[ DUŞEM, 2024-11-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Pepûk
»Hay hay Memo, Mem ebasî ebasî
Jaro dilo Memo, Mem ebasî ebasî
Hay hay Memo, Memo tankî kirasî
Day kore bî nenasî»
(ji straneke gelêrî)

SWÊD, 7/5 2013 — Ev çend şev bûn ko odeya Simkoyê Çelebî ji gundîyan tijî dibû, rê û rêwanî tê de nedima. Her çi xort bûn, li ber derî, li nav pêlavan, çogên xwe berdidan erdê, rûdiniştin û guh didan şevhêrkê. Axêverê şevbuhêrkê jî her yek, bi tenê, Şêrkoyê Hebizbinî bû.

Çend roj berê, ber bi esir ve, yekî ne qut û ne dirêj, li serî fotêrek, bi bedlekî turincî û bi ser de jî qapûtekî qehweyî lê, şiveke hezîranî jî di dest de, li gund peyda bûbû. Ji xortekî pirsa mala Simkoyê Çelebî kiribû? Bêvila wî ya tûj, diranên wî ên qîç û simbêlên wî ên ziravik (ne qeytanî), canbazekî ajalan, dihanî bîro mirov, lê yê xort, di derbarê ziyareta wî de, tu pirs jê nekiribûn û ew rast biribû mala Simkoyê Çelebî. Heta ko gihiştibûn ber derîyê mala Simkoyê Çelebî, dêmê ê xort her bi bişirîn bû, sedema wê jî bilêvkirina navê Simkoyê Çelebî bû. Lewre, li gund, tu kesî navê Simko, bi yê bavê wî re hilnedida; jê re, Simkoyê keleş an jî dizek digotin, (xwedê wî bike ber efûya xwe, digotin, mirovekî qewî tevlîhev û rêbir bû), lê yê xort tu şik li xwe çênekiribûn û li hember mêvanekî mirov çawan divabû bi kubarî tev bigerîya, wusan kiribû, ew anîbû ber derîyê mala Simko. Ihi, eva axêverê van çend şevhêrkên mala Simko, Şêrkoyê Hebizbinî bi xwe bû.

Vê êvarê jî, li hewşa Simko, malî, bi helûbel di amadekarîya şîvê û şevhêrkê de bûn. Dizanîbûn ko ê ji şevên din bêhtir mêvan li mala wan kom bibin. Odeya jorîn ko ya Simko ya razanê bû, veguhertibûn, kiribûn ya rûniştinê (lewra ev ji hemî odeyên wan î din mezintir bû). Çend xortên cîranan jî hatibûn alîkarîyê. Heta ku, jin û qîzikan xwarin çêkiribûn, wan jî ode bi kulav û merş û balgihan raxistibûn. Wexta zêde, hemî li amadekarîya cihê axêver çûbû, li nîveka odeyê, li ber paca mezin, doşeka malê ya ji hirîyê û herî qalind danîbûn, li paş wê jî çar balgihên herî tijî (ew jî ji hirîyê bûn), dudo û dudo li ser hev rêz kiribûn, bi vî babetî ê pişta axêver ê qet negihişta dîwarê qesrê î sar. Sobeya li nava odê jî tijî êzing kiribûn, agir pê xistibûn, dadabûn. Ev sobe cara pêşin bû ko bi agirê êzingan şa dibû, wekî din agirê wê hertim yê ji sergîn û tepikan bû.

Li taxeke din î gund, li mala Henê jî hazirîyek hebû. Bêguman mirov nikarîbû hazirîyeke wusan ya şîveke ji rêzê, bi ya ko li mala Simko dibû, miqayese bikira. Lê dîsan jî sobe vêketîbû û beroşek li ser dikelîya. Bîhna ko ji beroşê difûrîya jî lê mikur dihat ko şîva vê êvarê, ji nok û goştê dermalan pêk dihat. Li dora sobê, Henê, bûka wê Xezalê û nevîyê wê Hekîmê yeksalî rûniştibûn. Hekîm di dawa pîrka xwe de, li ser çogên wê pal dabû, germaya sobê laşê wî sist kiribû û dikir ko di xewre biçe, lê pîra wî ew car car hişyar dikir û li bende bû ko beriya xeweke giran, zikê wî têr bike. Endamê dawîn yê vê familyê, xortê malê Mem jî li dawîya odeyê, li ber sindoqek vekirî, şipya, bi lez kincên xwe diguhertin. Endamekî din jî yê vê familyê hebû, lê nuha ew tenê bi rewanê xwe yê pak û sûretê xwe ê bi dîwer ve dardekirî, amade bû. Ev serê du salan bû ko Hecî Ehmed dunya guhertibû, zeman lê hatibû xezebê, nanê wî ji vê dunyayê qut kiribû, emir dabû haziran, koça dawîn kiribû. Lê hemû liv û bîrewerîyên wî di hişê Henê de hêj zindî bûn, li kû rûdinişt, çawa nan dixwar, wexta ko ruwê xwe kur dikir, kincên xwe diguhertin û tufenga xwe paqij dikir, hemû yeko yeko li ber çavên wê zindî bûn. Bîrewerîyên wê li gel evîndarê ciwanîya wê gelek bûn, hinek ji van bûbûn çîrok û li nav xelkê heremê belav bûbûn. Henê yekem jin bû ko li vî warî bûbû nêçîrvan û segvanekî navdar, heta salên dawîn ên Hecî Ehmed jî, li gel hev diçûn nêçîra pezkûvîyan.

