[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 

purchase abortion pill online

abortion pill online usa
Mueyed Teyib: Heke biryara nehêlana kurmanciyê derket, xelkê me mafê xwenîşandan û manggirtinê heye
» Mueyed Teyib
DIHOK, 5/9 2006 — Rojnameya Evro di hejmara xwe ya roja 30/8 2006-ê de hevpeyivîneka Yasirê Hesenî li gel nivîskarê kurd û berpirsiyarê weşnxaneya Spîrêzê Mueyed Teyibî li ser kurmanciyê û pirsgirêka zimanê standardê kurdî li başûrê Kurdistanê belav kir. Ji ber giringiya babetî û dîtinên nivîskarî em vê hevpeyivînê ji xwendevanên xwe re belav dikin:

Evro:— Ev çend roj in di navendên rewşenbîrî û ragihandinê de axiftinek heye ko hindek hewl û bizavên xurt dihên kirin pêxemet jinavbirina kurmanciyê di programên xwendinê de û li ber e ev bibe biryara parlamnetoyê nexasme piştî ko herdu îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê bûne yek. Vê yekê jî bêtir ji 150 nivîskar û rewşenbîrên kurd ji derve û ji nav Kurdistanê, pêxemet ev kare sernegire, han dane ko îmzeyên nerazîbûnê xirve bikin û bidin serokê Kurdistanê. Herwesa ji bo vekolîna vê yekê û hişyarkirina xelkê me kor û semîner dihên kirin. Lê heta çi radeyî ev axiftine rast e, nexasme piştî serokê parlamentoya Kurdistanê ev yek red kirî? Kî li pişt vê meseleyê ye û ev di berjewedniya kê de ye?

Mueyed Teyib: — Em kurd dibêjin: »Çi dukêl bê agir nînin«. Rastî jî ev bizav û hewlên nuke dihêne kirin, berî nuke jî hebûne û xelkek li wê rê (li Hewlêr û Silêmaniyê) li dijî hindê bû ko kurmancî li xwendingehan hatiye xwendin û programên wê bi kurmancî hatine nivîsîn, lê ew hewl û bizav tenê axiftin bûn. Li vê dûmahiyê wesa diyar dibe ko roj bo rojê ev kesên li dijî xwendina kurmanciyê ne li xwendingehê xwe pitir rêxistine. Weku min hindek pêzanîn peyda kirîn ko hindek endamên parlamentoyê ji herdu kutleyan (ji Yekîtî û ji Partî jî) gehiştine vê qenaetê û li wê baweriyê ne ko ew programê li Silêmaniyê dihête xwendin baştirîn program e ko hemî Kurdistanê vebigire û lê bihêt xwendin digel hindek destkariyên sivik.

Bo van hewlên ko heta nuke hatine kirin serokê parlamentoyê gotiye ko çi biryarên hosa nînin dema bersiva pirsiyareka hosa jê hatiye kirin. Ev bersiva henê tiştekê baş bû û cihê diltenakirina xelkekî bû. Lê ez bi xwe ligel hindê bûm ko bersiva serokê parlamentoyê bi vî rengî neba, belkî bersiva wî wesa ba ko gotiba em wekî parlamento rê nadin biryareka wesa di parlamentoyê de derbaz bibe. Ev da bersiveka baştir be bo wê nîgeraniya evroke li dev xelkê me peyda bûyî.

Evro:— Ma biryarên wesa karê parlamentoyê ne?

Mueyed Teyib: — Bi rastî biryareka wesa ne karê parlamentoyê ye ko parlamento bide. Herçende em wesa hizir dikin ko her biryareka parlamento dide ew wê bi awayekê demokratî dide. Lê hindek biryar hene heke raya wî xelkê ko biryar di derheqê wan de derdikeve nehêt standin û biryar ji parlamentoyê yan ji çi cihê din derbikeve ew ne demokratî ye. Wekî bo nimûne biryara îbadekirina (jinavbirina) miletekî xwe ew bi dengdanê jî be ma dê çi demokratî tê de be.

Divêt biryareka wesa bo xelkê parêzgeha Dihokê be û bo kurmancan be û paşî dê zimanzan li ser rûnin û bi kûratî û bi şêweyekê zanistî behis kin. Yên ko di parlamnetoyê de ne, ew endamên parlamentoyê ne û rêza me ji bo wan heye, lê ew ne zimanzan in û yên ko tiştekî ji vê meseleyê dizanin hejmarên wan ne gelek in. Divêt şarezayî û raya xelkî li berçav bihêt girtin.

Evro:— Heke programên xwendinê tenê bûne soranî û ser girt dê çi ziyan hebin?

