceke bilind dabû ber xwe. Bawer bike demekê kurdiya min kurdiyeke pir şikestî bû, hema hema tunebû. Lewre ez baş hatibûm asîmîlekirin. Tê bîra min, di dibistana navîn de, min jî asîmîlasyon ta radeyekê qebûl kiribû.

Min kurdbûna xwe li deverên dûrî Kurdistanê peyda kir. Ez li Kurdistanê bimama, ez bawer dikim ji bo zimanê kurdî dibe ko tiştek ji min derneketa. Li Serhedê, li bajarê Îdirê û li xwe difikirim, dibêjim, tir li ku, das li ku?! Yeqîn giyanê Erebê Şemo, Heciyê Cindî û Şikoyê Hesen bi min re heye, ko çîrok ne yek e, ne dudu ye. Lê piştî ko ew metamorfoz çêbû, tiştekî ko bikaribe zimanê min, kurmanciya min xurt bike, tiştekî ko bikaribe min fêrî nuansên zimanê min bike, bikaribe vî zimanî bigihîne asta zimanên dîtir, vî zimanî derxe ser dika cîhanê û li wir zimanê me û zimanên din dekên xwe li hev bidin, şer û pevçûna xwe bikin û bi dînamîkên hev du yek û din geş bikin, min got werger pêwîst e, him jî ne sunet e, lê ferz e. Wergerê ez ji namoyîtiya min a zimanî rizgar kirim!

Bi awayekî profesyonelî te kengê dest bi vê xebatê kir?

Bawer dikim jixwe zêde wext danebihurî. Berhemên min, helbestên min di sala nod û şeşan de hatin çapkirin. Di rojnameya Azadiya Welat de nimûnenine berhemên min bi xwe hatin belavkirin. A rast min di nod û pêncan de dest bi wergêriya profesyonelî kir. Lê wê salê û beriya wê, min berhemên xwe qet nedan ber çapê.

Baş e, tu kesên ko berhemên wan werdigerînî çawa hildibijêrî?

Min heya niha hin antolojî qedandine. Bes ji ber ko her sal ji wêjeya îngilizî, îrlandî û emerîkî gelek kesên nû derdikevin, ez bê gav dimînim berhemên wan jî wergerînim. Sê çar sal berê min navê Simon Armitage bihîst. Ji Îngilistanê ye û xurt e. Bawer dikim çil û pênc salî ye, tiştekî wisa. Ji ber ko kesên wiha derdikevin, xebata min a antolojiyên helbestan her berdewam e. Ew antolojiya ko ez behs dikim, nimûneyên pêşîn bûn, ên wan salên ko min dest bi wergerê kiribû. Bes pîvanên min xurt bûn û diyarkeriya wan helbestkar û nivîskaran, ko ferheng û bûnewera welatê xwe hejandine, an jî dihejînin.

Te heya niha çend helbest wergerandin?

Hejmara helbestên ko min heta niha wergerandine di înternetê de, di malperan de derbas dibe, behs kirine, wekî pir û gelek in, lê bawer im ji wê hejmarê zêdetir e. Hejmara dawî di navbera du hezar û pênc sed, sê hezaran de bû. Lê ez bawer dikim hejmara helbestên ko min wergerandine, ji sê hezar û pênc sedî zêdetir e. Min ev helbest giş ji îngilizî wergerandine, werdigerînim. Hemû jî helbestên bijarte ne. Min helbestên ji destpêka wêjeya îngilizî, dema ko serbûriya Beowolf û Grandel derdikeve, piştî qonaxa Anglo-Sakson, di pey re qonaxa Navînî, di pey re jî qonaxa Goeffrey Chaucer, Edmund Spencer, Shakespeare bigirin heta paş avabûna Amerîkayê û di pey re jî wêjeya îrlandî wergerandin kurdî.

Ji van çend heb hatin çap kirin?