Hinekî şûnde, Henê berê xwe ber bi Mem ve kir û jê re got:

— Berxê min tu çima ecele dikî? Ka vê êvarê li nav me bimîne…
Mem hat ber sobê li cem diya xwe rûnişt, destê xwe avêt ser milên wê ew ji kêlekê ve himêz kir û got:

— Dayê tu dizanî… hemû hevalên min ê îşev li wir bin, min jî soz daye wan.
Henê li delalyê malê nerî, dizanîbû ko wê ew neşkenanda û destûra wî bida ko biçe nav hevalên xwe û şevhêrka Şêrkoyê Hebizbinî. Lê li gor tiştên ko bihîstibûn, ji amancên Şêrkoyê Hebizbinî bi şik bû, lewra xwest çend şîretan li berxê xwe bike:

— Lawê min, tu dizanî ko ev Simko ne tu zilam e. Rehmetiyê bavê te, gelek caran behsa serpêhatiyên dizitîya wî û bê çawa ew carekê ji nav lepê xelkê xelas kiribû, dikir. Xelkê ew girtibû û bizina ko dizîbû li ser histuwê wî kiribûn û li nav sê gundan gerandibûn, wê ew bikuştana lê bi ricayên bavê te xelkê ew efû kiribû. Dostê diz û keleşan jî weko wan diz û rêbir in. Tiştê ko ew dibêje tenê di çîrokan de heye. Li tu cihî kanîyên şîr û hingiv naherikin. Bav û kalên me ev erd hilbijartin. Li ser ruwê dunyayê xaka herî pîroz bi xêr û bereket ev erd e. Lewra ko tu bi kêr neyê, bihuşt jî veduguhere dibe dojeh li mirovî. Ji ber vê jî ew Bêrûda ko Şêrko behs dike, derew û xapînok e. Ew miheqeq li dû tiştin din e. Hayê te ji te hebe û nexape!

Memê, bi awirên xwe gotinên diya xwe erê kirin û piştî şîveke bi lez, Hekîmê xwe maç kir, pêlavên xwe kirin lingên xwe û rast rêya mala Simko girt, çû.

Li mala Simko, civat gerîyabû, ode tijî nebûbû lê hêj mêvan dihatin, di bin ewrekî dûmana cîxaran re, Memê li nav xortên zewicî cihekî xwe dît û çog dan erdê, li ser kulavê nermik rûnişt.

Şêrkoyê Hebizbinî, pîyala çayê di dest de pal dabû û civat bi awirên xwe dadiwerivand. Li kêleka wî ya rastê Simko rûniştibû, li ya çepê jî lawê Simko yê xort, Ferman rûniştibû. Ferman, ne wekî bavê xwe, li ser doşekê, ew li erdê, li ser kulêv çog berdabûn erdê.

Civat bi pistepist daxivî, her kesî bi yê tenişta xwe re deng dikir, lê bala hemîyan jî li alîyê doşekê û Şerko bû. Ger ko kuxtekuxtek ji wê hêlê bibihîstana jî, ji hemîyan deng dibilîya, hiş dibûn, çav û guhên xwe ber wî alî ve miç dikirin.

Zû û ne dereng jî, kuxtekuxtek ji wê hêlê bihîstin. Şêrko gulpa dawîn li çaya xwe xistibû, lingê xwe li ser doşekê çarmêrkî vedan, tizbiha Simko ji destê wî girt û dest bi axaftinê kir:

— Çiyayên Lubnanê bi darên Selwîyan û Kajan xemîlandî ne, ev dar ji çinarên me gelekî bilindtir in, şax û gulîyên wan, heta ko çavê we bibîne… ber bi perê ezmên ve dikêşin. Tijî newal û gelî ne, di her gelî û newalê de bi dehan kanî, kanîsark û avzêm hene. Li dor her kanîyê dehl û bostanek heye. Ev dehl û bostan tijî fêkî û sebzeyên cihêreng in. Ji teamên vê dunyayê hûn çi bixwazin li wir hene. Gelek ji van fêkîyan, ji xwe, bejî digihên, weko xoxan, hejîran, pirtiqal, sêv, hermî… bereketek bê hed û hesab e, got.

Paşê xwe hinekî paşde vekêşand, pala xwe da balgihan û bi awirên xwe civat hemî dawerivand. Lewre, ev hemî livên xwe bi şêweyekî gelekî profesîyonel, mîna di fîlmekî slowmotîon de kiribûn û bala hemû kesên amade ji sed sed li ser xwe kom kiribûn. Di vê navbênê re, xortekî tepsîna di dest xwe de dirêjî ber wî kiribû. Axêver tenê destekî xwe dirêj kiribû û pîyala çayê ya li ser tepsînê rakiribû. Ev jî wusan bi hêdîkan kiribû, karê ko di hilmekê de ê biqedîya, wî dihişt ko sîh û du hilman bigire. Civat hemî hiş bû, awirên her kesî li ser axêver kom bûbûn û bi meraq li benda bûn ko ew çîroka xwe dom bike. Weko ko axêver ji vê haydar be, gulpeke din li çaya xwe xist û ji cihê hiştibû, dest bi axaftina xwe kir:

