[ SÊŞEM, 2024-12-10 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Annales – dîroknasiyeke cuda
SWÊD, 25/8 2011 — Ko rojek hat û kurd li ser xaka xwe bûn desthilatdar û xwedî dezgeh û li ser dîroka xwe hûr bibin ê behît bimînin. Ê ecêbmayî bimînin, lewra, ji ber ko ê li komek derew, mîtên sexte û paşgotinîyên (qaşo) dîroknasan rast bên. Bêşik hemû tiştê ko li ser kurdan wekî dîrok hatiye nivisîn, divê ji nû de were nivisandin.

Dîroknasên kurd di hemî deman de bi amatorî, ji çavkanîyên dijmin, dîroka kurd neqil kirine. Dîroka ko em nas dikin û hatiye nivisîn ji sedî % 99 wê ya siyasî ye. Ev dîroka berovajî bê rexne û bê sentêz, yek ji wan faktorên bingehîn e ko li ba kurdan hestek milî î xurt ava nebûye. Gellek şirove ji bo dîrokê hatine kirin, yek jê jî serpêhatî, qedera miletekî ya hevpar e. Kurd ji vê hevparîyê bêpar mane û ji hev bi dûr ketine. Bêguman îro jî bav an deyek kurd ji zarokê xwe re bi esehî ê nikanibe bibêje ko Kurd kî ne û ji kû hatine? Tenê em dê bikanibin çend navên şaristanîyên ko li ser cografya me derbasbûne, bihejmêrin û behsa mîta Kawa bikin ko bi eslê xwe ew jî xelet hatiye gotin û bi wî babetê xwe yî şaş, di mejûyê me de cih girtiye. Mînaka vê ya herî eşkere helbesta nemir Cegerxwîn (Kîne Em) e.

»Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in ew Mad û Goş
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Em in, em Kurd in li jêr û li jor»

Gelo ji hêla dîrokî ve tiştekî me û van şaristanîyan bi hevre heye? Kardox, Xalde, Mîtan, Nayrî, Sobar, Mad, Goş, Horî, Gudî, Lor û Gor, gelo evana tev pêşîyên me, nijadê me ne? Çi girêdana me bi van ve heye? Zanistiyên cuda (Antropolojî, Arkeolojî, Lingivîstîk, Erdnîgarî), di vê derbarê de çi dibêjin! Gelo dîrokek giştî ko vêya şirove dike heye? Pirsên me çendî zêdê û dirêj bin, ê bersivên me ewçend kêm û nîn bin. Karê nifşê dîroknasên me yên nû ê ne hêsan be. Ji bo ko bersiva van pirsan û gellek pirsên din bidin, divê metodên cuda, zanistên cuda bi kar bînin. Weke ko Lucien Febvre dibêje: hevkarîyê bi disîplînên din re bikin, weko erdnîgarî, sosîyologî, psîkologî, ekonomî, lingvîstîk, sosîyalantropologî ûhw. »Dîroknas, endezyarê erdnîgarîyê, qanûnzan, sosîyolog û psîkolog bûn.» (Peter Burke. Annales skolan, wergera Swêdî. Daidalos 1990)


Li gor historîsizma Ranke, karê dîroknas tenê ew e ko dîrokê ron bike »bê bi rastî çi qewumî ye» (wie es eigentlich gewesen) ne ko xwe bike hakimê zemên û hikum bide û ne jî di derbarê paşerojê de nifşan perwerde bike. Bêguman tradisyona dîroknasîyeke wusan di herêma me de peyda nebû û ê heta demek din jî ê nebe. Serdestên, turk, ereb û ecem ên ko desthilatdarê vê herêmê ne, berovajî vî tradîsyonî dîrokek li ser bingehên derewan vegotin û di praktîkê de jî bi zorê şekil dan vê cografyayê. Bi vî şeweyî jî ne tenê neheqî li me kurdan û xelkê xwe kirin, di heman demê de li hember mirovatîyê jî sûcdar in. Bê şik berpirsyarî li alîyê ronakbîrên van welatan e. Lewra ew in ên aqilmend û ên ko divê xelkên xwe bi hest û zana bikirana. Ji ber vê yekê ye ko ez dibêjim dema em kurd li ser tiştekî hûr bibin, (nexasim dîrok) bi tu şêweyî em divê bawerîya xwe bi jêderên van welatan û ronakbîrtîya wan neyînin. Di derheqê dîroka kurd de jêderên herî pak ên Awropî ne. Ên ko bi rasteqîn dîroka me anîne zimên misyoner û dîroknasên Awropî ne. Em vêya di belgên ko hêdî hêdî werdigerîn kurdî de bi xurtî dibînin. Ji ber vê jî em divê dîroka Awropîyan ji vê hêlê de ji xwe re mînak bigrin û li ser dibistanên dîrokî ên Awropî hûr bibin, evîya ê li fêda me be. Annales jî dibistaneke wusan e. Lê berya vê ez dixwazim di dîroka me de li ser xalekê girîng rawestim. Her kurdek divê ne tenê helbesta nemir Cegerxwîn ya ”Kî ne Em” bizanibe, lewra divê dîroka Em Kî ne? jî bizanibe. Dê û bav, mezin divê bikanibin bi hêsanî û esehî vê dîrokê ji biçûkêt xwe re bibêjin û eviya jî bi nav û navnîşan û bi her babetî standard be. Lê pêşin ez bibêjim ko ez vê gengeşîyê ne weke dîroknasekî, lê weke dîrokhezekî kurd dikim.

