[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çêkirina ”zimanekê yekgirtî” zererê li zimanê kurdî dike
STOCKHOLM, 24/4 2007 – Çi ji ber germbûna hesta neteweyî û çi ji ber peydabûna dezgehên îdarî, perwerdekarî, zanistî û ragehandinî, me kurdan hizir di avakirina zimanekê standard ji bo nivîsînê, û - heta radayekê - ji bo axiftinê jî, de kiriye. Ev pirs ew qas germ û gur bûye heta serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di suhbeta xwe ya digel mamosta û xwandekarên zanîngeha Selahedînê de di 8-ê nîsanê de daxwaz kir ko komîteyek ji bo pêkanîna zimanekê yekgirtî bi lez bêt damezirandin. Ji ber ko mijara “zimanê yekgirtî” zêdetir li başûrê Kurdistanê têt behs kirin, mirov dizane ko komîteyek ya ko dê li ser zimanê yekgirtî bixebite dê hewil bide zaravayê soranî bike zimanê resmî yê herêma Kurdistanê yan jî dê lê bikole ko zimanekê ji soranî û kurmanciya Behdînan hevîrkirî biafirîne.

Kurmancî û soraniyê mil bi mil di pêşketin û werarkirina xwe ya siruştî de standardên xwe yên nivîsînê ava kirine. Vê pêşveçûnê hemî hewil û pêkolên avakirina ”zmanekê neteweyî”, çi bi sepandina zarekî li ser zarên dî yan jî bi afirandina zimanekê têkele, pûç kirine. Hosa, biryara ”konferensa kurdî” ya sala 1934-ê li Yekîtiya Soviyeta berê ya ko dixwast zarê kurmancî bibûya zimanê hemî kurdan yan biryara mamostayên kurd di sala 1959-ê de li Şeqlaweyê yên ko diviya soraniyê bikin zimanê fermî yê kurdan di nav defterên beşdarên wan kongireyan de bêruh man û, wek Cemal Nebez dibêje, ji xeyalê pêvetir ne tiştek bûn. Mimkin e ko yek ji egerên biserneketina prosesa perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanên devera Behdînan di salên desthilatdariya be’siyan de zalkirina zaravayê soranî li ser hisaba kurmanciyê bû.

Ji bilî yên wek Izidîn Mistefa Resûl, Refîq Sabîr, Muhsin Ciwamêr, Refîq Şiwanî û h.d. ko divê soraniyê bikin zimanê fermî yê herêma Kurdistanê, piraniya wan kesan yên ko behsê zimanê kurdî yê yekgirtî kiriye û dikin wisa hizir dikin ko bi çêkirina vî zimanî avakirina yekîtiya neteweyê kurd pêk têt û keresteyên vî zimanî divê ji têkelkirina hemî zarên kurdî yan ji têkelkirina soranî û kurmanciyê bên afirandin. Di vî warî de, Cemal Nebez û Ezîz Akreyî xwe ji qonaxa hîvî û gaziyan derbaz kiriye û pêngavên praktîkî havêtine. Nebezî di sala 1976-ê de bernameya xwe ji bo awa û destûrên vî ”zimanê yekgirtî” di pirtûka xwe Zimanî Yekgirtûy Kurdî de pêşkêş kiriye. Bingehê wî zimanî, wek ko ji nimûneyên wî diyar e, soranî ye. Akreyî jî di sala 1982-ê de pêşniyara rêzimaneka standard bo kurdiyê kiribû. Destûrên rêzimana wî ji bilî devoka Akreyê ya tamdayî bi piçek soraniyê pê ve ne tiştek bû. Berhemên henê jî di keviljankên xwe de riziyan û kes, xwe berhevkarên wan bi xwe jî, lê nebûn xwedî.