— Ez, got. (destê xwe yê rastê, ber bi singa xwe ve kiribû) Şêrko, hêj naşîyekî hivde salî bûm, dema min welat, tehtbeşa xwe terk kir, ber bi Şam û Helebê li dû nesîbekî baştir gerîyam. Wê çaxê ez zigurdek bûm. Li bazarên Şam û Helebê, min du salên xwe bi hemalîyê derbas kiribûn, heta ez rastî mirovekî, ji haziran zêde neke, aqilmend hatim. Wî mirovî ev rê li ber min xist û li ser şîretên wî min rêya Bêrûd û Lubnanê girt, çûm wî welatê ko kanîyên wê şîr û hingiv diherikin. Ez serê we nehêşînim, demsaleke havînê ro li nîvro li nav gelîyekî, li ber sîya dareke selwîyan min xwe dirêj kiribû, di xewre çûbûm; ji nişka ve bi dengekî ji xew çemd bûm. Li hember xwe min yextyarekî rûspî, bi ebayeke dirêj lê, dît. Serê wî jî bi kofîyekê girêdayî bû. Tişta pêşin ko hat aqilê min, min go, ev hebe nebe »Xoceyê Xizir e!» Di heqîqetê de jî ji bo min, dawîn wusan bû. Vî yextyarê pîrozwer ji min re got »Xortê hêja wexta nîvro û firavînê ye, ma tu kerem nakî ser sifreya me, em li gel hev xwarinekê bixwun?» Bi rastî jî ez birçî bûbûm, qurînî ji nava min dihat; min dirêj nekir û da dû…

Li ser sifreyê ji teamên Xwedê we çi bixwesta hebû. Te digo qey ev sifre ne ji paleên rez û dehlan re, lewre ji mîr began re amade bûye. Dema çavên min bi qaza heşandî û wê birinca weke berfê sipî û liblibî ket, bû qurqura nava min û hindik mabû min xwe dadayê, lê min bi çila xwe karî û li hêvîyê mam, heta ko mazûbanê min ranekî qazê jê kir û dirêjî min kir.

Karker bi dû ko firavîna xwe xwarin, rabûn çûn, ez û wî tenê mabûn. Dema ko fam kir ez rêwîyê Bêrûdê me û ji xwe re li karekî digerim, piştî ko hilmek, dudo li qelûna xwe xist, berê xwe da min »birazî, got, ez bi serê te kim, ew tiştê hemî ko te di derheqê Bêrûdê de bihîstine ne rast in. Bêguman Bêrûd bajarekî gelekî şên e, lê ev cihê me ji Bêrûdê bi sed û yek qatî xweştir e. Bajarê mezin, derdê mezin e! Bi ya apê xwe bike û li ba me bimîne, tu ê poşman nebî.» Ez dirêj nekim, min biryara xwe da û li wir bi cih bûm û weke yê yextyar ji min re gotibû, poşman jî nebûm.

Di wê navbênê re xortek hatibû cem Ferman, tiştek kiribû destê wî û wî jî ew anîbû dirêjî Şêrkoyê Hebizbinî kiribû. Axêver ji bêrîka xwe dûrbînek yekçavî derxistibû, dabû ber çavê xwe û ew tişt xistibû nav herdu tilîyên xwe û ber bi dûrbînê ve kiribû. Piştre, dema findek vêxistî anîbûn û li ber şewqa wê xwestibû vî tiştî bitefsilîne, hatibû famkirin ko eva polikek bû. Bi dû vê lêkolîna kurt re, axêver polik û dûrbîn danîbûn ber xwe û ji cihê ko hiştibû dest bi axaftina xwe kiribû. Civat tev hiş bû, ger ko pirsên hinekan hebûn jî, nekiribûn. Evîya jî ji ber ne dixwestin ko pirsên wan wekî bêgiramîyekê li hember axêver şaş bêne fam kirin. Lewra ev çîroka jiyana Şêrko ji sedî sed rasteqîn bû.

Şêrko »îca em li kû mabûn? Got. Belê, min pêşniyara wî mirovê aqilmend, ko ji haziran zêde nedikir, qebûl kir û bûm rezvan û cenanê wî. Heta bi salekê min karê xwe bêqisûr dewam kir û gelek pesin û xelatên buha ji begê xwe girtin. Lewre dumahikê ez pê hisîyabûm ko ew, yek ji wan begê mezintirîn ê heremê bû. Ez serê we nehêşînim, rojekê dema ez li nav dehlê digerîyam, min tûrikek dît..» Axêver li vir jî bêhnek da axaftina xwe, gulpek dudo li çaya xwe xist, (lewre, çaya wî qe kêm nedibû, pîyala wî her ko vala dibû, tijî dikirin) ev bêhnvedanên wî gelekî bi rêkûpêk bûn, xuyabû ko ne cara pêşin bû ko ev çîroka xwe digot. Kelecana civatê derketibû asta herî jor, deng û his ji kesekî dernediket, çav û guhên hemîyan li hêla axêver bûn. Axêver, bêyî ko ecele bike, piyala çayê danî ser kulêv, pişta xwe da balgihan, tizbîya di dest xwe de kêşand û çîroka xwe domand »…min ew tûrik bêyî ko vekim wusan devgirtî, bir û da begê xwe. Çend rojekî şûnde, bang min kir ez birim odeya xwe, maseyek şanî min da, li ser masê min, ew tûrikê ko çend roj berê dîtibû û dabûyê, dît. Ji min re got ”biçe wî tûrikî veke!” dema min tûrik vekir û tiştên tê de vala kirin ser masê, ez behîtî mabûm! Ser masê tijî kevirên ji aqut, almaz û cewherên rengareng ko dibiriqîn. Begê min hat bi milê min girt,ez birim per paceyeke odê ko li bexçeyekî hewşê dinerî, perde rakir û hişt ko ez li nav bexçe binerim,ez çi bibînim, li bin sîya darekê keçek rûniştibû, mîna perîyekê bû, weko şewqa vê lempeyê spehî bû, ruwê wê mîna berfa vî zozanê Şerefdînê sipî bû. Ji min re got ”tu dizanî! Bi van cewherên ser masê tu dikanî nîvê Bêrûdê bikerî û nefroşî! Tu şîrhelal î, lewra tu ji qewmekî esîl tê, bav û kalên min ji berê de ji min re digotin ko kurd mirovin camêr û merd in, qewmê wan esîl e, bila pişta te ji wan qewîn be. Îca tu çawa dixwazî, te divê bêrîka xwe ji van keviran tijî bike û biçe, ne te ez dîtim û ne min tu dît, an jî te divê, bibe dûndeyê min, ez dê vê keça xwe ya bi tenê, li te mahr bikim û te bikim begê vê heremê!” Bi dû ko çavên min bi wê karxezalê ketin, ez ne bi dilekî, lewre bi heft dilan dil ketimê. Ev deh salên min li Lubnanê bihurîne, yextyarê min î pîrozwer emir da haziran çû ser heqîya xwe û hemû malê xwe siparte min, ji keça wî, xulamên we bin, du law û keçeke min heye. Tu hewcedarîya min ji malê dunyayê nemaye, min tenê çar/pênc xortên jêhatî, destsivik divê ko bikaribin malê min û zarokên min biparêzin. Di navbêna salekê, dudiyan de ê vegerin û bi pereyên ji wir bînin, qesrekê ji xwe re ava bikin û bizewucin, tevaya temenê xwe ê bibin xwedî mal û milk.»