Kêm hatin çapkirin. Ên ji wan ko bûne pirtûkên guldeste, pênc pirtûk hatine çapkirin. Min wergerên ji berhemên William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound û T. E. Hulme dane çapkirin. Ji wan helbestan bi tenê nêzîkî pênc sed heb hatin çapkirin. Birek hene ko min di kovaran de çap kirine, ez wan hesab nakim. Jixwe ev du sal in ez tu nemaye tiştekî çap nakim.

Wekî berhem te çend pirtûk wergerandin?

Min heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, min şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên min pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan. Heta niha berhemên min ji sedî pênc encax hatine çapkirin. Ez van berhemên antolojiyan wekî projeyên gelekî mezin difikirim. Ev keda min a sêzdeh, çardeh salan e.

Sedema neçapbûna van berheman çi ye?

Li jêr van şert û mercan, sedem ev e, ko hem ji wêjeyên ko min navên wan bi lêv kir kesên nû derdikevin, hem jî di warê aborî de weşanxaneyeke ko van çap bike tune ye. Min ji bo kar û barên wergerê weşanxaneyeke bi navê Bajar ava kir. Lê mixabin ji ber ko piştgirî nedît û nekarî xwe fînanse bike, min weşanxane feramoş kir, ango min weşanxane girt. Min digot, ez ê wergerên xwe û wergerên baş ên hevalên din çap bikim. Mixabin nehiştin, xeniqandin. Niha di destê min de antolojî hene, ko ji şeş cildan pêk tên. Texrîben dê bikin çar hezar rûpel. Niha weşanxaneyeke ko van çap bike mixabin tune ye. Di nava van antolojiyan de, bi kêmanî hezar û pênc sed helbest hene. Her wiha ev helbest ên çar sed û bîst helbestkarên îngilîz, emerîkan û îrlandî ne. Ji hinekan deh, ji hinekan pênc û ji hinekan jî min bîst helbest wergerandine. Bo nimûne, yên wekî William Blake min bîst heb xistinê, yên Emily Dickinson min hevdeh heb kirinê, ji Yeats min hejdeh heb tevî van antolojiyan kirine. Her wiha wergerên ji Shakespeare jî zêde ne.

Çima bi taybetî wergera helbestan?

Ez helbestkar im. Derdekî min bi helbesta kurdî re heye. Helbesta ko heta niha hatiye nivîsandin, ew kelepûra me, rabirdûya wê gelekî dirêj e, lê mixabin gelekî dramatîk û seqet e. Seqetiya ko bi Cegerxwîn re peyda bûye, seqetiya ko bi yên din re peyda bûye, ez vê dîmenê dibînim. Ji bo ko ev xebatên wergerê, bi taybetî jî helbestên ko têne wergerandin, bikaribin bi kêrî helbesta me bên, min ew werger kirin. Heke ez bi şêweyekî din bibêjim, min ji bo ko bikaribim helbesta xwe binivisînim ew helbest wergerandin. Ji bo ko ez tiştekî balkêştir, ji bo ko ez tiştekî biqelîtetir binivisînim min ew helbest wergerandin.

Gelo kurd çiqasî sûdê ji vê xebata te digirin?

Ez bi awayekî aşkera bibêjim, heke ez bi vî halî li welatekî din ê pêşketî bûma, wê pir cuda bibûya. Li welatên pêşketî, rola wergêran, rola edîban, rola helbestkar, nivîskar û rewşenbîran gelekî bilind û bala ye. Lê li welatê Kurdistanê, mixabin qedir û qîmet nayê dayîn. Ez wekî gilî û gazin nabêjim, qet ji gazinan hez nakim. Lê di vir de neheqiyê li xwe dikin, neheqiyê li min nakin. Ji vê saetê û pê ve ez tiştekî nekim jî, ne xema min e. Heta ez ê rihettir bijîm. Lê ez dibînim nivîskar û helbestkarê me ji van berheman qet sûdê wernagire. Ko bibînin, dê ji bo wan baş bibe. Tu helbestekê dinivîsînî, dibêjin, ne kurdewarî ye. Gelo em ji têgeha kurdewarîbûnê çi tê digihên? Me divê çi ji vê yekê fêm bikin? Ez ji bo xwe nabêjim! Jixwe ez bi kurdî dinivisînim û jixwe kurdewarî ye. Sermesele ez dibêjim, îdiaya min ew e, ko tekane doza me ne kurdewarîtî ye. Ko doza me bi tenê kurdewarîtirbûn be, ez bawer im em ê piçekî gundî bimînin. Divê em helbesta xwe têkelî helbesta cîhanê bikin.

