[ ÇARŞEM, 2024-05-08 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm
» Enwer Karahan û Hesenê Metê sohbeteke dojehiyane dikin
HEVPEYVÎN

STOCKHOLM, 22/6 2007 — Min bi Hesenê Metê re sohbeteke dirêj kir û ji vê sohbeta me gelek tişt derketin holê ko xwedevanên kurdî di derheqê wî de meraq dikin yan jî nizanin. Fikrên Hesenê Metê, fantazî û xeyalên wî, zaroktiya wî, îdolên wî, reng û heywanê ko ew jê hez dike, jina di îdeala wî de… û gelek tiştên dinê ko dikare ji bona we jî balkêş bin, min kir şeklê pirs û bersivan. Zêdeyî sed pirs û bersivan ji vê sohbeta me derketin. Bi îhtimala ko ew ê gelekî dirêj be, ez vê sohbetê dikim du beş û vê gavê beşê pêşî ji bona xwendevanên Nefelê belav dikim.

***

Enwer Karahan: — Tu dixwazî em ji navê Hesenê Metê dest pê bikin, ev nav ji kê derê tê, rastiya wî çi ye?

Hesenê Metê: — Rehma Xwedê li hemû miriyan, li wê jî be... meta min a rehmetî ev nav li min kiriye. Di piçûktiyê de dema çav li min diket, hemêza xwe fereh dikir, ban min dikir û digot, “Were Hesenê Meta xwe...” dû re lê zêde dikir û digot: “Hesenê Metê”. Ev nav esereke meta min e.

Enwer Karahan: — Hesenê Metê, xwendevanên kurd te wek çîroknivîskar nas dikin, ev tespîteke rast e? Yan jî bi gotineke dinê, tu vê sifetê (gotina “çîrok û çîroknivîskariyê”) qebûl dikî?

Hesenê Metê: — Ez dizanim ko ev navê “çîrok”ê di nav nivîskarên kurd de bi maneya “novel”ê tê bikar anîn û çi xwenda û çi jî bêsewad ev “çîrok” di nav xelkê kurd de jî tê bikar anîn. Lê bi du maneyên cuda. Bi qasî ko ez dizanim tevayiya xelkê kurd bi maneya “saga”ya swêdî yan jî “masal”a tirkî de bikar tînin û nivîskarên kurd jî bi maneya “novel”ê. Îcar ez jî û ew hemû nivîskarên ko novelan dinivisînin jî... bêguman em novelîst in, nivîskarên novelan in; em ne çîroknivîs in. Ji ber ko vî navê “çîrok”ê maneyeke xwe ya din heye, bi hezar salan e ko her bi maneya xwe ya “saga”ya swêdî û “masal”a tirkî di nava xelkê de cîhê xwe girtiye. Cîh, wext, qehreman û vebêjerê çîrokê anonîm in. Lê ev xalên vegotina hunerî ne welê ne, mişexis in. Ji ber vê yekê divê em navekî ji vî navê “çîrok”ê dûr li vî babetê edebiyatê bikin.

Enwer Karahan: — Çima novel, ev gotina novelê ji kê derê tê?

Hesenê Metê: — Ji ber ko di lîteraturê de kevintirîn navê vê babeta nivîsandinê ev e, novel. Novel peyveke îtalî ye û tê maneya nûçe û nûyînê. Ev gotin cara pêşî di deftera rêdarên qiralên îtalî de peyda bûye. Di wê defterê de weke “novellae” derbas dibe û dibêjin di wê demê de di bin vî navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin. Dû re ev terma novelê bi maneya bûyer an jî bûyerên nû di antolojiyên qesrên Italiyaya kevin de derdikeve pêş.

— Lê di salên 1350yî de bi navê Giovannî Boccaccio nivîskarekî îtalî sed novelên kurt bi huner û pîvanên novelên îroyîn bi awayê prosayî dinivîsîne û bi navê Novelên Decameron belav dike. Û herweha ev di tradisyona ewrûpî de dibe cara yekem ko bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengê hunereke bilind têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê cîhê xwe digire. Ew novelên ko îro bi gelek reng, stîl û ekolên nû û cuda ne, hemû jî ji wê demê ne. Lê navê novelê li gor zimanan hatine guhertin û hîn jî têne guhertin. Wek nimûne: di swêdî de berê “historiet” bû, dû re bû “novell”, di tirkî de “hîkaye” bû lê anuha kirine “öykü”. Lê di zimanê kurdî de ev terma “çîrok”ê bi du awayan şikestî ye: yek lezet û maneyeke xwe ya xas heye ko ji wir dikeve, dudu wê maneya novelê nade.

Enwer Karahan: — Heger ko em bibêjin “çîrok” yan jî “kurteçîrok” çi dibe?

Hesenê Metê: — Ez tiştekî bûyî ji te re bibêjim. Ev dibe sê car ko sazî û kovarên cuda, di wext û salên cuda de musabeqeya “çîrokan” çêdikin û wan ji min jî rîca kirine ko ez jî wek yekî ji wan endamên juriyê li wan binerim. Berhemên ko ji bo musabeqeyê hatine û gêhîştine destê me, gelek ji wan weha dest pê dikin: “Hebû tune bû, ji Xwedê mezintir kes tune bû...” dibêje û dest bi çîrokê dike. Çîrokên ko bi rastî jî çîrok, çîrokên ko belkî jî ji hezar salan vir de bi şêweyeke anonîm hatine vegotin û hatine guhdar kirin. Û a rast jî ew e, çîrok welê ye, “çîrok” ne novel e. Novela ko em dibêjin pexşana hunerî ye ko bi hukmê fantazî, estetîk û ruhiyeta nivîskarekî şexsî hatiye hûnandin.

— Ez baş dizanim ko meriv bigotaya musabeqe ji bo romanê ye, kesê ko romanê nas dike ji xwe ew ê roman bi rê bikira. Kesê ko navê romanê nas nekiraya, ew ê bi kêmanî bigota ev ne karê min e û xwe neda ber vê yekê.

— Lê ko tu peyva “çîrok”ê bibêjî, ew ê jî li gor wê peyvê ji te re çîrokan bişînin. Peyva “çîrok”ê ji bilî lezet û maneya xwe ya xas ne tiştekî din e, dixwazim bibêjim ne “novel” e.

Enwer Karahan: — Baş e, te çima di nivîskariya xwe de nivîsîna novelê hilbijart?