Bi dû de jî berê xwe ber bi hêla Memê ve kir û »Ma te go çi, birazî? Gelo ji şensekî wusan re mirov qey dibêje na?» Di heman demê de ji hêla Memê çar xortan xwe dan pêş û bi yek dengî gotin »em dixwazin li gel te bên apê Şêrko!» Memê dengê xwe nekiribû, tenê guhdarî kiribû û gotinên pîra dêya xwe (…dostên dizan wekî wan diz in!...) bi bîr hanîbûn. Axêver berê xwe bi xortan ve kir »ez tu sozê nadim kesekî nuha, min tenê soz daye destbirakê xwe ko ez dê biraziyê xwe Ferman li gel xwe bibim.» Wexta ko wusan gotibû, qurpînîk bi dilê Memê ketibû, lewra ew û Ferman hevalê hev zaroktîyê bûn, jiyaneke dûrî hev ê ji bo herduwan jî gelek ne xweş baya.

Di wê navbênê re, ji axêver, hinek pirs jî hatibûn kirin, pirsên di derheqê maldarîya xwe de cidî negirtibûn, ew ne bersivandibûn, tenê pirsa yextyarekî, ya di derheqê şerê navxweyî ko li Lubnanê derbas dibû, bersivand û got »ev şer li Bêrûdê diqewume, em gelekî dûrî şerî ne.» Bi dû de jî nexwestibû li ser vê mijarê kûr bibe, dîsan rahiştibû polikê li ber xwe, bi dûrbîna xwe ya yekçavî ew saxtî kiribû. Hinekî şûnde jî serê xwe rakiribû û ev jî nîşana ko ê dîsan biaxivîya bû, loma jî, pêre pêre civat hiş bû, Axêver »şikir ji Xwedayê min re, ji malê dunyayê tu kêmasîya min nîn e. Tenê ev tiştên kevnare wekî van polikan bala min dikşînin, berhevokek min ji van heye û ez dixwazim wê mezintir bikim, eger li ba we hebin, bêguman bi heqê xwe, zêde û ne kêm, ez wan dikirim.»

Axêver hêj gotina xwe neqedandibû tavilê, bi welwelekê, bala civatê hemî bi alîyê derî ve bûbû. Di derî re yek bi hengameyekê ketibû hundurê odê, tufengek di dest de dirêjkirî rextê fîşenga çepûrast bi ser milan de girêdayî »xwe bidin alî! Xwe bidin alî!» gotibû û hatibû li ber axêver rawestîyabû. Şêrkoyê Hebizbinî ji tirsa û Memê jî ji fedya dêya xwe, mîna du gilokên hirîyê ko tu bişo, hatibûn hev û bi dîwarê qesrê ve ecîqîbûn. Henê li ber axêver, şerqînî ji mawzêra xwe anîbû, fîşeng xistibû derbê »Ez bi qedrê vê tufengê kim ko ne ji mêvanperwerîya me ba min ê nuha vê nîvê şevê, bi darê zorê tu bi rê bikira! Ev çi ye! Tu bi aqilê zarokên me dilîzî, dixwazî wan bixapîne, bibe Bêrûd û Lubnanan! Kî dizane paşê li wan deverên dûr ê çi bi serê wan bê.» got. Dûvre jî, ji ber pişta xwe kisikek derxist avêt ber axêver »aha ji te re, eger tu li polikên kevnare digerî ew kisik tijî ye, çi ji te re lazim be bigire û paşê biceheme ji vir biçe. Mêvan û zêdekar!»

Axêver di nav balgihan de winda bûbû, deng û his jê derneketibû, tenê Simko li xwe qewimandibû û got »Hecîyê, Şêrko dost û mêvanê min e…»

Henê bi hêrs Simko bersivand »Ez nizanim Simko, ne jî heqê wî ye ko rêyên xerab ber bi zarokên me bixe, ew jî yekî wekî te…» got û bi lez paşde vegeriya ji odê derket.

Bi vî hawî jî dawîn li şevhêrkên mala Simko hatibû. Rojtira din Şêrkoyê Hebizbinî bûbû toz û ber bi bayî ketibû, pêjna wî nema hat.