Em hinekî wergêriya kurdan binirxînin. Li Bakur, niha werger di çi rewşê de ye?

Gotineke dêrikiyan heye; dibêjin, em piştî saet duwanzdehan rast biaxivin. Êdî wext hatiye mirov bibêje, qonaxa Stockholmê li hêlekê, tecrubeya Kurdistana Bakur gelekî balkêş e. Ev tecrube jî, pariyekî girêdayî kovara Rewşenê û girêdayî min e. Di tecrubeya kovara Rewşenê de, rola min diyarker e. Ji ber ko ez bi çîroka wê baş dizanim. Bi hezaran mînak hene; min ew çiqas daye zorê, min çi qas şerê van yekên ko ez niha behs dikim kiriye. Heyf û mixabin çend hevalên me ne tê de, ez gelek caran bi tenê mame. Xebatkarên vê kovarê yên din eleqeya xwe jê neanîne. Em di warê wergerê de, bi feraset û nêrînên gelekî teng û asteng re rû bi rû man. Her car ew pirs dihate kirin: Dê werger bo çi bi kêrî me bê? Sedem çi ye, feraset di vir de çi ye? Digotin, divê em nirxên xwe çap bikin. Baş e, nirxên me çi ne, min digot; bê guman mebest tekstên hevalên têkoşer bûn. Bê guman em keda van hevalan tu caran ji bîr nakin! Li hundir, li devre, li jor û li jêr, her kes tê dikoşe. Ez wê demê edîtor bûm, min tim digot, ev tekst ji kû derê hatibe jî, pîvana me pêşî tekst e, kes ne girîng e. Her nivîskarekî/e bi şexsê baş nayê wateyê, ko her teksteke wî/wê baş e û hêjayî çapê ye. Divê mirov tekstê baş binirxîne û li gorî başbûna tekstê biryara weşandin, an jî neweşandinê bigire. Çimkî ez edîtor bûm û min dixwest berhemên baş ên wergerê di Jiyana Rewşenê de bêne çapkirin. Mixabin gelek kes û sazî li dijî min derdiketin. Her tim li ser navê pêşniyar, rexne û nirxandinê digotin, werger bi kêrî me nayê. Tu caran negihiştin wê ferasetê, ko bizanibin, heke karê wergerê, Tevgera Wergerê bi ser nekeve, Wêjeya Kurdî dê tu caran çênebe. Ji ber van sedeman, Wêjeya Kurdî heta cihekî hatiye, asê maye, qerisiye.

Baş e, wêjeya kurdî dê çawa vê asêbûn û qerisînê hilweşîne û bi pêş bikeve?