Helwêsta kurdên zimannas, bi giştî, ne li gel hindê ye ko zimanê kurdî yê standard ji têkelkirina çend zaravayan bêt çê kirin. Ew di wê baweriyê de ne ko tiştê herî qenc ew e rê li ber werarkirina siruştî ya zaravayan vekirî be heta ko di paşerojê de zimanekê standard bi awayekî ji awayan jê berhev dibe. Bo nimûne, demê profesor Merûf Xeznedar corên berhemên wêjeyî yên kurdî rêz dike, ew di heqê wan berheman yên ko bi têkelkirina lehceyên cida hatine dariştin de dibêje: ”eme resen nîye û dirust kirawe boye wernagîrê çunke ziman rûdawêkî komellayetî ye, ne be ferman dirust dekirê û ne le karxaneş daderêjirê”. Refîq Şiwanî di nivîseka xwe de aşkira dibêje: ”mehall e zimanî neteweyî be têkellkirdinî dû zar pêkbêt … çunke têkellkirdin arezûy mirov degeyênêt, emeş destûr degrêtewe, destûrgorînî zimanîş mehall e be arezû nabêt”. Afirandina kurdiyeka standard bi têkelkirina zaran bi dîtina Mihemed Emîn Hewramî halê hazir pêk nahêt û bi ya Kemal Fuadî ”hergîz pêk nayet … çunke ziman danataşirêt, bellku wek her şitêkî zîndû peyda ebêt”.

Lê, fikira ko yekbûna neteweyê kurd bi yekbûna zimanê kurdî ve girê dide her domdar e. Vê carê, ji bilî kesan, sazî û dezgehan jî xwe lê kiriye xudan. Enstîtuya kurdî ya Berlînê di konferensa xwe ya sala 1995-ê de gehişt wê encamê ko zimanekê neteweyî yê ko li ser bingehê zarê kurmancî bêt çêkirin pêwîst e. Dezgehên perwerdeyê yên Silêmaniyê bi cidî hewil didin soraniyê bikin zimanê resmî yê herêma Kurdistanê. Akademiya Kurdistanê (Korî Zanyarî Kurdistan) ya Hewlêrê dixebitî ko soranî û kurmanciyê bi wekhevkirina peyv û terman û paşî ya wan aliyên rêzimanî yên ko di herdu zaravayan de hevbeş in nêzîkî hev bike û zimanekê yekgirtî jê biafirîne.

”Zimanê yekgirtî” yê Akademiya Kurdistanê dê ew ziman be yê ko ji soranî û kurmanciya Behdînan pêk têt. Hin kes îdîa dikin ko ev herdu zar ji 70% heta 90% nêzîkî hev in. Heger mirov nezane ka pîvana wan kesan di vî babetî de çi ye û çewa ye, mirov neşêt hosa bi hêsanî vê nisbeyê bike bingeh ji bo yekkirina zaravayan. Diyardeyên rêzimanî yên ko kurmancî û soraniyê di vê serdemê de jêk cida dikin berhemê sedan salan û sedan guhorîn û bûyerên civakî, kulturî û siyasî ne. Diyardeyên ergatîviyê, zayendê, tewangê, du desteyên cînavan, forma pasîv ya ko ji "hatin" û radera lêkerê pêk têt, hebûna daçeka "ji"-ê, çêkirina demê bihêt bi "dê"-yê û hwd di kurmanciyê de destûrên pêkvegirêdayî û binigehî ne û bi yekcarî di soraniyê da nînin. Êdî çawa mirov dê karibe wan li hev û du nêzîk bike!