Hesenê Metê: — Ez baş nizanim... lê belkî jî ji ber estetîk, formeke xwe ya guvuşandî û hunera vê babetê ye ko min xwe li nivîsandina novelê rakişandiye.

Enwer Karahan: — Ji hêla maneyê de, çîrok/novel ji bo te çi ye?

Hesenê Metê: — Ji bona min, novel ew e: di hunera nivîsandinê de xurtirîn û kubartirîn form e ko ez pê hisên xwe der bikim.

Enwer Karahan: — Em dibînin ko tu di novelên xwe de giraniyê didî ser sembol û gotinên veşartî, sebeb çi ye?

Hesenê Metê: — Zimanekî bi sembol mîna neynikeke derizî ye. Ji bo ko meriv di vê neynikê de wêneyekî xwe yê rast bibîne belkî jî pêwîstî bi hinek dîmensiyonên cuda çêdibe ko meriv pê di vê neynikê de li xwe mêze bike. Ev jî ji bo nivîsê lezeteke xas û xweş e, ez wusa dizanim.

Enwer Karahan: — Heger tu bikarî bi sembolekê vê meseleyê vekî, tu dê çawa îzah bikî?

Hesenê Metê: — Qehremanekî min dibêje: “Ew nêzîktir tê, destê xwe di eniya min re dide û tiştinan bi lêv dike. Ez fam nakim bê bi çi zimanî ye, lê ez bawer dikim ko yek ji wan zimanên tevlihev bû, zimanê ko Xwedê li keleha Babîlê tevlihev kir.” Ji bo ko xwendevan lezetekê ji vê yekê werbigire divê pencereyeke wî ya nivîsên pîrozwer hebe yan jî ji xwe re pencereyeke welê veke. Di vê sembola keleha Babîlê de valahîyek, veşartiyek çêdibe ko xwendevan bi xwe lê bikole wê valahiyê dagire.

Enwer Karahan: — Di novelên te de qehremanên te dikizkizin, ji jiyana xwe ne razî ne; bi gotineke dinê, îsyankar in, lê pasîf in, çima?

Hesenê Metê: — Çawa bibêjim... dibe ko ji bo vê yekê îzahateke min a baş tune be. Baş nizanim lê jiyan tenê vî aliyê xwe nîşanî min dide, ez welê dizanim, welê dibînim... Weha xuya ye ko xezeba min di qehremanên min jî digere, belkî jî ji ber vê yekê ye.

Enwer Karahan: — Qeneetek heye ko Hesenê Metê pesîmîst e, ji tiştekî ne razî ye, rastiya vê yekê heye, yan jî bi gotinek dinê, têkiliya vê “xezebê” û vê pirsê heye?

Hesenê Metê: — Na. Têkiliya min û qahremanên min tiştekî din e. Rastiya pesîmîstiya min heye, nerazîbûneke min jî heye... lê ne ji pozbilindî û quretiyekê ye. Ev tiştekî min î arizî ye. Lê ji min nepirse çima, ji ber ko ez jî nikanim îzah bikim.

Enwer Karahan: — Baş e, ez jî napirsim... Gava ko tu dinivîsî, tu çi his dikî?

Hesenê Metê: — Bawer bike, dema ko ez his dikim ez dinivîsim, ne ko ez dinivîsim û his dikim. Ez his dikim û dû re dinivîsim. Ez his dikim, dest pê dikim, dinivîsim û gelek caran bi nivîsê re, bi gotinan re, bi qehremanan re dikenim û bi wan re digirîm.

Enwer Karahan: — Hene... qehremanê ko tu pê re giriya bî?

Hesenê Metê: — Di Panoramyê de bi Faro re, di Şanoger de bi Tos re, di Labîrenta Cinan de bi Gebranê Baço re... erê çawa, ez bi wan re giriyame. Ez şerm nakim bibêjim.

Enwer Karahan: — Baş e, ma ewqas realîst in, bûyerên ko tu dinivîsî, qehremanên ko tu bi dev û gotin dikî, ewqas rast in?

Hesenê Metê: — Me bahsa hisên nivîsandinê kir, loma dibêjim. Lê dereceya rastiya wan tiştekî din e, ya giring ew e ko tu xwe serwext bikî ko tu ji dil dinivîsî û bi qehremanên xwe re semîmî yî. Li ba min hisên nivîsandinê jî û pîvan jî ev e.

Enwer Karahan: — Tu di kîjan wextan de dinivîsî, tu wexteke diyar heye?

Hesenê Metê: — Di pêlên nivîsandina min de demên xas tune ne, lê bêtir di demên bêdeng û derengê şevan de dibe. Ji xwe ew jî ne hertim, carina dinivîsim.

Enwer Karahan: — Tu noveleke xwe çawa dinivîsî, pêvajoya nivîsîna wê çawa dibe?

Hesenê Metê: — Di hinek deman de jiyan giraniyekê dide ser ruh û mejiyê meriv. Ko meriv bi şêweyekê vê giraniya jiyanê li xwe sivik neke dikane bibe sedemên naxoşiyên ruhî. Ji bo min nivîsandin ne rengdêreke entelektuelî ye, ne ji bo navûdengekî qelew, ne ji bo maqûlî û welatparêziyekê ye. Bi gotineke dinê, ji bo ko naxoşiyan li ber xwe belav bikim, bi ruh û bi mejiyê xwe rehet bibim, ez carinan vî karê nivîsandinê dikim.

— Di nivîsandinê de tîpên îdealîzekirî qet bala min nekişandine. Fîgurên ko bala min dikişînin, saxikên şîrîn in, rebenên dewlemend in, şikeftên devgirtî ne… bêyî van karakteran ez nikanim binivîsînim. Ew bi xwe aliyekî rastiyê ne, aliyekî merivan in, aliyekî jiyanê ne, ez dikim û dixwazim van aliyan bi zar û zimanekî şîrîn bihûnim. Pêşiyê ez motîva fîgurekî peyda dikim, di serê xwe de dikewînim, ditewînim, dimeyînim û pirî caran gelek wext û serêş divê heta ko bi ser formekê ve bibim. Dû re jî dest bi hûnandinê dikim. Pirî caran ez û fîgurên xwe, ez û motîva xwe, ez û hûnandina xwe em li hev nakin û novel nîvçe dimîne. Îro jî gelek novelên nîvçe hene û ez nizanim bê kê dera wan jî nîvçe ne. Ez li bendê me ko rojekê bi ser wan kêmasiyên wan ve bibim.