Divê kelepûra wêjeya kurdî ji wêjeya cîhanê bistîne û bide cîhanê. Dema ko îro em ji wêjeya cîhanê wergeran çêkin, hevnasînek çêdibe. Tu wan mereq dikî, tu wan tînî nava wêjeya xwe û ew jî wêjeya te nas dikin. Bo nimûne, min gelek werger min ji Wêjeya Îrlandî kirine, ji ber vê yekê, em li Îrlandayê bêtir têne naskirin. Dibêjin, kesek heye, ji Kurdistanê rabûye, li Stenbolê dijî û edebiyata me wergerandiye. Lê ev yek li Kurdistanê nayê zanîn. Ev yek gelekî balkêş e. Welatê me mixabin welatê kerr û koran e. Kerr û kor in. Tu xwe biçirînî jî, qîmeta tiştên ko te kirine zû tê pûçkirin. Pêdivî pê heye ko wêjeyeke şoreşê pêk bê. Lê tiştê ko em nikarin hev du li ber bixin, wêjeya şoreşê ya ko ew behs dikin û ya ko ez behs dikim ne heman tişt in. Tiştê ko ez dibêjim, qonaxa Dostoyevskî ye. Wî nasnameya ûrisî bi cîhanê da naskirin. Dostoyevskî jî, Tolstoy jî, heya radeyekê muhafazakar bûn û digotin, tesîra Frensayê, ziman û edebiyata Frensayê li ser ûrisî gelekî zêde ye û ji wê qonaxê romanek derket. Ez jî dixwazim kurd van tiştan bibînin. Rewşa kurdan gelekî trawmatîk e.

Li tevahiya Kurdistanê, bi raya te çend kes kar û barê wergerê bi awayekî profesyonelî dikin?

Mixabin li Kurdistana Bakur ji min û pê ve kes tune. Ji min û pê ve kesekî ko bi tenê karê edebiyatê dike tune. Her kes karmend e. Her kes tabiyê qanûna 657-an e. Ji sedî 99 kesên ko bi edebiyatê re eleqedar dibin, ji bêgaviyê, mamoste ne. Ji hêla nivîskariyê ve bi vî awayî ye. Ji hêla wergerê ve, bi tenê ez im bi temamî vî karî dike. Ê ko tenê vî karî dike, bawer im ji min û pê ve kes tune. Keda Firat Cewerî gelek e. Lê ez bawer im wî jî di ber re mamostetî kiriye, an jî karekî din. Serdar Roşan û kesên din; ji bilî wergerê karine dîtir jî dikin ji bêgaviyê. Li Kurdistana Başûr jî, mixabin ji ber elifêbêyên cuda em nizanin ka kî çi dike. Berhem tên ber destê me, lê mixabin em nikarin ji vê elifbêyê bixwînin. Şukur Mistefa kurdekî me yê soran e. Wî gelek kar kiriye di warê wergerê de. Wî jî koçî diway kird, bi qasî ko ez pê dizanim. Li ser bextê hinekan be, wî 65 heb berhem wergerandiye.

Baş e Kawa, hin kes hene berhemê ne ji zimanê wê yê resen, lê ji zimanê duyemîn, an jî sêyemîn werdigerînin. Tu vê yekê çawa dinirxînî?

Ji bo van kesan divê em kîjan rengdêrê bi kar bînin? Bi rastî mirov di çarçoveya vê hevpeyvînê de nikare teorîze bike, lê jixwe ne hewceyî teorîzekirinê ye jî. Bi zimanê amê, ne bi zimanê xas û kumsoran. Ez rast bibêjim, ev karê ko tê kirin, karekî bêçine ye, badilhewa ye. Navê vî karî sextekarî ye. Ji ber ko li cîhanê, di wêjeyên din de, destpêkê hatiye ceribandin, lê di pey re rastiyê ciyê xwe dîtiye û dîtine, ko heke tu wê tekstê ji zimanê resen wernegerînî, tu caran ew tekst nagihîje armanca xwe. A duduyan jî, ev mesele piçekî digihîje meseleya kolonyalîzmê jî. Îro em rabin destpêkê ji dagirkerên xwe faris, ereb û tirkan wergerê bikin û di pencereya wan re li cîhanê binihêrin, ev mezintirîn şaşî ye. Ji van zimanan zêdetir pêdiviya kurdan bi zimanên Rojava û Rojhilat heye. Divê kurd bi zimanê çînî, ûrisî, îngilizî, frensî û almanî bizanibin. Divê bi kêmanî em bi sê zimanan bizanibin û wan tekstan rasterast ji zimanên resen wergerînin.

Çima mirov nikare ji zimanê duyemîn wergerê bike?