Lê ji xwe çîroka me esas ji vir dest pê dike. Lewre sê roj şûnde, ango bi dû ko Şêrkoyê Hebizbinî ji gund çûbû, welwelak bi gund ketibû, zû ne dereng hatibû famkirin ko çar xort ji gund winda ne, dudo zewicî û dudo azib, Memê û Osê ên zewicîbûn, Ferman û Evdile ên azib bûn.

Ev her çar xortên hevalên hev dabûn dû Şêrkoyê Hebizbinî, gund û heskirîyên xwe hiştibûn, li pey şensekî hê baştir rêya xerîbîyê hilbijartibûn. Bêguman, li gor sozên Şêrko ê di wexteke kurt de bêrîkên wan tijî pere û zêr û dîsan vegeriyana welatê xwe, nav meriv dostan û paşê jî jiyanek têr û bextewar bidomandina. Çi, bavê Ferman Simko bû, ji sedî sed wusan bawer dikir. Lê deya Osmên û bavê Evdilê qe ji vê yekê bawer nedikirin, mîna ko Şeytên birecimînin rojê du caran dihatin ber hewşa Simko hezar nalet û nifir li wî û hevalê wî Şêrkoyê Hebizbinî dikirin, lewre ko xortên wan xapandine… Her çendî ko dilê Henê bi taswas bû jî, deng nedikir, di nava xwe de dikizirî, her cara nimêj dikir dueyek zêde ji bo selameta Memê û hevalên wî dikir. Biryar dabû ko heta demekê raweste, dibû ko her çar ciwan zû bi ser fêlên Şêrko ve bin, dev jê berdin û paşde vegerin gundê xwe.

Heta salekê kesî ji xortên xwe tu salox negirtibûn. Lê dema ko ji salekê yek roj derbas bûbû û dengê lîlandinê ji mala Edla (dêya Osê) hatibû bihistin, xeberên xêr û nexêrê li gund zû belav bûbûn. Xebera bi xêr ev bû ko Os vegerîyabû. Ya, ne bi xêr jî, bobelata ko bi serê her çar xortan hatibû.

Wekî Simko, Henê, dê û bavên Evdilê û komek gundî zû zûka xwe bi Osê ve gihandibûn û behîtmayî, guh dabûn serpêhatiya her çar xortan.

Osê, bêhnçikyayî, bi helkehelk digot »wî derewçîyê Şêrko em birin Bêrûda Lubnanê. Tu çi bibînî!… devereke xopan, welatekî kavilkirî… li her cihî şer hebû û em ketin nav agir. Ji her hêlê ve komên nijdevanan hene, li hêlekê Ketayib, li hêlekê Şûhî, li alîyekî Durzî, li alîyê din Cihû û Filistînî. Bi rastî Memê li nîvê rê, li nêzîkî Şamê, ji me re gotibû ko”ev me dixapîne, em ji dû vegerin!” lê me bi ya wî nekir û heta bi Bêrûdê li pey çûn. Vî bêbavî zanîbû bê çi dikir û xuyabû ko ne cara pêşin bû, evîya dikir. Em sipartin komek nijdevan, ji her miletî di nav wan de hebûn û go lingo bi qurbanê, dev ji me qerîya windabû, çû. Hûn çima nabên, em bi peran, wekî leşker firotibûn. Naçar, bê zar û ziman li nav vê komê em man. Çi xwestin, me wekî wan kir. Roja dudiyan, cilên leşkerî li me kirin her yekî jî tufengek bi milê me ve kirin û gotin ”yalla merş merş!” heroj karê me nobedarî û temrîn bû.»

Heta bi vêderê kesî tu pirs ji Osê nekirin û teva dixwest dumahika vê serpêhatiya gelekî bi kelecan, bibihîzin. Lê gewrî li Osê zûwa bû bû, tasek av jêre anîn, piştî ko qirika xwe şil kir dîsan dest bi serpêhatîya xwe kir. Lê di beşa dudiyan de gotinên wî cidî û giran bûn, bi giranî û çavên tijî hêsir navê hevalên xwe bi lêv dikir.

Os:

— Bi vî rengî şeş mehên me li nav vê koma filîstîniyan qedîya, em dûvre pê serwext bûn ko ev kom ya filistînîyan e, lê, digel ko ev kom ya wan bû jî tenê di kampa me de serbazek dudo jê filistînî bûn, ên din hemû bengladêşî, pakîstanî, reşikên Efrîqî û rebenên wekî me, kurd bûn. Sibehekê, bi şeveqa zû re, bi dengê firoke û narîncokan em ji nava konên xwe pekîyan. Israîl li me hatibû xezebê, erd û ezman li me kirin agir. Min xwe zû gihandibû koncala nêzîkî kon, berya xwe dirêj bikim min li pey xwe nerî ka gelo hevalên min Ferman û Evdile jî li pey min in an ne. Konê ko Mem lê dima ji yê me dûr bû, em hersê li cihekî û Mem li cihekî dîtir dima. Dema min li dû xwe nerî û tu kes ji wan nedî qurpînî bi dilê min ket, lewre di heman wextê de bombeyek ji evê mezin, îsabetî kone me kiribû, toz û dûman bi erdê xistibû, ne ji kon û ne jî ji ên nav kon derhem nemabû, li şûna kon, tenê koncalek weke şûna bênderekê mezin mabû. Bi vê jî neman…!