Enwer Karahan: — Tu bawer dikî ko nivîskarên çîroka kurdî (yan jî bi gotina te yên novelê) heqê wê didinê, hurmeta wê digrin, yan jî wê ji xwe re dikin pêlikeke destpêka nivîskariya xwe?

Hesenê Metê: — Di nav novelnivîskarên kurd de kesên ko di hunera novelê de biserketî hene, kesên ko bi tevayî nebe jî di hinek novelên xwe de biserketî hene, kesên ko bi ser neketine jî hene… ez ne bi wê yekê re me ko hunera nivîsandina novelê ji bo destpêka nivîskariyê pêlikek be. Kesên ko welê bifikirin, bi wêrekî dikanim bibêjim ko wan hunera nivîsandina novelê fam nekirine û hay ji ziravî û tenikiya vê hunerê tune ye, wan hay ji kubariya hunera novelê tune.

Enwer Karahan: — Li gora baweriya te, novel/çîroka kurdî gîhaye kîjan astê?

Hesenê Metê: — Di kurdî de jî gelek novelên bi asteke pak û bilind hatine nivîsandin -qesta min kurmancî ye-, lê gelek tiştên jar û naşibin novelê jî di bin navê novelê de hatine nivîsîn, hatine weşandin.

Enwer Karahan: — Hêviya te di novelîstên nuh de heye?

Hesenê Metê: — Ew derfet heye ko novelîstên xort û nuh novelên bêtir biserketî binivîsin. Lewra di roja îroj de îmkanên wan di kurdî de heye ko ew novelên biserketî, kêmbiserketî û yên nebiserketî jî bibînin, bixwînin û pê re bijîn. Hêviya min heye ko ew di rojên pêş de novelên astbilindtir biafirînin û di novelîstiya kurdî de bibin nav û nimûneyên baş.

Enwer Karahan: — Kes hene ko kêfa te ji novelên wan re tê/bê?

Hesenê Metê: — Hene, lê ne gelek in.

Enwer Karahan: — Em bala xwe didinê ko gelek nivîskarên novelê piştî demekê derbasî nivîsîna romanê dibin, ev ji bo te çawa ye?

Hesenê Metê: — Hunera romanê jî hunereke xweser û bilind e. Ji bo hinekan dikane forma romanê rehetir be, ji bo bûyera nivîskêr bêtir dest bide. Lê ji bona min ne tiştekî aktuel e.

Enwer Karahan: — Ev tê wê maneyê ko te roman nenivîsiye?

Hesenê Metê: — Na, min nenivîsiye.

Enwer Karahan: — Lê li ser kitêbên te ”roman” hatiye nivîsîn, ev çawa tê?

Hesenê Metê: — Li gel ko rêz û rûpelên du novelên min dirêj in, li gel ko di çapên wan yên duduyan de weke roman bi nav bûne jî… ez bi xwe wan weke roman nabînim û ez dibêjim, ew novel in. De îcar ev pîvan û sînorên di navbera novel û romanê de çi ne, ew jî cîhê minaqaşeyekê ye, minaqaşeya ko heta îro di nava xelkê de jî safî nebûye.

Enwer Karahan: — Baş e tu qet nafikîrî romanê binivîsî?

Hesenê Metê: — Aniha fikreke min a welê tune ye, ez bawer nakim ko bixwazim jî. Lewra ew tiştê ko ez bixwazim bidim, ez ê bikanim di xisûsiyetên novelê de bidim, çi kurt çi dirêj.

Enwer Karahan: — Heger tu bi çend gotinan bahsa wan xisûsiyetan bikî?

Hesenê Metê: — Ji bo ko tu tiştekî bibînî, pêwîst nake tu tevayiya laşê xwe bizivirînî û wî tiştî bibînî. Têr dike ko tu di ser milên xwe re, di kêleka xwe re, di bin çavan re jî li wî tiştî binerî û bibînî, belkî jî cudahî ev e. Heger ko ez dîsa bibêjim, novel: bi qasî romanê rê nade nivîskêr ko qelpî û zexeliyan bike, cêwî û hewiya romanê ye, xwediyê formeke şidiyayî û guvaştî ye, dihêle ko xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatiyeke hunerî û kakilê vegotinê ye... lê roman dikane ne welê be.

Enwer Karahan: — Tu ji xwendevanên xwe razî yî? Tu bawer dikî ko kitêbên te tên xwendin?

Hesenê Metê: — Ne zêde, belkî ne bi têra xwe… lê ez bawer dikim ko tên xwendin.

Enwer Karahan: — Tu qet ji xwendevanan reaksiyonan werdigirî?

Hesenê Metê: — Kêm be jî ez reaksyonan werdigirim, reaksyonên baş werdigirim.

Enwer Karahan: — Lê ji weşangerên xwe, tu bawer dikî ko kitêbên te baş tên belav kirin?

Hesenê Metê: — Bêguman weşanger dikanin baştir û profesyoneltir bin, lê di roja îroj de, di bazara kurmanciya îroj de, weşanger zêde nikanin tiştekî bikin.

Enwer Karahan: — Sedemên ko zêdetir nikarin çi ne?

Hesenê Metê: — Sedem gelek in. Ji sedemên dîrokî heta bi sedemên civakî û siyasî… ez kesekî gunehkar nakim, lê van sedeman welê kiriye ko êdî di civakê de jî seqetiyeke fonksiyonelî pêk hatiye. Ko em werin ser pirsa te, karê ko divê weşanger pê rabe îroj propagandayên siyasî û belediye pê radibin. Ev jî dihêle ko weşangerî ji fonksiyona xwe lawaz bikeve, girseya xwendevanan kolonîze bibe û marîfeta xwendinê berê xwe bide cîhekî çewt. Mixabin, di civaka me de îroj kultureke xatir, şekir û kampanyayan ava bûye. Bi vê kulturê ne nivîskar, ne xwendevan û ne jî weşanger dikanin bi fonksiyona xwe ya xas ve rabin.

Enwer Karahan: — Ma tu van aktîvîteyên belediyeyan pozîtîf nabînî?

