[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min
STOCKHOLM, 21/6 2009 — Min duhî makîne li serê xwe xist. Him jî bi nimreya sifrê. Ji xêndî zaroktiya min, nayê bîra min ko serê min weha sût bûye. Min di hemû jiyana xwe de dixwest ko ez carekê serê xwe bi gwîzên biqusînim, lê min tu carî cesaret nekir. Min xwest porê xwe dirêj bikim, lê min ew jî nekir.

Bi salan ew porê min ê ew qasî xweşik hebû û min ew xortaniya xwe ya bedew – hewante– bê porê dirêj bihurand û min rojekê jî nikarîbû porê xwe berdaya. Teva ko min fûtbolê dilîst û grûpeke me ya xortan ya bi aheng hebû jî min ji wê nameta xortaniyê îstifade nekir. Belkî jî me nediqedan û yan jî me newêrîbû ko em tiştekî weha bikin, ez ji kê derê zanim. Di eslê xwe de kesî tu qedexe li ser me danenîbû, lê hema qedexeyek jî hebû û ew ji kê derê dihat, ez nizanim; nalet lê bê. Me ji tirsa newêrîbû ko em li qîzekê binêrin, em cilekî xweşik li xwe bikin û em li gora dilê xwe şeklekî bidin porê xwe. Diviya bû ko porê me kin, cênîkên me dirêj û simbêlên me qoloçî bûna. Heta ko 12yê îlonê nehat, em rojekê neçûn ciyekî kêfê û destê me bi destê jinekê nebû. Her li dû dûçikên fîstanên bedewan av ji devê me çû. Welhasil, ev mijareke din e, nalet li wê jî bê...

Piştî ko por bi serê me ve nema, ji demekê û vir de ye ko min porê xwe dirêj kiribû. Mîna ko mirov înadê bi tiştekî re bajo; kê ji min re got ko ev por li te nayê, ez hîna bêtir ketim xetê û ev serê sê salan e ko min porê xwe yê mîna sîsalka gurî, dirêj kiribû. Ev çend roj in ko li Swêdê piçekî tav derketiye û ji wê germa sivik, min xwest ko makîneyekê li porê xwe bixim. Lê min got ya, înadeke hewante li ba min çêbûbû û min nedixwest ji ya xwe dakevim. Heta ko (xulama we be) keça min a çarsalûnîvî Berfînê daxwaza jêkirina porî li min kir û mane ji min jî re xweş bû. Min jî got ko ez ê ji bo xatirê keça xwe, porê xwe biqusînim.

Haweyekî min heye ko min biryar di derbarê tiştekî de da, divê ez di wê gavê de wê biryara xwe bi cîh bînim, yan na, ew dikare bifeşkile. Min bi lez rahişt makîneya seriyan û ez çûm banyoyê. Mîna ko ez bixwazim heyfê ji porê xwe hilînim, min ew gijomijo kir ko tam li ber çavên min reş bibe û min makîne da ser cênîka xwe ya rastê û heta bi qotê serê xwe, ez çûm. Veger nema bû. Çermê sipî-boz derket. Ji xwe min bi zaneyî weha kiribû ko ez careke din poşman nebim.

Piştî ko min qusandina porê xwe qedand, min deriyê dolabê vekir ko herdu hêlên wê bi eyne ye û min bi baldarî li serê xwe nêrî. Ya rebî ya resûreleh, çi tiştekî xerîb bû. Ev serê ew qas sal in ko min çermê serê xwe nedîbû û min çend caran kefa destê xwe di ser serê xwe re bir û anî û min xwest ko wî ji nêzîk ve nas bikim. Min bi alîkariya eynika duduyan dît bê şopa çend cîyan di serê min de hene ko ew di wexta xwe de şikestiye. Ji bilî cîhekî, qet nayê bîra min bê ew kengî şikestine. Tam li kirçika hustuyê min tîşek heye ko bi qandî dirêjiya darikekî niftikê sipî dike. Min ev gelekî meraq kir û min telefonî dêya xwe kir û min ji wê pirsî bê di zaroktiya min de tiştek bi serê min de hatiye yan na, lê wê jî bi ruh neanî.