Di vir de Simko axaftina wî birîbû û jê pirsîbû ka gelo eseh bûbû ko Ferman û Evdilê bi derba wê bombeyê re çûbûn an belkî birîndar, dîl ketibin destê Cihûyan? Lewra, gava bersiva ”erê” ji Osê girtibû, pêre pêre gwîn lê hatibû guhertin, xwîn ji hemû laşê wî hatibû vekêşandin, xwezî di qirikê de asê mabû, kelogirî bi alîkarîya xortekî li kêleka xwe, civat terk kiribû, rêya malê girtibû. Di wê navbênê re qêrîn bi dê û bavê Evdilê jî ketibû, hawar û qêrînên wan bi ser gund hemî ketibû, ên di malên xwe de mabûn jî derketibûn hatibûn li wir civîyabûn. Dengên heyf, ax û waxan ji her kesî derdiket, pêre pêre tayeke şînê xwe li gund hemî pêçabû.

Ne Henê û ne jî kesekî din, dumahika serpêhatiya Osê nebihîstin. Lê Henê bi pirsên xwe ji Osê serwext bû ko hayê wî ji Mem çênebûye û heta îro jî nizane sax an mirî ye.

Beşa dawîn ya serpêhatîya Osê êdî gundîyan ji hevdû re digotin: Piştî ko wê sibehê heta ber bi nîvro di bin wê bombebaranê de mane, ji xwe axilbê wan hatibûn kuştin, komên cendekan perçe perçe li erdê dirêjkirî bûn, îca ordîya Cihû û Ketayiban ketibûn nava kampê, ê ko sax didîtin di cih de dikuştin, kesek dîl nedigirtin. Osê jî nemerdî nekiriye, mîna kuştîyekî xwe li nav cendekan dirêj kiriye, heta ko dunya lê bûye êvar û paşê ji wir revîya ye, xwe gihandîye gundekî Durzîyan. Piştî ko evana fam kirine ko ew kurd e û ji serxetê hatiye, lê xwedî derketine, paşê jî ew derbasî Sûrî kirine û bi alîkarîya kurdên li Şamê xwe gîhandîye bajarên kurdan û ji wir jî, li gel qaçaxçîyekî xwe avêtiye serxetê.

Dibên »xebera ne bi xêr zû belav dibe», gundên derdorê jî ev bobelata ko bi serê van xortan ve hatibû, zû bihîstibûn û ji her alî ve xelk hatibûn tazîyê. Ji bo şûnwarîya van xortên nestêle du konên mezin hatibûn vekirin û hemî xelkê gund bi xwarin û vexwarinê alîkarî kirin, êşa malbatên wan parve kirin.

Li mala Henê tu şûnwarî nehatibû danîn lê bêdengîyek mîna wê hakim bû. Çend kesên ko ji bo şûnwarîyê, bi şaşî hatibûn wê derê, zû zûka ji teref bûka malê ve hatibûn qewirandin, rêya konên vekirî şanî wan dabû.

Bê agahî û nezanîya, bê ka gelo çi bi serê lawê wê hatiye, dilê Henê bi taswas dikir, hedan ne didayê. »kezeba wê, lawê ê bi tenê, li welatekî xerîb winda bû» ne zanîbû sax e an mirî… Divabû tiştek bikira (ji xwe ko jê bihata ê ji bo çavreşê xwe, hemî tişt bikira).

Çend roj şûnde, bi dû ko şênîyên konan kêm bûn, Henê rabû tevdîra xwe kir: Sindoqa xwe vekir, buxçikek piçûk jê derxist li ber xwe danî, du bazin û zincîreke zêrîn ji nav derxist. Di nav paçekî de girêda, xist paxîla xwe û rast rêya mala Hecî Elîyê Mirdêsî girt. Xanima Hecî Elî, Delalê, li ber derîyê hewşê bergirtîya wê kiribû. Henê bi kelecanî ji Delalê xwestibû zû zûka bigihêje hizûra Hecî Elî.

Henê bi çavên tijî hêsir, berê xwe bi Hecî Elîyê Mirdêsî ve kiribû:

— Hecî ez di dexîlê te me, kesekî min nîn e, divê tu li ber bayê min rabî! Ez bûka ciwan nikarim bi tenê bihêlim û bi rêyan bikevim…

Hecî Elî li ber derîyê oda xwe, bi beşişîn û cidî li gotinên Henê guhdarî kiribûn:

— Tu bi xêr hatiye Hecîyê, got. Ka bîhna xwe fereh bike, derbasî hundur bibe, ma te xêr e? Ma tu çi dibêjî? Ko ez li ber bayê we ranebim ez dê li ber bayê kê rabim! Tu dizanî ko ez û Hecî Ehmedê rehmetî mîna du birayên hev bûn, ka keremke rûne.

Henê ji Hecî Elî xwestibû: ”beriya rojekê xwe girê bide û rêya Bêrûda Lubnanê bigrî, li dû şopa Memê bigerî. Da bê salox an xeberekê jê nagrî, belbî jî wî sipûsax li gel xwe bînî. Hema ko miribe jî tu ê ji ser tirba wî kulmek ax ji min re binî, da ez zanibim bê çi li berxê min hatiye». Wekû mesrefa vê seferê jî, ji Hecî Elî xwest ko li ser rêya xwe, van bazin û zincîra zêrîn li ba serafekî li Amedê hûr bike. Lewra dizanîbû ko aborîya Hecî Elî ji rêwitîyeke wusan re qîm nedikir.

Bi dû ko Hecî Elîyê Mirdêsî hinekî ponijî û piyala çaya, li ber xwe, vala kir, berê xwe bi Henê vekir û:

— Baş e, got. Ez dê xwe girêbidim, îro, sibe bi rê bikevim, înşeleh em dê sûdeke bi xêr ji vê rêwitiyê werbigrin.

