[ ŞEMÎ, 2010-07-31 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye
STENBÛL, 29/4 2009 — Helîm Yûsivî di nivîsa xwe ya di Diyarnameyê de ko bi navê ”Derdên nivîskariya kurdî - 2” de qala çûyina mina TRT 6ê û neçûyina Roj TVyê kiriye û weha dibêje:
”Hinek nivîskarên kurd, ji ber prensîpên xwe yên siyasî, nayên Roj TV. Ew jî mafê wan e. Ji wanên ko min ew vexwendin bernama xwe û nehatin nivîskarên mîna Hesenê Metê, Silêman Demir û Enwer Karahan…hene, wekî mînak, Enwer Karahan, berî demeke kin, mêvanê TRT 6’ê bû. Pirsa min jî ew bû, eger mesele prensîp bin, çima ew prensîp ji bo Roj TV hene û ji bo TRT 6 tune ne?”

Ez ê bi Helîm Yûsivî re minaqaşeya prensîpên xwe yên siyasî nekim. Helbet sebebên neçûyina min a Roj TVyê hene û mihatabê wan pirsan jî ne Helîm Yûsiv e, lê divê şaşiyek ji orteyê rabe ko min ji Helîm Yûsivî re qala prensîpên xwe yên siyasî nekirine ko ez ji ber wan sedeman neçûme programa wî. Wî li ser hesabê xwe ew tişt gotine; e-maila ko wî ji min re şandiye û bersiva min li jêr e. Ka hûn jî ji kerema xwe re lê binerin, bê min çi sedem nîşan dane ko ez nikarim herim programa wî.

***
From: halim yusiv
To: enwerkarahan@hotmail.com
Sent: Saturday, September 22, 2007 9:25 PM
Subject: silavek û pirsek

Êvar baş kekê E.Karahan,
Bernama G.sêyemîn berê li Wuppertalê û niha li nêzîkî Brukselê tê tomarkirin.Min dixwest tu carekê bibî mêvanê bernamê.
Eger bi dilê te be, em dikarin li ser meh û rojê piştre li hev bikin.
Du pirtûkên te, şevbihêrkên şevên tarî û duaya êvarê li ba min hene.
Ez ê kêfxweş bibim ko berhemên mayî jî ji min re bêne şandin.
Jixwe eger li ba te hebin.
Ez li hêviya bersiva te me.
Ligel rêz û silavan.
H.Yûsiv

***
From: enwerkarahan@hotmail.com
To: halimyusiv@hotmail.com
Subject: Re: silavek û pirsek
Date: Mon, 24 Sep 2007 13:02:08 +0200

Merheba kek Helîm,

Ez dixwazim berî hertştî ji ber vê nezaket û daweta te ya nazik, sipasî te bikim ko ez di bîra te de hatime û tu min dawetî programa xwe dikî.
Li hemberî te û programa te tu helwêst û pêşhumiyeke min tune ye û ji dilpakiya te jî tu şika min tune ye, divê tu weha zanibî.
Loma jî dixwazim bibêjim, vê gavê şertên ko ez bikarim beşdarî programeke TVyê bibim, tune ye. Heger di pêş de şerd ava bûn, ez dikarim bi kêfxweşî bibim mêvanê te û qahweyeke te
vexwim.
Heger tu navnîşana xwe ji min re bişînî, ez dikarin herdu kitêbên ko li ba te tune ne, ji te re bişînim. Ya rastî, min ji bona te ”ÇÛ” anîbû Kurdistanê, lê wexta em vegeriyan, min tu nedîtî ko ez bidim te.
Bi silavên dostaniyê...
Enwer Karahan

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-04-29
Xwendin: 2590
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
PIRSIYARA AKTÛEL
»Li gor te bila kurd bi Eyad Elawî re yan bi Nûrî Malikî re tifaqê bikin?
 
Bi Eyad Elawî re
Bi Nûrî Malikî re
  » Encamên dengan
 
NERÎNGEH
 
[eksklusîv] Dengîr Firat: Siyaseta CHP-ê û Deniz Baykalî wekî ya naziyên Elmanyayê ye (2009-09-02)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Çandar: Heta dewleteka neteweyî ya kurdî ava nebe pirsa kurdî dê her hebe (2008-07-06)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM
KOLUMNÎST
Ziman wekî armanc û alavê xebata kurdîniyê
Li şahiyekê îşqilîn
Gilgamêş – III –
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn
Çima pere zora zanebûnê dibe?
Te ez fêr kirim
Tirkiye kanaleka zazakî vedike û klasîkên kurdî çap dike
Hikûmeta Kurdistanê jin ji bîr kirin
© 1997–2010 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org