**
Bû roja din û ez dîsa serê sibehê çûm ber mirêkê. Vê carê, bi derbekê re bavê min hat ber çavê min. Mîna ko ew serîiyê di eyneyê de ne yê min, lê yê bavê min be. Min gah li xwe nêrî û gah li sûretê di eyneyê de. Min vê hêla serê xwe û wê hêla serê xwe da ber efsûniya mirêkê. Min ji xêndî dewsa birînan, çend şahnikên sorik jî di çermê serê xwe dîtin ko ew ji zaroktiya min de mane. Êdî ez û bavê xwe, yan jî ez û ez li hemberî hevdu bûn. Birhên min jî bi qandî yê wî qalind bûne ko ew wê gavê şêst salî bû.

**
Bavê min her ji serê çend rojan carekê makîneya xwe ya seriyan ji nav paçikekî derdixist û ji min re digot ko hela makîneyekê li serê bavê xwe bixe, lo… Her çi qasî ez ji ber wê dohnika serê wî aciz dibûm jî, gava ko min serê wî dixist nav lepên xwe û min makîneya cemidî datanî ser çermê wî, mîna ko ew îqtidara wî ketibe destê min û ew di wê gavê de, di nav destê min ên naşî de dibû mîna sefîlekî. Îlhes jî gava min serê wî ber bi jêrî ve daqûl dikir ko pirça di nav qermîçankên hustuyê wî de bel bibin da makîne bi rehetî wan ji hêlîna wan rakişîne, ez hîna bêtir bi gewz dibûm.

Serê bavê min mîna erdekî qeraçî bû ko ew dewsa şûveke nîskan be û di dawiya hezîranê de qirim ketibe nav. Ew sip î boz bû. Bi tenê çend tayên reşbelekî xwe li nav wê bozbûyinê kiribû bela ko nehêla ew teslîmî yextiyariya bêkêr bibe û wan hişt ko ew heta bi 85 saliya xwe jî ji ya xwe danekeve. Serê wî mîna şaqûleke zimberekirî gilover bû, bi tenê di paşpêlika serê wî de du kermikort hebûn ko gava diranên makîneyê xwe digîhan wan kortalan, ew dibû mîna terextoreke ko di erdên şeharî de cot bike û li kevirên terîşî asê bibe, bi zorê hikum dikir. Gava ez digîham wî cîhî, piçekî tasewasek bi min re çêdibû ko bavê min dikare bi min re bixeyide. Îlhes jî gava porê wî piçekî dirêj dibû û makîneya wî bêdohn bûye, li wî cîhî badanaş dikir û gelek caran li wî cîhî qiyamet radibû ko wî bi min re pev diçinî û min jî makîneya wî dawêt û ez di deriyî re derdiketim. Piştî wî haletî bi çendeyekî orteya me ji binî de xera dibû û wî îstiqaqê min ê pereyan jî ji ser min qut dikir.

Belkî jî ev têkiliya herî xurt bû ko di navbera min û bavê min de bû. Hin caran ko ew ji min aciz bibûya û ji hin kesên din rica bikiraya ko makîneyekê li serê wî bixe, him ez û –ez bawer dikim – him jî ew bêhizûr dibûn, lê kes tune bû ko têketaya navbera me; em bi xweber li hevdu dihatin. Ya rastî, em li hev hatin yan nehatin jî ez nizanim.

**
Helbet şansa min nola ya bavê min tune bû –yan jî şansa wî bi qandî ya min tune bû, ji ber ko makîneya min bi şarzê dişixule, ya wî manuel bû– ko ez ji kurê xwe re bibêjim ko ji kerema xwe re makîneyekê li serê min bixe, min bi xwe porê xwe qusand û ji ber ko min bi xwe qusand, ez bi dilfirehî di wan kert û kortên serê xwe de xebitîm.
Û ev îroj sê roj in ko her cara ez diherim ber mirêkê, ez dibînim bê serê min çi qasî dişibe serê bavê min.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-06-21
Xwendin: 10357
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org