Mueyed Teyib: — Ev tiştekê baş nabe ko zimanê nivêsînê û yekemîn edebiyata nivîskî ya kurdî bi vî zaraveyî hatiye nivêsîn û piraniya miletê me li parçeyên din yên Kurdistanê jî bi vî zaraveyî diaxivin û dinivêsin jî bihêt qedexe kirin. Qedexekirina vî zaraveyî di berjewedniya miletê kurd de nabe.

Evroke li Kurdistana Îraqê azadiyek a heyî, şensekê mezin yê kurdan heye ko li Kurdistana Îraqê kurmanc jî hene, soran jî hene, feylî û hewremanî jî hene û xwezî pişkeka zazayî jî heba. Ji ber ko di vê azadiyê de hemî zarave û edebiyata kurdî dê pêş bikeve.

Wextê em evroke kurmanciyê ji nav xwendingehê rakin em du sê xeletiyên mezin dikin: Yek em wê delîveyê ko diviya kurmanc li parçeyên din yên Kurdistanê piştgiriyê ji Kurdistana Îraqê werbigirin dibirin. Ya duyê jî wekî em hemî dizanin evroke navgînên ragihandinê ji televizyon û radyo û rojname û kovarên bi kurmancî derdikevin. Ji bo ko bo me kadirek bihête perwerdekirin û zimanê di van rojname û kovaran de roj bo rojê baştir lê bike. Heke me nehêla ew em wê delîveyê jî dibirin û kadirekê ko me pêwîstî pê heyî em rê lê digirin.

Evro:— Baş e çi bihête kirin bo sernegirtina vê bizavê û kî pê radibe?

Mueyed Teyib: — Evroke di azadiyê de ko welatek azad be û di sîstemekê demokrat de bijît, helbet biryarên li dijî îradeya wî miletî, şansê bicihanîna wan biryaran gelek kêm e. Evro li Kurdistana Îraqê wekî em dizanin kurd azad in. Me’na wê ew e ko biryara wan di destê wan de ye. Heke berî nuke, em bibêjin hindek kes şiyabane wextê rijêma Sedamî di vê meselê de qenaetê bo wezareta perwerdeyê yan filan cihê berpirs çê bikin û vê biryarê li dijî miletî derbêxin, lê evroke delîveya wan gelek kêm e.

Ez dibêjim ev hewlên dihêne kirin ko kurmanciyê li xwendingehan qedexe bikin ser nakevin. Parlamento û hikûmeta Kurdistanê jî maf nîne biryareka wesa bide û xelkê me jî maf heye li dijî wê biryarê rabiweste. Em ne di welatekî de dijîn ko rijêmeka serqutker li wê rê heye û dê xelkî bi hesin û xwînê bê deng bike.

Em li vê derê, xelkê parêzgeha Dihokê yên ko bi rastî divên ko zarokên wan kurmanciyê bixwînin, dişên li dijî biryareka wesa rabiwestin û dişên wê biryarê rabiwestînin. Heta eger briyareka wesa derbikeve jî, wî wextî xelkê me hemî mafek heye, ji xwenîşandanê heta manggirtinê, ko nehêlin zarokên wan biçine xwendingehê. Em dê wî heqî bi kar bînin û mumkin nîne biryareka wesa li ser me de derbaz bibe.

Evro:— Berî ev tişt bibe biryar me çi rêkên din hene ko em bi kar bîin?

Mueyed Teyib: — Divêt em bi nefseka nerim û birayane seh kinê. Em, wekî du rayên cuda, munaqeşeyeka zanistane û liserxwe bikin ji bo ko em qenaetê bo wan kurdan jî çê bikin, ko ev dîtina wan durist nabe. Ez dibêjim ev hizirkirin behra pitir ji te’esubê ye û ev hindek caran ji nezanînê jî dihêt.

Hindek birader wesa hizir dikin ko kurmancî bikêr xwendin û nivêsînê nahêt. Mixabin hindek kurmanc jî wesa hizir dikin ko ew zarevayekê paşketî ye û soranî ya pêşketî ye bê ko ew hizra hindê bikin ka erê gelo di desthilata me de ye ko em nuke biryareka wesa bidin ko soranî bibe zimanê seranserî Kurdistanê.

Yek em neşên ji ber ko Kurdistan ne tenê ev Kurdistan e, me sê parçeyên din yên Kurdistanê hene û piraniya miletê kurd li derveyî vê parçeya Kurdistanê dijît lewma mumkin nîne em rojekê ji rojan weha bikin.