Yên ko niha li Bakur wergerê dikin, tu dibêjî qey ji nişkê ve hate bîra wan. Ne haya wan ji wergerê û ne jî haya wan xweşik ji zimanê kurdî hebû. Ev kes piçek kurdiya wan heye û piçek tirkiya wan heye. Ez dibînim, ko ne bi kurdî û ne jî bi tirkî baş dizanin. Ji ber ko min wergerên wan dane ber hev. Min fêm kir, ko bi tirkî jî baş nizanin. Ji sala 2003’an ve ye hinek rabûne û ji nişkê ve wergerê dikin û tu têkiliya wan bi wergerê nîne. Ev kes wekî tovê pirparê ne. Her kes werdigerîne û dibêjin, em klasîkan werdigerînin. Camêr, bo nimûne, rabûye Nietzsche wergerandiye; Zerdeşt Wiha Got. Bila nîşan bidin, ko ji tirkî wernegerandine. Min ji yekî pirsî, li ser bextê wî be, got, di nava du mehan de ev pirtûk hatiye wergerandin. Ev berhema ko ez dibêjim heya niha xweşik nehatiye wergerandin bo tirkî û zimanê erebên belengaz. Ev berhem deqa felsefeyê ye! Îcar ên me di nava du mehan de werdigerînin, çap dikin û dibêjin, ji bo kurdî pêwîst bû. Belê, ji bo kurdî pêwîst bû! Panzdeh, bîst salan min propagandaya vê yekê kiriye. Lê pêwîstbûn tiştekî din e, mirov karê xwe bi rêk û pêk bike, ew tiştekî din e. Ev sextekariyeke gelekî mezin e. Çimkî ev cure wergêrî pir seqet e.

Çima seqet e, seqetiya wê çi ye?

Çapkirina klasîkên cîhanê bi vî awayî, korsan e. Semih Gümüşê ko rexnegirekî tirk ê girîng e jî her behsa van yekan dike. Camêr şerê vî karî dike. Dibêje, divê werger ji zimanê resen (orjînal) bê kirin. Divê tu weşanxaneyek ranebe berhemên ko berê hatine wergerandin, hinekî ji vir û hinekî ji wir bigire û bêyî ko mafê telîfê bide û bêyî ko baştir bê wergerandin, diziyê bike û çap bike. Ev gotin ji bo tirkên ko bi korsanî werger kirine hatiye gotin. Kurdên me jî, mixabin, hin werger ji wan berhemên korsan wergerandine. Ango yên me korsaniya korsaniyê kirine. Yên ko bi awayekî korsan wergerandine tirkî, kurdên me jî, bi awayekî korsan wergera ji tirkî kirine û dikin. Yekî salên xwe daye Dostoyevskî wergerandiye, çûne parçeyek ji wir dizîne, parçeyek ji kesên din û parçeyek ji weşanxaneyeke din, hemû parçe anîne ba hev û dibêjin, min wergerand. Jixwe re dikin bênder. Li bin guhê hev dixin û bi buhayekî erzan difiroşin. Çi kiriye, bo nimûne, çûye Gogol wergerandiye. Tu dibêjî vî camêrî Gogol wergerandiye? Radibin Turgenyev, çîrokên Tolstoy, Nietzsche werdigerînin. Ji van berheman werdigerînin. Şaşiyên ko di wê berhemê de bi riya tirkî çêbûye, ev şaşî bi awayekî du sê car îcar derbasî wergera kurdî dibin. Ji ber ko berhem ji zimanê resen nehatiye wergerandin.

Tu qet bûyî şahidê wergêriyeke bi vî rengî?

