[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kê alfabeya soranî çê kiriye?
» Tabloya alfabeya kurdî
 
STOCKHOLM, 1/12 2005 – Alfabeya soranî ya ko soran û behdînî pê kurdiya xwe dinivîsin di qonaxên cida yên guhorînê de derbas bûye heta forma xwe ya vê serdemê wergirtiye. Tîpên vê alfabeyê bi xwe bi wan yên guhortî ve jî li ser bingehê alfabeya erebî ava bûne.

Ewrehmanî Hacî Marif dibêje ko kevintirîn destnivîsên kurdî diyar dikin ko nivîskarên kurd, wek yên faris, ji bo wan dengên ko di zimanê erebî de nebûn û hîç nîşan ji bo wan di alfabeya erebî de bi dest wan neketibûn bi sê niqteyan (ji bo dengên /j/, /v/ û hwd) yan bi xêzikekê (ji bo dengê /g/) li ser tîpên erebî kêmasî çareser kirine. Bo nimûne, tîpên erebî yên modîfiyekirî yên p, ç, j, v û g yên ko kurdan, bi îhtimaleka mezin, ji farisan wergirtine di destnivîsa Mela Mehmûdê Bayezîdî ya bi navê Adat û risûmatnameyê ekradiye ya sala 1858-ê de tên dîtin. Tîpa e di dîwana Melayê Cizîrî ya ko mîrê Amêdiyê Mihemed Teyar Paşayî sala 1815-ê bi xetê destê xwe nivîsîbû de heye.

Sal bi sal guhortin di wê alfabeya erebî ya ko kurdan pê dinivîsî de çê bûn û ji bo dengên kurdî pêşniyazên cida hatin kirin. Lê, van tîpên ko kurdên Îraq û Îranê niho pê dinivîsin şiklên xwe yên dawiyê ji berhemê Îbrahîm Emîn Baldarî wergirtine.

Baldar (1923-1998) kurdê Silêmaniyê bû. Ew di sala 1940-ê de bû mamostayê dibistanên destpêkê li bajarê xwe. Wî di wan salên mamostatiya xwe de dît ko herkes corekê cida yê tîpên kurdî li dibistanan nîşanî şagirdan dide. Di sala 1948-ê de, ji Baldarî hat xwastin ko dibistaneka destpêkê li gundê Casene yê devera Surdaşê nêzîkî Silêmaniyê veke. Ew wezîfe ji wî re delîveyeka zêrîn bû ko ji xwe re alfabeyeka nû çê bike û wê alfabeyê li ser xwandkarên xwe biceribîne.

Piştî çend hewil û bizavan, Baldarî di sala 1949-ê de pirtûka xwe ya dersên alfabeyê bi wezareta perwerdeyê ya wê serdemê da qebûl kirin. Ji ber ko ew tîpên nû yên ko wî di pirtûka xwe de bi kar anîbûn di çapxaneyên Îraqê de nebûn, biryar hat dan ko pirtûk dê bi dest bihata nivîsandin û di çapxaneya Necahê de li Bexdayê bihata kopî kirin. Di wê pirtûkê de, »r«-ya şidandî bi du »r«-yan hatibû nîşan kirin.

Baldarî di çapa duyê ya pirtûka xwe, ya ko wî navê wê kiribû Elfûbêy niwê bo mindallan û têbîniyên Tewfîq Wehbiyî li ser wergirtibûn, de şiklê »rr«-yê guhart û kir yek »r«. Wezareta perwerdeyê ew pirtûk bi wêneyên rengîn di sala 1953-ê de da çap kirin. Bi heman pîvan û rênivîsê, Baldarî pirtûkeka dî bi navê Elfûbê bo gewre ji bo mezinan di sala 1955-ê li Bexdayê da çap kirin.

Îbrahîm Baldar di sala 1951-ê de wek serperiştê danan, bijartin û çapkirina pirtûkên kurdî yên dibistanan li wezareta perwerdeyê hatibû damezirandin. Vî wezîfeyî desthilat dayê ko tîpên alfabeya xwe bê asteng belav bike û bide qebûl kirin. Wî soza çapkirina pirtûkên kurdî bi tîpên nû da çapxaneya Necahê (li Bexdayê) û rê da çapxaneyê ko qalibên wan tîpan ji Ewropayê bîne. Bi vê yekê, fabrîkayên ewropî yên ko mekîneyên çapê difirotin îraqiyan, tîpên Baldarî li mekîneyên xwe yên otomatîk zêde kirin. Çunkî karmendên çapxaneyên Bexdayê ne kurd bûn û kurdên ko li Bexdayê diman şarezayî tîpên kurdî yên nû nebûn, Baldarî bi xwe hinek kes fêrî alfabeya xwe kirin û karê serperiştiya çapkirina pirtûkên dersê yên kurdî spartê.

Di sala 1956-ê de, Îbrahîm Baldarî pirtûka alfabeyê bo zarokan, ya ko Trudi Mitlmana elmanî wêneyên wê resim kirine, cardî çap kir. Wî di vê çapê de ji bo »r«-ya şidandî v-yeka biçûk danî jêr »r«-yê. Ev pirtûk, Elfûbêy niwê, li gor Xebat Arif û Ferhad Şakelî, ji sala 1951-ê heta 1986-ê bîstûheşt caran hatiye çap kirin.