Hesenê Metê: — Erdê ko dewleteke me lê tune be, îdareyek me lê tune be, bêguman tiştekî gelekî pozîtîf e ko belediye destê xwe yê alîkariyê dirêjî vê yekê bike, qedirê qelem û kitêba kurdî bizane û rûmetekê bide nivîskarên kurd… lê tirsa min ew e ko ev tişt di çarçoveya belediyeyan de bimîne. Kultureke belediyeyî ava dibe û ne tiştekî din. Nivîskarên ko di hewşên belediyeyan de mezin bibin ne ji xisûsiyetên meziniyeke nivîskariyê ne. Xwendevanên ko di wan hewşan de zêde bibin û ew ê zû jî kêm bibin. Tirsa min ev e. Nabêjim belediye karên baş nakin, lê karê edebiyatê û xwendina kitêban, karê weşangerî û belavkirina kitêban, ne karê belediyeyan e. Di vî warî de metodên belediyeyên îroj nakeve serê min.

Enwer Karahan: — Metodên ko belediye ji bo vê yekê baştir bikin çi ne?

Hesenê Metê: — Ez naxwazim şîretan bikim. Heger ko hemû belediyeyên Kurdistanê ji bo hemû kitêbxaneyên bajarên xwe kitêb bikiriyana û berhev bikirana, fînanseya weşangeriyê telafî dibû û belkî jî telîfa nivîskarî jî çêbibûya.

Enwer Karahan: — Tu ji kitêbên xwe pereyan qezenc dikî, yan jî tu pereyan li çapkirina kitêbên xwe didî?

Hesenê Metê: — A pêşîn min nekiriye, a dawîn jî ez nakim. Ez welê dizanim û welê dibînim.

Enwer Karahan: — Em dizanin ji demeke dirêj û vir de ye ko te tiştekî nuh nenivîsiye, çima? Gelo Hesenê Metê nema dikare tiştekî binivîse? Vê gavê tiştek di nav destên te heye, yan na?

Hesenê Metê: — Na, belkî belav nebûne, lê notên min hene. Novelên min ên nîvçe hene… ji ber ko Muhsîn Kizilkaya jî di kovara Esmerê de bahsa Îblîsekî min kiriye, ez bibêjim. Ji mêj ve ye li ber destê min e, ji beriya ”Tofan”ê…

Enwer Karahan: — Qesta te, beriya kitêba te ya bi navê ”Tofanê”?

Hesenê Metê: — Erê… Tofana min.

Enwer Karahan: — Belê, kerem bike…

Hesenê Metê: — Erê, a rastî qediya ye jî… lê ez jê ne razî me, roja ko ez jê razî bibim, belkî derkeve.

Enwer Karahan: — Di berhemên te yên berê de bîhna motîfên cin, xurafe û dînî jê dihatin, gelo di vêya de jî tiştên weha dê hebin?

Hesenê Metê: — Naxwazim ji niha ve bahsa navaroka wê bikim, nizanim ka bikanim ji binî derkevim yan na, lê ev girantir e.

Enwer Karahan: — Çima te berê xwe daye meseleyên dînî, yan jî çima ewhameke weha, sebebeke bi teybetî heye?

Hesenê Metê: — Bila qehremanê min bibeje: ”Şeytan dibêje: Roja ko çilka xwînê li erdê ket, min dizanî ko êdî paqij nabe, min dizanî ko dawî li vê herika xwînê nayê.” De îcar a ji wê roja pevçûna Kaîn û Abel heta îro jî xwîneke welê diherike. Sê roj berê, sê xwînên din jî li Meletê her bi vê qest û vê mebestê herikîn.

Enwer Karahan: — Ma baweriya te ji dîn heye, yan jî tu ji Xwedê bawer dikî?

Hesenê Metê: — Heta ko însan hebe, Xwedê jî heye û Şeytan jî. Ez baş nizanim dîn e yan ne, lê li ser van herdu hêzan baweriyeke min a xas heye.

Enwer Karahan: — Çi ye baweriya te?

Hesenê Metê: — Qehremanê min dibêje: ”Aniha bi qasî ko ez ji Şeytên nefret dikim, ji Xwedê jî nefret dikim, bi qasî ko ji Xwedê hez dikim, ewqasî ji Şeytên jî hez dikim.

Enwer Karahan: — Te bi vî awayî nexwestiye ko xwendevanên bawermend jî ji berhemên te hez bikin?

Hesenê Metê: — Na, bawer bike, di nivîsandinê de ez li xwendevan û bawermendiyekê jî nefikirîme. Lê dema ko ez li nefsa xwe, li mefûma însan, li bûyerên dinyayê, li kar û kerametên cenabê Xwedê difikirm, ev motîfên welê rû didin. Lê ji van hemû tiştan bêtir ko ev motîf bibe motîfa noveleke baş û serketî… ev ji bo min giring e.

Enwer Karahan: — Ji bo çi? Çi bûye sebeb ko tu bi van motîfên giran ve rabî? Ji bo ko tu ji bin van motîfên giran û tevlihev rabî, te çi kiriye?

Hesenê Metê: — Ez hîn ranebûme, min got hîn jî ne bi dilê min e. Ne ji bo vê motîfê, lê ji bo nefsa xwe ez geriyame… çûme wê şikefta ko hezretî Îsa lê çêbûye, ez çûme behra sor ko hezretî Mûsa ava wê kiriye du kerî, ez çûma wê kaniyê ko hezretî Mûsa bi asaya xwe av jê derxistiye, ez çûma Laleşa pîroz… ez ji çîrokên dînî hez dikim, ez kitêbên pîroz dixwînim.

Enwer Karahan: — Baweriya te ya bi cîhê cezakirin û mukafatkirina Xwedayî xurt e, weha xuya ye?

Hesenê Metê: — Qehremanê min dibêje: ”Bihişt jî û dojeh jî ev der e, jiyan e, jiyana ko aniha tu pê dijî, tu pê dixapî. Heger ko tu bikanî îspat bikî jiyan heye, bihişt ew e, lê ko tu nikanibî hebûna wê îspat bikî, a wê çaxê jî dibe dojeh.”

Enwer Karahan: — Tu di kîjanê de yî? Tu dikanî bersivê jî nedî.

Hesenê Metê: — Ez di eva dawîn de me, lê ez fêr bûme ko di vêya dawîn de bimînim.