Belê belê. Ez qala tiştekî gelekî berbiçav bikim. Par pojeyek hebû. Ev ji bo min bûye derd, ez ê derdê xwe bibêjim. Hevalê me yên Stenbolê, ji bo ko lîstikeke şanoyê bilîzin, pêşniyar kirin. Berhema Ariel Dorfman a bi navê The Death and the Maiden (Mirin û Dûşîze) wekî projeyeke lîstikê anîn. Nivîskar bi xwe ji Şîliyê ye, bes bi îngilîzî dinivîsîne. Ev lîstika ko behs dikim berê wekî fîlima sînemayê jî ji aliyê Roman Polanski ve hatiye kişandin. Em ketin pey, me tekst peyda nekir. Min ji bo bidestxistina vê berhemê sîparîş da Amerîkayê. Min ê ev berhem ji îngilîzî wergeranda kurdî. Piştî demeke dirêj berhem gihişte ber destê min. Me dest pê kir, me heta nîvî wergerand. Di wê demê de, ji mala min a li Ferikoya Stenbolê, şev nîvê şevê dizan komputera min dizîn. Ew werger jî jixwe li ser kaxizê di destê me de tunebû. Paşê ji saziyên me yên Stenbolê hevalên me yên şanoger bihîstine, gotine, em ê wê lîstikê bilîzin. Min got, di nava xwe de li hev bikin, xem nake, ez ê careke din dest pê bikim û pirtûkê wergerînim. Gotin, na mamoste, em ê bilîzin, me pirtûk jî daye wergerandin. Kî wergerandiye? Gotin filankesî wergerandiye. Ez wî kesî baş nas dikim. Min got, çi bela ye, kingê ev kes fêrî îngilîzî bû?! Gotin, pirtûk ji wergera bi tirkî ya Weşanxaneya Canê wergerandiye kurdî. Ji wir, ji tirkî dest pê kirine û werdigerînin. Min pêşî bawer nekir. Piştî hefteyekê min lê nihêrî, min teksta wergerê li NÇM-ê dît. Hevalên me dest bi prowa û rahênanan kirine jî. Îcar yek; proje ne projeya wan bû. A duduyan, ez ew qas zehmetiyan dikişînim, ji bo pirtûkê sîparîşê didim, peyda dikim û werdigerînim û xwe amade dikim, da ko bi nivîskar re pêwendiyan daynim bo destûrê, ev tişt derdikeve pêşiya min. Sextekarî nabe! Divê nebe! Rê li ber me digirin û bêhurmetiyê dikin. Îro Weşanxaneya Canê pere ji bo telîfa wê pirtûkê daye û daye wergerandin. Xwediyê weşanxaneyê ko îro rabe, dikare dozê li van hevalên me yên lezgîn veke! Divê mirov li gorî pîvanên gerdûnî tevbigere, li gorî usûlê kar bike.

Tu wekî helbestkarekî rewşa helbesta kurdî çawa dibînî?

Bi giştî sergoyek heye. Çend nav ne tê de, romana ko tê nivîsandin sergoya romanê ye. Çend nav ne tê de, helbesta ko tê nivîsandin, a sergoyê ye. Ez bibêjim, li min nebûrin, bi kêrî pênc qurûşan nayê. Helbestkar bêyî ko bixwîne helbestan dinivîsîne. Helbestkarên me navên helbestkarên navdar ên li cîhanê nizanin, ew nexwendine, wan nas nakin. Me bi rik û kîna gundewariyê xwe ji dinyayê bê par hiştiye. Hin jê bi riya tirkî cîhanê dixwînin, du peyvan tînin ba hev û îcar quretiyan dikin. Li van şert û mercan, ez tercîh dikim hîç nepeyivim. Heya ji min tê ez nakevim wan civatan jî. Lê rewş bi giştî gelekî nebaş e. Heya niha çend werger ji zimanên resen hatine kirin, lê mixabin nivîskarên me van wergeran jî naxwînin. Haya wan ji hev jî tune. Îcar ez ê çawa karê xwe berdewam bikim. Ez beriya her tiştî vî karî ji bo xwe dikim. Tiştê ko min çik li ser piyan digire ev e, ne tiştekî din! Bê guman bi mebesta ko berhemên min bibin ên civakê vî karî dikim. Me got, em hin deriyan li wêjeya kurdî vekin. Lê niha ez gelekî bê hêvî me.