Di derbarê eslê me kurdan de gellek tişt hatine gotin lê li jêr ez dê sê jêderan bidim ko hersê jî kurd in, her yek ji wan ji wexteke cuda ne û bawerîyên wan temsîlîya heyamê xwe dikin: Yê pêşin û belkî jî kevntirîn belgenameya me kurdan ŞEREFNAME ya Şerefxanê Bedlîsî (1597) ye »Kurd ji nesla wan însanan in ko ji bo çareserkirina birîna ser herdu milên Dehhaq serên wan dihatin jêkirin û mejîyên wan dihatin derxistin û li wan birînan dihatin kirin, vêca ji ber rizgarbûna ji serbirîn, kuştin û qirkirinê yên derketine serên çiyayên bilind û asê ne.



Ji van xortên tek tek ên azadkirî, civatek gellek zêde ji hemû reng û cure awayî zimanên ji hev cihê, di çiya de li hev kom dibin. Xizmî û mirovatî dikeve navbera wan û bi benên xizmatîyê bi hev ve tên girêdan. Biyanitî û xerîbî ji nav wan radibe, zar, zêç û neslek zêde pê wan dikeve û navê ”Kurd” li wan tê kirin.» (ŞEREFNAME wergera Z. Avci. Apec 1998. r.61-62)

Mînaka duyem ji salên 1858 an ya Mela Mehmûdê Bazîdî ye: » Emma Be`do. Me`lûmê cenabêd talib û naziran bibitin, ko ev tayfêd Ekradan ji tewayfêd erabêd bedewî yêd berê ne ko zemanê madiye da ji wan tayfeyêd eraban miqdarek cuda bûyne bi van kenaran de bi eyal û etfal hatine û hemû qebîleyek bûne û berê lîsanê wanê jî bilumum zimanê Erebî bûne û yek tayfe bûne. Heta wî zemanî lefza Kurdistan tune bûye, paşê weko hatine van etrafêd xalî û sînorêd Îran û Xorasanê, ew mirovêd hatî mesela çandin elbete her yekî navek heye, Heyder mesela navê yekî bûye herçî ji ewladêd wî Heyderî zêde bûyne, nisbet bi bal wî daye Heyderî. Evne bûyne tayfeyek û mesela navê yekî Zîlo bûye, her çî ewladêd ji wî mirovî zêde bûyne nisbet dayne bi bal Zîlo, Zîlî Zîlî gotine.» (Adat û Rusûmatnameyê Ekradîyê M. M. Bazîdî amadekar Z. Avci Lîs 2010 r.47)

Mînaka sêyemîn ji dema me ya nuha ye, ji pirtûka nemir Dr. Abdurehman Qasimlo ye.

»Ev bîr û bawerîya han xurt e ko kurd nevîyê Medan in (Mêdya) û dîroka wan jî bi girtina bajarê Nînova destpê dike, ko di sala 612 bz de bi destê Kîyaksarê Padîşahê Medan hat girtin.» (Dr. Abdurehman Qasimlo. Kurdistan û Kurd .Jîna Nû 1991 Kurdîya wê Elîşêr. r 42-43)