» Enwer Karahanî û Hesenê Metê sohbet germ kiriye

***

BEŞ II

STOCKHOLM, 2/7 2007 — Enwer Karahan: — Baş e, Hesenê Metê; heger em careke dinê vegerin ser meseleya kitêban, gelo kitêbên te wergeriyana tu zimanên dinê?

Hesenê Metê: — Weke kitêb wergeriyane zimanê tirkî.

Enwer Karahan: — Tu li dij î ko kitêbên te wergerin zimanên serdestên Kurdistanê?

Hesenê Metê: — Ez ne li dij im ko kitêb wergerin zimanekî dinê. Argumentek heye ko dibêjin xwendina kurdî dê lawaztir bibe. Ez ne di wê baweriyê de me ko tiştekî welê bibe. Yekî/a ko bixwaze û bikane ew ê bi kurdiya wê jî bixwîne.

Enwer Karahan: — Ew kesên ko kurd in û bi zamên serdestan dinivîsin, tu dê ji bona wan çi bibêjî? Gelo ew aîdê cîhana nivîskariya kurdî ne, yanî wek kategorî?

Hesenê Metê: — Na, weke îdentîteya xwe kurd in, lê berhemên wan nakevin kategoriya lîteratura kurdî. Ez welê dizanim.

Enwer Karahan: — Tu taadît ji terefê tu kes û desthilatan ve li ser te û kitêbên te heye/hebû?

Hesenê Metê: — Li rûyê min tadeyeke welê nebûye. Lê min bihîst ko ji weşangerê min re gotine wan çima berhema min a bi navê ”Tofan”ê çap kiriye.

Enwer Karahan: — Ji bo çi Tofan?

Hesenê Metê: — Min jî maneyek neda van qiseyên qor.

Enwer Karahan: — Bazara kitêbên kurdî ji bo çi tune ye, berhemên baş tune ne yan xwendevanê vî zimanî kêm in, weşanxane karê xwe baş nakin yan astengeke din heye, mesele çi ye ko eleqe kêm e?

Hesenê Metê: — Gelek sedemên xwe hene. Ji sedemên dîrokî, civakî, siyasî… û ev rewşa aloz îroj bûye kulturek û li civakê hişk bûye. Pêwîstî û kutureke xwendinê ava nebûye. Ez ne bawer im sedem ew be ko bi kurdî tiştên hêjayî xwendinê tune ye, ez ne bawer im ko weşanxane karê xwe nakin.

Enwer Karahan: — Lê di hêla din de jî hin nivîskarên kurd îdea dikin ko 3-5 hezar kitêbên wan tên firotin, ev çi mesele ye?

Hesenê Metê: — Baş nizanim, lê ez bi 3-5 hezaran bawer nakim. Weşanger baştir bi van hezaran dizanin, lê wek ko min got, kitêbeke kurdî ez bawer nakim ko ew qas hezar were firotin. Lê weke diyarî, civîn, qedir û rûmeta siyasî, belkî bihêle ko ew qas kitêbên yekî were belavkirin. Lê weke xwendina kurdî û intrese, ez ne bawer im welê be. Hêvî dikim li ser vê yekê ez çewt bim.

Enwer Karahan: — Çima ji bilî nivîskarekî du nivîskaran pê ve navê tu nivîskarên dinê nayê zikirkirin, mîna ko di edebiyata kurdî de ew tenê hene?

Hesenê Metê: — Nizanim.

Enwer Karahan: — Baş e, li başûrê Kurdistanê jî kitêbên te hatine weşandin?

Hesenê Metê: — Bi qasî ko ez dizanim, heta niha, na.

Enwer Karahan: — Em dizanin ko tu di van salên dawiyê de çend caran çûyî Kurdistanê, tu beşdarî konferans û festîvalan bûyî, em piçekî jî qala rewşa başûrê Kurdistanê bikin, tu dê bi tevayî çi bibêjî?

Hesenê Metê: — Tev gelek yan jî hinek kêmasiyan be jî, desthilatiyek heye, dezgehên îdarî hene ko ev jî ji bo her kurdekî cîhê serbilindiyê ye. Her ruhekî kurd hêvî dike ko baştir bibe. Ez jî welê hêvî dikim.

Enwer Karahan: — Yanî em dizanin ko ev serê panzdeh salan e li wê derê desthilatek heye û gelek îmkan di destê kurdan de hene, gelo ew çi qasî qîmetê didin xwendin û nivîsandin û nivîskarên xwe?

Hesenê Metê: — Li gor agahiyên ko me bihîstine û em dizanin, ew rûmeteke baş didin niviskar û dezgehên niviskariyê. Bifikire, sembolîk be jî her niviskarek maeşekî xwe heye, gelek weşanexane bi îmkanên hikûmetê kitêb û kovaran derdixin.

Enwer Karahan: — Ên wan jî ne mîna “hewşên belediyeyan” in?

Hesenê Metê: — Erê, lê li hewşên belediyên bakur cudatir, li başûr sîstemek welê hatiye danîn. Li gor sîstema îdarî her nivîskarek bûye xwediyê îmkaneke piçûk, weşanxane bi îmkanê butçeya hikûmatê kitêban derdixin û belav dikin. Sîstemeke welê, nemaze sîtemeke ji bo alîkariya weşangeriyê îro li Swêdê jî heye. Ji mêj ve li Swêdê heye, vê yekê hiştiye ko pêwîstiyên kulturel di civakê de rûne. Nabêjim ev tiştekî xerab e, lê tirsa min ew e ko li başûr jî ev îmkan bibe sedem ko nivîskar, weşanger û xwendevan ji fonksiyonên xwe sivik bikevin. Ko têgêhîştina vê meselê tune be, ev îmkan, dikane nivîskariyên bêyî prensîb, edebiyateke bi kalîteyeke nizm derxe pêş ko ev jî xwendevanan çênake, kultureke kitêbî çênake. Ev xeter di civakeke weke civaka kurd de bilindtir e. Lê ev ne gunehkariya sîstema îdareyê ye.

Enwer Karahan: — Meseleya alfabeyên cuda dê çawa çareser bibe?

Hesenê Metê: — Ev problemek e, meseleyeke siyasî ye û ez bawer nakim îroj çareser bibe. Belkî pêwîst nake îroj çareser jî bibe, lê meriv dixwest ko bi kêmanî ji aliyê lîterer ve pêwendiya parçeyên Kurdistanê bi hev re hebûya.