Em bi pirsekê bi dawî bikin. Zêdebûna pirtûkên di mala te de de bala min kişand. Çend pirtûkên te hene?

Pirtûkxane bi xwe mijareke gelekî balkêş e. Dîroka avakirina pirtûkxaneyekê bi tena serê xwe jixwe mijara romanê ye, wisa dibêjin, em jî wisa bibêjin. Hezkirina ji pirtûkan bi tena serê xwe nexweşiyek e. Bi raya min, her nivîskarekî/ê divê ji xwe re pirtûkxaneyeke baş ava bike. Xeyala Borges ew e ciyekî wekî Kokela Babîlê ava bibe, pirtûkek bi tenê tê de hebe û ew pirtûk, her ko tu rûpeleke wê vekî, gerdûnê zêde bike, her rûpeleke wê hemû zanyarî û hemû pirtûk tê de bin. Wî li welatê xwe berpirsiyariya pirtûkxaneyekê kiriye. Xeyalên wî yên li ser pirtûkxaneyeke mezin gelekî bi qîmet têne zanîn. Tiştê ko ew tê vedaye vê radeyê, piçekî Thomas de Quincey e, piçekî Dante ye, piçekî jî Shakespeare e. We got, pirtûkxane. Ew ferheng li cîhanê belav bûye, li ba tirkan jî hinekî çêbûye. Lê mixabin hê jî ev ferheng di nava kurdan de çênebûye. Kurd di wê hêlê de gelekî xizan in. Min di sala 1987-an de dest bi avakirina pirtûkxaneya xwe kir. Niha nêzîkî heft hezar pirtûk di pirtûkxaneya min de hene. Dil diviya bibûya 50 hezar pirtûk. Lê ez negihiştim vê armanca xwe. Niha ez dixwazim hejmarê bikim 10 hezar û berhemên herî biqalîte tê de bi cih bikim.

-----------------------------------
Nivîskar: MAŞALLAH DEKAK – PNA
Weşandin: 2008-07-10
Xwendin: 2443
 

KULTURMAGAZÎN   
Mewlanazade Rifat û ”Serbestî” (2017-06-08)
Efsaneya Bob Dylan – guh jî dikarin bixwînin (2016-12-02)
K24 dê 31-ê vê mehê dest bi weşanê bike (2015-10-28)
Sûrha Diyarbekirê û baxçeyên Hewselê bûn "mîrasê kulturî yê cîhanê" (2015-07-05)
Serdestiya jinan ya Rohat Alakom bi farisî derket (2015-05-13)
Ka em bi zîncîra seadetê PAKê bikin AK (2015-03-13)
Ferhenga Akademiya Swêdî piştî 117 salan bêyî "kurdî" naqede (2015-03-06)
[danasîn] Dereweke Piçûk (2014-06-05)
Tesîra medreseyên dînî li ser zimanê kurdî (2014-06-03)
Dinya di şîniya ”Gabo” de bû yek (2014-04-23)
Kitêbek li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistana Sûriyeyê (2014-04-04)
Barzanî û Erdogan dê bi minasebeta ”Şeb-î arûs” li Konyayê bicivin (2013-12-17)
Seîd Yusif: Qamişloya evînê ez kirim hunermend (2013-12-10)
Şivan Perwer li hêviya banga Ocalan nema (2013-11-12)
Cihgira seroka belediyeya Wêranşehrê bi cilûbergên kurdî çû karê xwe (2013-10-31)
Hesen Şerîf daye ser şopa klasîkên kurdan (2013-10-04)
Xelkê Gundikê Melî duhî çû ser ziyaretê (2013-10-04)
Hiner Selîm bi fîlma ”My Sweet Pepperland” beşdarî festîvala Cannesê dibe (2013-05-04)
Şivan Perwer xwe negirt – hawara xwe gihand Ocalan (2013-04-26)
“Şanoyeke dîrokî” – Siltan Ebdilhemîd (2013-03-23)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org