Li ser mînaka pêşin, tiştê ko di Şerefnamê de hatiye nivisîn, di derheqê neslê kurdan de, ango ev mînak ji Şahnama Firdewsî hatiye neqilkirin: ez ji Swêdîya wê neqil bikim, wergerek kevn e: Zulma Dehhaq bê hed û sînor didome, du xortên dilpak û dilovan bi navê Armayil û Karmayil di metbexa Dehhaq de kar digrin, dibin aşpêjê wî. Ango ewên ko ê xortan bikujin û mejîyên wan bi marên ser milên Dehhaq bidine xwarin. Her cara ko du xortan digrin tînin ko serjê bikin ew yekî vedişêrin, li şûna mejîyê wî, yê mîhekê tevî yê xortekî dikin û ê din azad dikin. Bi vî hawî bi qandî dused xortî azad dikin, wan rê dikin bi çiyan ve û tembih dikin ko xwe veşêrin, û nema dakevin nav bajar û gundan. Goya kurd ji vê komê veketine.

30. Af desse två slagtade de den ene;
De visste sig ingen annan råd.

31. De togo hjernan af ett får-hufvud;
De blandade den med hjernan af den ädle ynglingen.

32. Åt hans kamrat skänkte de lifvet, sägande:
Se till att du gömmer ditt hufvud väl.

33. Tag dig akt för grannskapet af städer och bebodda orter;
För dig är, här i verlden, berget och öknen boningsplatsen

34. I stället för hans hufvud togo de ett värdelöst får-hufvud;
Och beredde deraf mat till drakens uppehälle.

35. På detta vis blefvo hvarje månad,
Genom deras ingiripande, trettio ynglingar räddade till lifvet.

36. När två hundra af dem hade kommit tillsammans,
Hvarvid ingen enda visste, hvem den andre var.

37. Fingo de af köksmästarne några getter och får,
Och visades sedan hän till öknen.

38. Från denna kärna härstamma Kurderna,
I hvilkas hjerta ingen hågkomst finnes af städer och bebodda platser

(Firdausi. Shah-Namah. Norstedt och Söner 1931)

Bêguman evana tev rîwayet in û ji zanistê dûr in lê gellek caran em dibînin ko tiştên wusan dibin destan, eposên netewî û di mejîyê miletekî de cih digrin. Herweha di nav rêzên Firdewsî û rîwayetên Şerefnamê de jî mirov şikekê eşkere li hember kurdan dibîne. Heta mirov hê jî dûrtir dikane biçe, ta rojên Heredot wekî mesela Astyages û generalê wî Harpagos ko pê re xayîn dikeve.

Bêguman dikane gellek sedemên wê hebin û dîroknasên me belkî sibê me di vê derbarêde baştir ron bikin ko çima di literatura misilmantîyê de bi şik behsa kurdan tê kirin û bi paşgotinîyan tawanbar dibin. Ez bi xwe di wê bawerîyê de me ko kurd ewên dawîn in, ko li rojhilata navîn misilmantî pejirandine, loma. Ev jî ji ber cografya û jiyana wan î hinekî kovî bû ye. Ne tesaduf e ko yek ji van dûrikan di Şerefnamê bi xwe de heye, Mesela Buxduz: »Di derheqê bêtifaqîya vî qewmê de çend rîwayet tên gotin. Dema ko nav û dengê pêximberîya Hezretê Mihemmed belavî asoyê cîhanê bû, dengê sedaya Îslamiyetê li hemû alîyê dinê deng da, fermanrewayên welatan û Sultanên îklîm û dewletan bi vê rewşa han a nû mijûl bûn û ji bo pêşkêşkirina girêdan û îtaeta xwe xwestin li hemberî vî Efendîyê han serî bitewînin û rêz û qedirşînasîya xwe jê re bidin nîşan; di wê navê re Oxuz Xan ê yek ji wan fermanrewayên herî mezin ê Turkîstanê, ji serbilind û serfirazê pêximberan û efendîyê afirînderan ko wê çaxê li Medînayê Mûnawwere (silavên herî birêz li ser rûniştîyên wê be) dima, heyetek şand. Serokatîya vê heyeta han jî yek ji wan mezin û giregirên kurdan ê bi navê Buxduz(Baxduz) dikir. Ew mirovekî zehf sik û kirêt, bêperwerde, dilkevir û kesekî bezept û rept bû. Dema ko ev raspardeyê ê me`dê tirş, biqelefet bi ber çavê pêximber (silavên Xwedê li ser wî bin) ket, bêhna pêxember teng bû û jê nefret kir. Dema ji rasparde eşîret û rêgeza wî hat pirsîn: got ko ez ji civaka kurd im. Belê wê çaxê pêxember (silavên Xwedê li ser bin) nifir li kurdan kir û wiha got:”Xwedayê mezin vê civakê di navbêra xwe de negehîne serkevtina tu tifaq û yekitîyan; heke ne, ger ew yekitîyê çêkin, dê bi destê wan dinê xera be.”» (ŞEREFNAME r.66)