Heke hemî soran bibine mamosteyên seretayî ew têra xwendingehên Trikiyeyê (Kurdistana bakûr) nakin heke subehî miletê kurd li wê rê jî azad bû û viya bi kurdî bixwîne. Madem ev nebe bila rê bidin herdu zarave azad bin û pêkve pêş bikevin.

Min guman di hindê de nîne ko televizyonan bi belavkirina dengûbasên xwe di yek belavok de bi soranî û kurmancî we(ha) kir ko guhê soranekî aşnayî kurmanciyê bibe û guhê kurmancekî aşnayî soraniyê bibe û evroke soranî û kurmancî wesa xerîb nahête ber guhê xelkekî.

Evca divêt xelkê me wesa bo desthilatê diyar bike ko em biryareka wesa qebûl nakin. Du, em bi şêweyekê zanistî wan biraderan tê bigehînin ko ew di vê pêşniyara xwe de xelet in û em vê nekin meseleyeka tee’sub û duberekiyê.

Evro:— Eva nuke dihêt kirin wekî komkirina îmzeyan yan gêrana kor û semîneran û hişyarkirina xelkî di navgînên ragihandinê de dê çend ya wecdar be?

Mueyed Teyib: — Ez dibêjim di sîstemekê demokrat de, bi taybetî j heke hikûmet ji aliyê miletî ve hilbijartî be, hemî rêkên demokratî bo rawestandina biryarekê yan dana biryarekê rewa ne. Komkirina îmzeyan, xwenîşandan, duristkirina raya giştî, azirandina vî babetî di navgînên ragihandinê de, hemî rêkên demokratî ne û ev bo du tiştan bi kar dihên: yan bo rawestandina pêşniyara biryarekê ko tirsek heye ew bibe biryar, yan jî bo dana biryarekê ko daxwaza xelkekî ye. Ji ber hindê ev rêkên me gotîn rewa ne bo dana yan ragirtina biryarekê.

Lê gelek baş e berî biryar derbikeve ev hewe xurttir û gerimtir bibe da ko biryar dernekeve. Ji ber ko demê biryar derdikeve û ne bi dlê xelkî be, (kardaneve) red fi’la xelkî dijwartir dibe. Ji bo hindê jî baş e ko desthilat bizane dê berhingariyeka mezin li biryareka wesa hêt kirin. Ji ber wê jî ev biryare nehêt dan baştir e ji hindê bihêt dan û paşî nehêt bi cih anîn.

Evro:— Gerentî çi ye ko ragirtina biryareka wesa berwext nebe û ne dûr e di her delîveyeka din de ya ko peyda bibe biraderên soran rabine ser yek û duya xwe?

Mueyed Teyib: — Pirsiyareka gelek giring e. Wekî em dizanin di kongireya Yekîtiya Mamosteyan de li sala 1958-ê li Şeqlaweyê hewlên vê hatibûn dan. Berî hîngê hewlên hindê hatibûn dan, her ji salên bîstan û heta nuke. Birayên me li Silêmaniyê û li Hewlêrê ji nivîskar û zimanzanan ranewestiyane û wan berdewam hewildaye ko soraniyê bikin zimanê Kurdistanê hemiyê, bi kêmanî li qonaxa yekê li Kurdistana Îraqê. Wan berdewam di rêya hindê jî de tenê yek asteng dîtiye û ew jî hebûna behdînaniyan (kurmanciyê) li Kurdistana Îraqê. Ew dibêjin heke kurmanc li vê rê neban me çi arêşeya zimanî nedima û nuke ziman biba soranî. Wesa diyar e her careka wan hewil jî dane ew bi ser nekftin û her careka wan hewil dan pitir hişyarî li dev kurmancan durist kir ko xelkê me li dijî vê biryarê derbikevin.

Ji bo wê jî diviya vê carê madem me dest havêtê û heta sala 2006-ê hatiye û piştî kurmancî bûye rastî û çûye di xwendingehan de û bûye zimanê xwendingehê û ji nû ve ew wesa bi germî dihên û pêşniyarê didin ko kurmanciyê ji binî qedexe bikin, diviya em vê carê hewil bidin ko vê munaqeşeyê yekalî bikin. Ew jî ew e ko em daxwaz bikin ko careka din her ji yekê seretayî û heta zankoyê jî her bi kurmancî bixwînin. Digel vê kurmanciyê programekê wesa dabinin ko soraniyê jî fêr bibin û soran jî kurmanciyê fêr bibin. Ji vê pêveitr çi rêkên din nînin.

-----------------------------------
Nivîskar: Yasirê Hesenî
Weşandin: 2006-09-05
Xwendin: 5155
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org