Enwer Karahan: — Teva ko ew qas îmkan û derfet hene, tu rewşa bipêşdeketina edebiyatê li başûrê Kurdistanê çawa dibînî, tu pêşketin heye?

Hesenê Metê: — Ji ber sedemên alfabeyê haya min zêde jê tune ye, lê gor ko tê gotinê, pêşketineke têr û tije, pêşketineke berbiçav tune ye.

Enwer Karahan: — Li bakurê Kurdistanê hersal li gelek bajaran festîval û rojên edebiyatê çêdibin, tu qet beşdarî wan bûyî; yan tu qet hatiyî dawetkirin?

Hesenê Metê: — Belê, çend caran bi name, bi telefonê wan ez dawet kirim, lê ez beşdar nebûme, na.

Enwer Karahan: — Herweha çend TVyên kurdan hene, lê em Hesenê Metê pir kêm dibînin, çima?

Hesenê Metê: — TVyên kurdî jî gelek caran ji min xwestine ko ez li ser edebiyat, niviskarî û kitêbên xwe beşdarî programan bibim. Nizanim, ez hinekî cangiraniyê dikim… hez nakim, belkî jî şerm dikim.

Enwer Karahan: — Tu bawer dikî ko hêz û desthilatên siyasî meseleyên edebiyatê ji bona siyaseta xwe bi kar tînin?

Hesenê Metê: — Ji xwe tiştê ko îroj di zik û ruhê edebiyatê de, di şexsîyeta niviskaran de dibe ev e. Nivîskar di hewş û hemêzeke sîyasî de mezin dibe û sîyaset jî li ser milên wan bilind dibe. Wek nivîskar û edebîyatçiyekî meriv bi xwe jî dixwaze ko desthilatiya sîyasî di karê xwe de bi ser bikeve. Edebiyat jî û sîyaset jî divê her yek bi fonksiyona xwe re rabe. Lê mixabin, rewşa îroj hinekî ne welê ye.

Enwer Karahan: — Heger em careke din vegerin ser meseleya te, tu dikarî ji me re bibêjî, bê tu di zaroktiya xwe de yekî çawa bû? Bi piranî zaroktiya te û xortaniya te li kê derê derbas bû?

Hesenê Metê: — Di nava zarokên xwe de, diya min ji zaroktiya min gelekî razî bûye. Ez yekî bêdeng bûme, weha digot. Zaroktiya min a li ser lingan jî… li Nisêbînê, li Diyarbekirê bihurî. Xortaniya min, li Mersin-Tarsûsê û di 23-saliya xwe de jî derbasî rojhilat û başûr bûm. Ko ew jî xortanî be, sê salan jî li wan deran mam.

Enwer Karahan: — Hevalên te ji te hez dikir?

Hesenê Metê: — Ez welê dizanim.

Enwer Karahan: — Tu yekî şerker yan milahîm bûyî?

Hesenê Metê: — Na, ez ne yekî welê bûm. Lê di dema me ya sîyasî de, nemaze li nava welêt hevalên min ji min re digotin: Tu anarşîst î.

Enwer Karahan: — Kesî di zaroktiya te de li te dixist, tahde li te dikir?

Hesenê Metê: — Na, belkî dûr be… lê nayê bîra min bê bavê min, mezinekî min sîleyek jî li min xistibe. Mamosteyên min jî li min nexistine. Tenê dema ko ez hatime girtin polîsan li min xistine.

Enwer Karahan: — A polîsan bêminetî ye… tu dibêjî ko tu hatî girtin jî, sûc û zîndan?

Hesenê Metê: — Erê, sîleh, şer û sîyaset; ketime hefsê jî.

Enwer Karahan: — Tiştek heye ko tesîreke gelekî mezin li te kiribe û tu nikarî ji bîra bikî?

Hesenê Metê: — Li Nisêbînê dema ko birayê min hat kuştin. Ez yanzdeh salî bûm. Birayê min jî 13 yan jî 14 bû. Ez û ew, em bi hev re bûm. Li ber çavê min bi kêrekê… ew wêne hîn jî carina tê ber çavê min, hîn jî bi xwîneke sor e.

Enwer Karahan: — Te çi ji siyasetê fahm kir, wê çi da te û çi ji te bir?

Hesenê Metê: — Min sîyaset weke îdealekê fam kir û ez welê jî beşdarî sîyasetê bûm. Lê Churchill li ser hunera sîyasetê dibêje: ”Mafê her sîyasetçiyekî heye ko îroj derewan bike, lê sibetirê jî divê bikane îzah bike bê wî çima do derew kir.” Ez jî û ez bawer dikim hevalên me jî heq ji vê hunerê derneketin. Ne dizanîn derewan bikin, ne jî dikanin îzah bikin. Bi gotineke dinê, sîyaset nekirin.

Enwer Karahan: — Baş e, Hesenê Metê; em dizanin ko tu piştî 12yê Îlonê çûyî Kurdistana Îran û Îraqê û li wan çiyayan jî mayî, tu dikarî piçekî qala wê demê bikî?

Hesenê Metê: — Di wan deman de wek gelek kesan ez jî şoreşger bûm. Rêxistina me jî -Ala Rizgarî- jî yek ji wan rêxistinên xort û li gor xwe xurt bû. Ne pêwîst e ez bahsa tiştên kevin bikim, lê ji bo me erdê hemû parçeyên Kurdistanê jî bi yek qedir û rûmetê bû. Û di wê demê de (1980) wek ko tu jî pê dizanî hukmê eskerî da ser Tirkyeyê. Erka ko weke rêxistineke kurd bi me diket, me jî xwest em bi cî bînin. Em derketin. Cîhê ko em çûnê, me ji hêzên wan deran re got: em kurd in, hûn kar û kerametên xwe yên siyasî bi kar bînin û ji me jî bixwazin ka em bi çi rengî dikanin alîkariya we bikin. Me welê kir.

Li rohilatê (Îranê) em ketin nav hêz û partiyên kurd, em bi wan re ketin şerê wan û hêzên dewletê. Hinek ji me jî em daketin hêla başûr û li wir jî welê. Li başûr jî û li rohilatê Kurdistanê jî helwesta me ya siyasî her yek bû. Me digot: em li hemberî rêxistin û partiyên kurdan şer nakin. Û me ne kir jî… Tu dizanî di wan deman de di navîna partî û rêxistinên kurdan de gelek şerên naxoş rû didan. Xwedê wan bûyerên naxoş ji zarokên kurd û Kurdistanê dûr bixe, careke din raserî wan neke. Ji ezîzê xwe re bibêjim, me jî digot em di van naxoşiyan de tune ne. Ne tenê em tune ne me dikir ko ew jî dev ji vî karî berdin û nekin. Lê me ji dil û can xwe da kêleka wan hêzên kurd û em bi wan re ketin şerên dewletên herêmê.