Bi dû van gotinên Hecî Elî re Henê bi hêvî û dilxweşî ji cem vegerîyabû. Li rê, ji bo ko ev rêwitîya Hecî Elî qewîtir bi ser bikeve, ji bo Xoceyê Xizir, soza setqê û mewlûdekê jî di dilê xwe de da.

Hecî Elîyê Mirdêsî di navbêna du rojan de amadekarîya xwe kiribû, pişta xwe dabû felekê û berê xwe dabû oxirê, bi rê ketibû. Bi dû zîyereteke kurt î li Amedê, xet derbas kiribû, rêya Bêrûda Lubnanê girtibû, li her cihî li dû şopa Memê gerîyabû. Meheke ji havînê û du meh ji payizê li vî karî xerç kiribû lê badilhewa… mîna tu di nava deryayeke mezin de, li masîyekî piçûk bigerî, tu salox ji Memê negirtibûn. Bi destekî vikîvala, beriya ko berf bikeve zozanên Şerefdînê rê û rêbar bêne girtin xwe gihandibû gund û rast rêya mala Henê girtibû.

Ji Henê re ta bi derzîyê ve kiribû, qonax bi qonax behsa rêwitîya xwe kiribû.

Gotinên Hecî Elî, dilê Henê î bi taswas tijî xof û tirs kiribû. Tiştên nebûyî dihanîn bîra wê, tirsa ko ê careke din berxê xwe nema bibîne hemî canê wê dilerizand. Vêya ew xemgîn dikir û nikanîbû tiştekî wusan qebûl bikira. Xwe bi xwe digot »na! Li darê dunyayê tiştekî welê nabe, ne mimkin e! Ew miheqeq li deverna awiqîye, an xwe veşartiye, li benda ye heta ko dunya haş bibe… paşê ê derkeve were. Min, xanima xwe û Hekîm ne mimkin e ji bîr bike. Beriya rojekê ê zûtir lêxe were warê xwe, ev erda pîroz welatê bav û kalên xwe ê ji bîr neke!»

Lê agahîyên ko Hecî Elî di sê mehan de civandibûn bi babetekî din bûn. Di heqîqetê de ji xwe tu agahî nebûn, qe nebe di derheqê Memê de nebûn. Rebenê Hecî Elî ne tenê li Bêrûda Lubnanê, li Şam û Helebê jî li dû şop û saloxên Memê gerîyabû, lê badilhewa tu kesî xortekî bi nîşanên Memê nedîtibûn û nebihîstibûn. Dawîn Hecî Elî li dû şopa Şêrkoyê Hebizbinî geriyabû, ji vê jî tiştek fam nekiribû, ji ber ko Şêrko gelek kes xapandibûn, loma jî şopa xwe winda kiribû. Di van sê mehan de Hecî Elî penc kîlo li xwe kêm kiribûn. Perê wî jî qedîyabûn, an ê du mehekî din jî xwe ragirta. Neçar mabû û vegerîyabû. Henê malavatî lê kiribû û ew rê kiribû malê.

Henê hêj li eywanê, rûniştî, bi serîyekî tijî fikir diponijî dema dît ko Hekîm bi ken ber bi wê ve tê. Hekîm bi çavên tijî hêsir himêz kir, ji rûçikên wî ew maç kir û paşê ew di dawa xwe de, da rûniştandin. Jê re firdikek mastî çêkir û hêdî, kevçî bi kevçî da yê. Hêj firdika di kasika Hekim de xelas nebûbû, dêya wî Xezalê jî ketibû hundûr. Xezalê ji berê de ji xesûwa xwe dipelikand û rasterast tiştek jê nedixwest. Lê vê sala dawîn, bi dû windabûna Memê re, halî-rûhîyeta xesûwa xwe qet nedieciband û newêrîbû nêzîkî wê bibe. Lê di rewşên wusan de xesûwê bi xwe tê derdixist ko xwestineke wê heye û lewra her carê wê dipirsî »ka gelo Xezalê çi dixwaze?»

Henê serê xwe bilind kiribû bi awurên xwe Xezalê dawerivandibû, wê jî ji vê cesaret girt û:

— Dayê, got.

Henê bêyî ko lê binere, kevçîyê dawîn ê firdikê xist devê Hekim û di ber xwe de:

— Çi ye?

Xezalê:

— Hevala min Fexrîya, tu nas dikî, nîşanî dibe, dixwaze ez hevaltîya wê bikim, li cem bim. Gelo tu ê destûrê bide…?

Lê hêj gotina xwe ne qedandibû, dema kasika firdikê ya ber Hekim, fena gulleyekê di ber serê wê re firîbû û bi şingînî li binguhê dîwêr ketibû. Ger ko li serê wê biketa ê av negihişta ser. Xezalê, rewşa xesûwa xwe î ko sor û şîn dibû qet neeciband û fam kir ko beriya deqeyekê ji hundur bireve ê li fêda wê be û wusan jî kir.

Lewra Henê ev daxwaza bûka xwe ne tenê neminasib, weko heqaretekê qebûl kir. Loma jî bûbû mîna hirçek har û ji hêrsan kef bi devê wê ketibû. Çi li dorê ket destê wê tê werkir! Xezalê bi zor û heft belan xwe gihandibû der. Henê li dû hezar gotin û çêr jê re gotin:

— Gewende, qehb ya ya gidî qehb! Ez nizanim ko hêj berxê min sax an mirî ye! Û tu dawa ko biçî nîşanî û dawetan li min dikî, ê ne ez dê guhanê te jêkim! Piştî çavreşê min tu dê çawa biçî têkevî destê xortên xelkê û bireqisî, paşê ê qurîncokan li te bidin, belbî jî tu ê dûvre civanan bidî wan… Bavê min digot: »di her jinekê de şeytanek veşirtî ye, dema ko te rişma wî berda ê serî li meriv bigerînin!»