Şerefname ji gellek alîyan ve balkêş e, em dê car car lê vegerin. Lewra wekî wê Mela Mehmûdê Bazîdî jî întresant e. Pêşevan (pîonyer) e. Lê em divê bi rexnegirî li xebatên wî binerin. Tiştê ko di derbarê eslê kurdan de gotiye bêşik em dikanin, jêkin, deynin alîyekî. Girîngîya Bazîdî û mezinahîya wî ew e ko kurdan wekî ”xelk” keşif dike. Dikeve nav wan adet û toreyên wan divisîne. Çîrokên wan dinivisîne. Bawerîyên wan, şîn, cejn û dawetên wan lê dike. Bazîdî behsa xelkekî dike ko koçer, şivan, pale, etar, ticarên gerok û sinetkar in. Ne mîr û beglerên koşk û serayan in. Ev perspektîva nuh, ev bergeha dîtinan, ji mêj de li awropa destpê kiribû, berya wî bi pêncî salekî… Belkî jî bi bandora A.Jaba bû, bêşik ko para A. Jaba di vê de ê hebe û ji xwe ne mimkin e ko mirov herduwan ji hev cuda bike.

Peter Burke wusan behsa vê epokê dike: »Di dawîya sedsalan 1700 û destpêka sedsala 1800 an de, di wexteke ko çanda xelkê ya adetî (tradîsyonel) dikir winda bibe ”xelk” ji bo ronakbîrên Awropî dibin alava balkêşîyê. …têgehên nuh di lîteraturê de cih digrin. Pêşevanîya vê şoreşê Elemanya (Preussen) dikir. Cara pêşin J G von Herder di salên 1774 û 1778 tiştên ko ji nav xelkê tomar kiribûn bi navê ”Volkslieder” çap dike. Paşê têgehên weko ”Volksmärchen, Volkssage, Volksbuch” li vê ferhengê zêde dibin.» ( Peter Burke. Folklig Kultur i Europa 1500-1800 svensk översättning S.Almqvist 1983)

Burke bi dewamî behsa xebatên Birayên Grimm dike û bandora wan li ser nifşê wê demê û hişyarbûna hîsên milî dike.

Bêguman ev hişyarîya Awropî ye ko bi reya A. Jaba derbasî M. M. Bazîdî dibe. Hêj di salên 1804 an de bi navê Kirsja Danîlov pirtûkek ji stranên gelêrî ên ûrisî çap dibe. Li hemî quncikên Awropa, dezgeh û akademî vedibin. Bi vî babetî li tevaya Awropa ronakbîr xwe nêzîkî xelkê dikin û naveroka nasiyonalîzmê bi çanda xelkê bi mane dikin. Ya ko rê li ber dewleta nasiyonal vedike di eslê xwe de ne şoreşa Fransa (1789) ye, zêdetir ev bergeha ditinên bi vî rengî ne, ko ên wekî Herder pêşevanîya wan kiriye. Di dîroka Awropî de ev dem wekî dema pêşîya romantîkê bi nav dibe.

Mînaka me ya sêyemîn ji wexta nuha û ji Dr. Qasimlo yê nemir bû. Ez bawerim ev fikir li ba hemî ronakbîrên kurd î dema me her yek e. Lê, ev mînak jî, ji çend derewên Heredot pê va, rûpelekî spî, nenivisî ye. Belkî jî ji ber wê ye ko li herêmê kesek ji netewên din li Medan xwedî dernakevin, em xwe digihînin wan. Dostekî digot »Yewnanîyan nikanî bû navê KeyHusro wekî orjînalê wî binivisandina loma Kîyaksare nivisîne.» Dikane rast be, lê ji bo vê metodekî zanistî divê were bi kar anîn, ji bo em weko qeydekê vê belgeyê derbasî dîrokê bikin. Di vir de metodekî lingivîstîk dikane çareserî be. Dîroknasîya Annales jî metodên wusa pêşkêş dike.

Annales dîrokek bi sentez û komparatîv (bi miqayese) pêşkêş dike.

(Ev nivis ne qedîya ye, ê dom bike)

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2011-08-25
Xwendin: 12099
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org