Bi kurtî bibêjim. Bi van îdealên xwe ji bo silametiya kurd û Kurdistanê, çi ji me hat me kir: çi li bakur, çi li rohilat, çi jî li başûrê Kurdistanê û ez dikanim bibêjim li binxetê jî me ev îdeal û helwesta xwe parast. Lê me şoreşek nekir, şoreşa ko me dabû ber xwe. Tiştê ko me kir ew bû ko me ji hêz û şexsiyetên kurd kesek gunehkar nekir û nekuşt. Gelek caran dibêjim ko rojekê serbilindiyeka me a siberojê hebe, belkî jî ji ber vê yekê ye ko me xwîna kurdekî nerijiandiye, Xwedê neke para kesekî.

Ez li ser navê xwe dibêjim, lê li wan deran em hînî gelek tiştan bûn: ji ziman, edet û marîfeta kurdiyê heta şer û siyasetê em fêrî gelek tiştan bûm. Hêviyê dikim ko di wan sê salan de ew hêz, partî û xelkên wan deveran jî ji me fêrî hinek tiştan bûbin. Nizanim, lê çûyîn û mayîna min bi evî rengî bû û di jiyana min de bû parçeyek giring.

Enwer Karahan: — We çima dest bi şoreşê nekir?

Hesenê Metê: — Mesûlên siyasî dê baştir bizanin… Lê baştir bû ko me dest pê nekir. Ez welê dizanim.

Enwer Karahan: — Di wê demê de tu qet ketî tu şerên çekdarî, tirs û heyecaneke weha jiyayî?

Hesenê Metê: — Na, ez bi xwe neketime şerekî germ. Gelek hevalên me diçûn şer û diketin şer, lê ez li cîh û rewşa parastinê bûm. Tenê carekê, di seferekê de li gundê mala Muhtedî şerekî giran nêzî gund hat. Hemû pêşmergeyên me ji gund dûr çûn û ketin sengeran, mesûlê eskerî ji min xwest ko ez û yekî din, em gund biparêzin. Li girekî nava gund, çûm ser doçkeyê. Fermana mesûl jî ew bû ko heta helîkopter yan jî balafir li gund neteqînin, divê ez jî li wan neteqînim. Şer ji nîvê şevê heta rojhilatê dom kir. Bi rojhilatê re, bi royê re du helîkopter ji dûr ve hatin, di ser gund re çend caran çerx bûn. Ez bawer im wan gir jî, ez jî û doçke jî didîtin. Nizanim çima, lê dû re bêyî teqîn û bêyî şer ji gund dûr ketin. Piştî nîvro ji çiyayê pêş gund, çar pêşmergeyên me şehît ketin. Me ew kirin erdê, Xwedê cihên wan xweş û kesk bike.

Enwer Karahan: — Hereketa we çima belav bû?

Hesenê Metê: — Belkî jî ev bi xêr û silametir bû, loma.

Enwer Karahan: — Ew perçeyekî jiyana te ya giring e, lê min heta bi niha jî di çîrokên te de şopeke wan rojan, qahremanek yan jî ravekirineke wê demê nedîtiye –yan jî ez weha zanim-, çima tu qet qala wê demê nakî?

Hesenê Metê: — Rast e. Ne di berhemên edebî de lê min li ser wê demê weke bîranîn ji bo xwe nivisandine.

Enwer Karahan: — Ma tu hewildaneke te ya edebî li wan deran çênebû?

Hesenê Metê: — Ne ji bo edebiyatekê, lê min li wir piyesek nivisand... li ser du perde û peryodan.

Enwer Karahan: — Te ew piyes raxist yan na?

Hesenê Metê: Erê, min perdeya pêşîn raxist û reaksyonên baş wergirt, xweş bû.

Enwer Karahan: — Piyes, çiya… tu dibêjî reaksyon, ji kê?

Hesenê Metê: — Dema ez dibêjim, piyes, bêguman piyeseke bi amatorî, sahneyeke bi amatorî û bi lîstikvanên amotor ve…

Enwer Karahan: — Û temaşevan…?

Hesenê Metê: — Erê, weke tesaduf bû, lê Mam Celal û Hêro xan jî bûn temaşevananên vê piyesê.

Enwer Karahan: — Gava em bi hev re çûbûn festîvala Gelawêjê ya li Silêmaniyê, li Qesra Hêro xanê, ew beroşa ko Xecê xanê bahs dikir… ne ev tişt bû?

Hesenê Metê: — Beroşa Xecê xanê perçeyek ji vê yekê bû, erê, min xwest ez ji beroşa wê enstrumenteke muzîkê çêbikim, min welê kir. Çîrokeke dirêj e… lê li wan çiyayên bilind meriv hêz û qudreteke Xwedê di xwe de dibîne, meriv tiştan diafirîne.

Enwer Karahan: — Ev tê wê maneyê ko eleqeya te û muzîkê re jî heye?

Hesenê Metê: — Erê, piçekî heye.

Enwer Karahan: — Tu li tu ensurmentan dixî, yan na?

Hesenê Metê: — Bi amatorî be jî ez li tembûrê dixim.

Enwer Karahan: — Dengê te jî xweş e, yan?

Hesenê Metê: — Na, dengê min tune ye.

Enwer Karahan: — Heger em bi çend gotinan qala jiyana Swêdê bikin… wê çi tesîr li te kir, çi da te û çi ji te bir?

Hesenê Metê: — Bi qasî Swêdê ez li tu cîhekî dinê nemame, bi gotineke dinê, min nîvê jiyana xwe da Swêdê û Swêdê jî nîvê jiyanê ji min bir.

Enwer Karahan: — Tu xwe bi tenê his dikî, yan hevalên te hene ko tu derdê xwe pê re par ve bikî?

Hesenê Metê: — Hene, ji haziran ne çêtir be, min dost û hevalên welê hene.

Enwer Karahan: — Piştî 25 salan tu vegeriyayî Diyarbekirê, te çi guherîn dîtin?