Bi vî awayî, alfabeya soranî gehişt qonaxa ko îro tê de ye. Ev alfabe û awayê fêrkirina wê her ji destpêkê ji bo zarokên soranîaxêv hatiye berhev kirin. Îbrahîm Baldarî di pirtûka xwe ya fêrkirina alfabeyê de hewil daye ko zarokan di dersên pêşiyê de hînî tîpên sivik ji bo nivîsînê bike û tîpên dijwartir bêxe dersên dawiyê. Nimûneyên ko wî bi kar anîne gişt bi soranî ne û ji wan tîpan yên ko zarok di dersên pêştir de fêr bûye pêk hatine. Vêca, wî tîpa »v«-yê xistiye di dersên 46 û 47 de ji ber ko, li gor wî, ew tîp ji bo nivîsandinê ji gelek tîpên dî dijwartir e. Baldarî ew ji ber peyivên »mirov«, »givegiv« û »virevir«-an ko soran bi kar tînin xistiye nav alfabeyê xwe. Frekvensa vî dengî û vê tîpê di kurmanciyê de 3%. Lewre, heger mirov vê tîpê di dersên pêşiyê de nîşanî şagirdên kurmanc neke, mirov nikare tîpên dî bê nimûneyên bi tîpa »v«-yê pêşkêşî wan bike. Kurmancên Behdînan bi vê pirsgirêkê hisyane û wan di çapa behdînî ya pirtûka Baldarî de tîpa »v«-yê xistiye di dersên 10 û 11-ê de û pê li destûrê kiriye. Herweha, ji ber ko peyiv di devoka Silêmaniyê de bi »h«-yê bi dawî nahên, Baldarî şiklê nivîsîna »h«-ya dawiyê, di peyiveka wek »deh«-ê de, diyar nekiriye. Haya Îbrahîm Baldarî ji ferqa navbera /l/-ya sivik û /l/-ya qelew di zarê Silêmaniyê de hebû, lewre du tîpên cida jê re çê kirin. Lê, haya wî ji dengên /p/, /t/, /k/ û /ç/ yên hewadar û nehewadar di kurmanciyê nebû, lewre, wî ew di alfabeya xwe de nîşan nekirine.

Sadiq Behadînê Amêdî, yê ko endamê Akademiya Kurdan li Bexdayê û karmendê beşê kurdî li Radyoya Bexdayê û mamostayê zimanê kurdî li zanistgeha Bexdayê bû, di nivîsareka xwe de li dor rênivîsa kurdî bi tîpên erebî dibêje: »Zimanzanêt kurd li Îraqê ev rênivîsîne bo zarê Silêmaniyê bi tinê yan jî soranî danaye ko pê bête nivîsîn; her ji ber hindê jî çend layêt kêm …[ji bo kurmanciyê] … tê da hene«. Amêdî çend kêmasiyên alfabeya erebî di wê nivîsarê de diyar dike û li dawiyê dibêje: »Ev çend bîrûbawerene derbarî nivîsîna kirmancî bi tîpêt erebî yêt min pêşkêşî xwîndevana kirîn ji serê nivîsîna min bi tîpêt erebî bo min diyar bibûn, belê çi cara nedihate hizira min ez li ser giriftariyêt dikevine rêka nivîsevanê kirmancî bi tîpêt erebî gotarekê ne di rojname yan kovara da belav kem ne jî di radyoya kurdî da belav kem, ji ber ko li nik min bêguman e ko kirmancî bi diristî bi tîpêt erebî nahête nivîsîn«.

------------------------------------
Têbînî

– Amêdî, Sadiq Behadîn. 1982. Rênivîsîna kurdî bi tîpêt erebî. Govarî Korî Zanyarî Êraq-Destey Kurd; c. 9, r. 135-148.
– Baldar, Îbrahîm Emîn. 1982. Zengî karwanî rênûsî kurdî. Govarî Korî Zanyarî Êraq-Destey Kurd; c. 9, r. 78-111.
– Baldar, Îbrahîm Emîn. 1999. Elfubêy niwê. Rastkirin: Xebat Arif û Ferhad Şakelî. Spånga: Apec Förlag.
– Cizîrî, Melayê. 2005. Dîwana Melayê Cizîrî. Berhevkirin: Tehsîn Doskî. Dihok: Spîrêz. R. 405.
– Marif, Ewrehmanî Hacî. 1985. Nûsînî order naltrexone kurdî be elfubêy ’erebî. Bexda: Emîndarêtî Giştîy Roşinbîrîy û Lawanî Nawçey Kurdistan. R. 25.

-----------------------------------
Nivîskar: Newzad Hirorî
Weşandin: 2005-12-01
Xwendin: 25706
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ji Nefelê bo Kulturnameyê (2008-01-27)
Lêker di kurmanciyê de (1) (2007-12-19)
Çêkirina ”zimanekê yekgirtî” zererê li zimanê kurdî dike (2007-04-24)
Behdînî û kurmancî: Hevoksazî (2006-10-23)
Behdînî û kurmancî: Parçeyên dî yên axiftinê (2006-10-16)
Behdînî û kurmancî: Lêker (II) (2006-10-07)
Behdînî û kurmancî: Lêker (I) (2006-09-07)
Behdînî û kurmancî: Zayend (2006-08-30)
Behdînî û kurmancî: Navdêr (2006-08-22)
Behdînî û kurmancî: Dengsazî (2006-08-13)
Behdînî û kurmancî: Alfabe (2006-07-05)
Behdînî û kurmancî (2006-06-27)
Pirhejmarî û giştîkirina îdîayan (2006-02-23)
Paşpirtika qebûlbar (2006-01-31)
Dengê berî [y]-yê (2006-01-18)
Heger tîpên dengdar hebin, dengên bêdeng jî hene (2005-12-07)
Kî şikber e? (2005-11-14)
Rastiya »dê«-yê û rastnivîsa wê (2005-11-04)
Behdînî di navbera soranîkirin û kurmancîbûnê de (2005-10-20)
Rewşa zimanê kurdî li Îraqê (2005-09-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org