Herçend hewil û bizavên Akademiya Kurdistanê û xeyrî wê di avakirina zimanekê yekgirtî de ji dilsojiya wan bo xizmetkirina zimanê kurdî be û di çarçoveyê parastina yekîtiya neteweyî de bin, van hewil û bizavan dê tesîrên xwe yên negatîv li ser paşeroja zimanê kurdî bi giştî hebin. Ya yekê, kurdiya ko daxwazkerên zimanê yekgirtî xebatê bo dikin dê zimanek be ko bi tenê parçeyekê ji parçeyên Kurdistanê vegire. Hîngê hem zarekê nû dê li me zêde bibe û kêşeya zimanê standard dê aloztir bibe û hem sinorên kulturî yên nû dê di navbera kurdan da peyda bibin. Ya duyê, heger fikir ew be ko zimanê yekgirtî ji kurmancî û soraniya herêma Kurdistanê bêt çê kirin, hîngê kurmancên Behdînan dê ji kurmancên dî bên veqetandin. Devoka Behdînan, bila bi hukmê parçekirina Kurdistanê ji devokên dî yên kurmancî veqetiyaye û li gel soraniyê ketiye di eynî herêmê de, tayek e ji zaravayê kurmancî yê ko li beşên dî yên Kurdistanê têt bi kar anîn û pêwîst e di vî çarçoveyî da serederî li gel wê bête kirin. Ya sêyê, zimanê yekgirtî yê çêkirî dê tesîreka negatîv li rêbaza rewşenbîrî, civakî û nefsî ya herêmê bike. Ziman ne bi tenê deng, peyv û hevok e. Ew ne bes qalib û qaîde ye. Ew alavekê zîndî ye Em pê hest, hizir, jîrî û ezmûnên xwe derdibirîn. Me ew bi danûstandinên xwe yên bi dirêjiya sed, belkî hezar, salan sexbêr kiriye. Ew bûye parçeyek ji mejiyê me, ji kultura me û ji derûnê me. Guhorîna wî şêweyê zimanî yê heyî bi şêweyekê nûçêkirî rawestandina wê çerxa fikirî, kulturî û zanistî ye ya ko xelkê herêmê bi dirêjiya salan ajotiye.

Pilanên zimansexbêriyê li herêma Kurdistanê bi hest û dilsojiya neteweyî bi tenê dê bi zehmet bi ser bikevin. Rewşa ko niho li ber çav e wisa dixwaze ko soranî bi serê xwe û kurmancî bi serê xwe li kêleka hev rêbaza xwe bidomînin û bibin zimanên îdareyê, perwerdeyê, zanistê û ragihandinê. Heger rê li ber kurmanciya Behdînan bête vekirin û di çarçoveyê kurmanciya seranserî de bête sexbêr kirin, hîngê dê devera Behdînan bibe bingehekê herî giring bo geşkirin û pêşvebirina zaravayê kurmancî û dê bibe pirek bo germkirin û xurtkirina peywendiyên kurdên herêma Kurdistanê bi kurdên parçeyên dî yên Kurdistanê re.

-----------------------------------
Nivîskar: Newzad Hirorî
Weşandin: 2007-04-24
Xwendin: 20711
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ji Nefelê bo Kulturnameyê (2008-01-27)
Lêker di kurmanciyê de (1) (2007-12-19)
Behdînî û kurmancî: Hevoksazî (2006-10-23)
Behdînî û kurmancî: Parçeyên dî yên axiftinê (2006-10-16)
Behdînî û kurmancî: Lêker (II) (2006-10-07)
Behdînî û kurmancî: Lêker (I) (2006-09-07)
Behdînî û kurmancî: Zayend (2006-08-30)
Behdînî û kurmancî: Navdêr (2006-08-22)
Behdînî û kurmancî: Dengsazî (2006-08-13)
Behdînî û kurmancî: Alfabe (2006-07-05)
Behdînî û kurmancî (2006-06-27)
Pirhejmarî û giştîkirina îdîayan (2006-02-23)
Paşpirtika qebûlbar (2006-01-31)
Dengê berî [y]-yê (2006-01-18)
Heger tîpên dengdar hebin, dengên bêdeng jî hene (2005-12-07)
Kê alfabeya soranî çê kiriye? (2005-12-01)
Kî şikber e? (2005-11-14)
Rastiya »dê«-yê û rastnivîsa wê (2005-11-04)
Behdînî di navbera soranîkirin û kurmancîbûnê de (2005-10-20)
Rewşa zimanê kurdî li Îraqê (2005-09-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org