Hekîm mîna pisingeke qutufî, ji tirsan bazdabû, çûbû xwe li paş sindoqa pîrika xwe veşartibû. Belbî jî ji ber vê rewşa nevîyê xwe Henê xwe hinekî haş kiribû, dawîn li çêr û qêrînên xwe anîbûn.

Wê rojê hemî, Xezalê xuyanî nekiribû, derneketibû pêşberî xesûwa xwe. Herî nêzîk ji sih gavî zêdetir nêzîktirî wê nebû bû. Êvarî jî bêyî ko biçe lawê xwe bîne derî li ser xwe girtibû. Lewra ko hayê wê ji vegera Hecî Elîyê Mirdêsî nebûbû û loma jî mane nedida vê xezeba zêde ya xesûwa xwe. Di heqîqetê de jî ew û Mem bi işqê gihiştibûn hev. Li gundekî bi hev re mezin bûbûn, bi hev re lîstibûn, ji hev hez kiribûn û nuha jî weko xesûwa xwe û belkî jî jê zêdetir dilê wê bi ser Memê ve bû û dixwest beriya rojekê dîsan wî bibîne û himêz bike.

Ev fikrên han di taritîya şevê de wexta ko Henê Hekîm dixist xew, di serê wê de jî vêketibûn. Fam dikir ko li bûka xwe neheqî kiriye û heta xwest ko biçe li ber dilê wê bigere û him jî wê li ber bixe, bê çima wusan hêrs bûye. Lê temara xewê çavê wê jî girtibû û ev karê ha hişt ji sibehê re.

Şevê mîna perdeyeke reş xwe bi ser zozanên Şerefdînê de girtibû. Di şevên wusan tarî de tenê gur û rovî, keftar û kund di livê de bûn û li dû nêçîrên xwe digerîyan, çav çavan nedidît, mirov incex bi destlepkê dikanîbû bi rêve biçuwa. Digel vê jî, dîsan reşayekê mîna rêwîyekî xwe li gund girtibû û bi lez bi rê ve dihat. Ev rêwî bi nîşanên Memê bûn. Ji rêveçûna wî jî xuya dikir, lewra ko li ser vê xakê mezin bûbû, ev erd koncal bi koncal, kevir bi kevir nas dikir, bêyî ko biterpile bi gavên mezin û bilez ber bi gund û heskirîyên xwe ve dihat.

Serpêhatîya Memê jî yek ji tinazên felekê îronîyeke jiyanê bû. Rebenê Hecî Elî di sê mehan de xeberek jê negirtibû! Lewra di heman wextê de Memê jî berê xwe dabû welatê qedîm erda bav û kalên xwe. Bêguman ev kara bi alîkarîya mirovên xêrxwaz kiribû. Bûyera pêşin mîna ko Osê gotibû qewumî bû. Mem birîndar ji qada şerî reviyabû, xwe li gundekî Durzîyan girtibû. Evana lê xwedî derketibûn, birînên wî rehet kiribûn û di rêyeke ewle de ew teslîmî kurdên Şamê kiribûn. Li gel komek qaçaxçî xet derbas kiribû û nuha bi lez dixwest xwe bigihîne mal…

Di derengîya şevê de nexwest dêya xwe pê behisîne û hengamekê li dar xe, hemî gund hişyar bike. Vegera wî dê sibehî ji hemîyan re surprîzek ba. Xezalê jî ev fikra wî di cih de dît. Çûn rep û ruwên hev heta derengî şevê mîna du heskirîyên nû, bi hev şa bûn. Paşê jî bêhal ketin xewa giran.

Sibehê bi rastî jî surprîzek bû, lê çawan?

Henê dema di şeveqa kûr de ji bo nimêja sibehê rabûbû ser xwe karê wê î pêşin ev bû ko biçe cem bûka xwe, destê xwe deyne ser serê wê li ber bigere û poşmanîya xwe jê re bîne zimên. Lê dema ko derîyê oda wê vekiribû û dîmena ber bi çavê wê ketibû Henê ji doh sed cartir bi hêrs û dîn kiribû. Paşde vegerîyabû oda xwe û dîsan paşde hatibû ber textê bûka xwe. Ew tufeng kengî û çawan ketibû destê wê nizanîbû. Çavên wê di nîveka serî de dilîstin »nexwe ew hemî şikên wê rast bûn. Bûkê ew û lawê wê xapandibûn! Lê kê dikanîbû curetekê wusan bike û destên xwe dirêjî namûsa lawê wê bike!»

Ji nişka ve nikilê wê kişandibû û gurmîniyek ji tufengê hatibû. Tenê guleyek berda bû. Di defa singê de berdabû. Derbê cihê xwe girtibû, dil û melak hemî dabû ber xwe, text derbas kiribû û bostekê di erdê re jî çûbû. Xezalê ji dengê tufengê ji xewa giran çemd bûbû, di ser xwe re xesûwa xwe ya mîna Hirçeke har, dev bi kef dît, li Memê nerî û qêrîya.

— Pepûkê! Dayê te Memê min kuşt!

Ev serpêhatiya Memê mîna gelek serpêhatiyên din, li nav xelkên Kurdistanê bû stranek û belav bû.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2013-05-07
Xwendin: 20748
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org