Hesenê Metê: — Ez zêde nemam û belkî jî ne tiştekî rast be ez bibêjim. Lê min gelek guherîn dîtin. Bajar, gund, însan û bi min welê hat ko ew çiyayên li dora me jî hatibûn guherîn, mehiya bûn. Di wan çend rojan de ez dizanim ko gelekî xemgîn bûm, lê nebêje çima.

Enwer Karahan: — Baş e, ez napirsim Hesencan. Tu bawer dikî ko tu dikarî ji binî de vegerî wê derê? Tu dê bikarî li wira bijî?

Hesenê Metê: — Baş nizanim, lê ez bawer nakim, çûyîna ji binî de qet bawer nakim. Ne ko ew der ne xweş e, yan jî ev der xweş e. Lê meseleya hînbûnê ye, hînbûna gelek tiştan: Ji av û hewayê heta danûstandin û peyivîna bi der û dorê re. Ev yek di jiyana meriv de gelekî giring in. Lê ko biqewime, meriv mîna erkekî bide ber xwe, meriv dikane biçe û li wan deran jî bimîne, bijî.

Enwer Karahan: — Niha jî ew der ber bi merkezeke bipêşdeketina edebiyatê û nivîsa kurdî ve dihere, tu rewşa nivîskarên Diyarbekirê çawa dibînî?

Hesenê Metê: — Ez bawer dikim niviskarên gelek hêja dê ji hêla bakur derkevin û ew ê xwe bisipêrên huner û qudreta afirandina tiştên edebî. Hêviya min heye.

Enwer Karahan: — Hesenê Metê, heger ez çend pirsên prîvat ji te bikim ko xwendevan meraq dikin, tu dê ji min aciz bibî gelo?

Hesenê Metê: — Na.

Enwer Karahan: — Temanê te?

Hesenê Metê: — 50.

Enwer Karahan: — Tu di jiyana xwe de qet aşiq bûyî?

Hesenê Metê: — Na.

Enwer Karahan: — Jin ji bona te çi ye?

Hesenê Metê: — Hinek dibêjin, jin jiyan e.

Enwer Karahan: — Lê tu çi dibêjî?

Hesenê Metê: — Jiyan e, lê mirin jî li dû ye.

Enwer Karahan: — Jina di serê te de yeke çawa ye?

Hesenê Metê: — Di kitêbê de heye.

Enwer Karahan: — Di kitêbê de navekî wê jî heye?

Hesenê Metê: — Demora.

Enwer Karahan: — Tu bi wê gotinê re ye ko dibêjin her mêrekî bi serketî jineke bîrketî li pişt wî ye?

Hesenê Metê: — Na, ne ji bo hemû jin û hemû mêrên serketî. Pûşkîn şaîrekî serketî bû, lê jina wî serê wî xwar.

Enwer Karahan: — Tiştekî ko te ji bo şexsê xwe xwestiye û te bi dest nexistiye, heye?

Hesenê Metê: — Tu tiştekî ko min xwestiye jî tune ye û bi dest xistiye jî tune ye?

Enwer Karahan: — Qet tiştek jî?

Hesenê Metê: — Ji ber ko jiyana min jiyaneke spontan e. Ji zaroktiya min heta bi niha daxwazên min yên dûr û dirêj, bi plan çê nebûne.

Enwer Karahan: — Di jiyanê de çi heye ko te pir bextewar dike?

Hesenê Metê: — Çavên serê me dît ko alaya Kurdistanê li ba dibe, ev e ya ko min îro bextewar dike.

Enwer Karahan: — Îdolekî/e te heye?

Hesenê Metê: — Rachel Brice, dansozeke xas e.

Enwer Karahan: — Tu qet sporê dikî?

Hesenê Metê: — Na, lê carina ez dimeşim.

Enwer Karahan: — Spora ko tu jê hez dikî?

Hesenê Metê: — Patenta li ser cemedê… sporeke kubar û zarîf e. Hez dikim temaşe bikim.

Enwer Karahan: — Tu bi lîstikên şansê dilîzî?

Hesenê Metê: — Erê.

Enwer Karahan: — Tu bi kîjan lîstikên kaxetan dizanî, yan jî qet bi kaxetan dilîzî?

Hesenê Metê: — Di zaroktiyê de hînî lîstikekê bûm, nizanim çi dibêjinê: 52 an jî 11.

Enwer Karahan: — Le kişik (santranc)?

Hesenê Metê: — Ne zêde, lê hinekî dizanim.

Enwer Karahan: — Tu ji heywanan hez dikî?

Hesenê Metê: — Ez ji maran hez dikim.

Enwer Karahan: — Çima mar?

Hesenê Metê: — Baş nizanim, lê Xwedê dizane ji ber nexş û zarîfîya wan.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan heywanî hez nakî?

Hesenê Metê: — Ez ji keftaran hez nakim.

Enwer Karahan: — Te heywan kuştine?

Hesenê Metê: — Erê, bêtir jî çûçik.

Enwer Karahan: — Artîstekî/e ko tu diecibînî heye?

Hesenê Metê: — Ez ji filmên sînameyê hez nakim, lê ez ji Yilmaz Guney hez dikim.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan xwarinê hez dikî?

Hesenê Metê: — Ez ne yekî wusa me ko xwarinan hilbijêrim.

Enwer Karahan: — Tu kîjan xwarinê xweş çêdikî?

Hesenê Metê: — Dilê mirişkan.

Enwer Karahan: — Tu araqê vedixwî?

Hesenê Metê: — Erê, alkolê vedixwim.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan rengî hez dikî?

Hesenê Metê: — Şînê ezmanî.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan muzîkê hez dikî?

Hesenê Metê: — Klasîkên kurdî û… hemû muzîkên vehisînî

Enwer Karahan: — Dengê kê?

Hesenê Metê: — Kawîs Axa.

Enwer Karahan: — Pirseke dawî, kitêba te kengî derdikeve?

Hesenê Metê: — Ez çi bibêjim jî ew ê ne rast be, nizanim.

Enwer Karahan: — Ez bi sohbeta te gelekî kêfxweş bûn, bi hêviya ko xwendevanên me jî kêfekê jê bistînin.

Hesenê Metê: — Ez jî kêfxweş bûm û mala te ava.

Enwer Karahan: — Sipas, Hesenê Metê.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN
Weşandin: 2007-06-22
Xwendin: 11378
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org