[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Li gor Renan kurd her kurd in
» Kurdistan dê bibe dilê Rojhilata-navîn
 
SWÊD, 9/3 2013 — Ji sala 1882-yê ve ko feylesof û dîrokvanê fransî Joseph Ernest Renan (1823–1892) li unîversîteya Sorbonnê li Parisê simînereke balkêş bi sernavê ”netewe çi ye” da û heta îro minaqeşeyên li ser bêjeya neteweyê, wateya wê û ka dê bi çi awayî bêt rave kirin berdewam dikin.

Ernest Renan di destpêka semînera xwe behsa dîrokê dike û li gor wî dîroka şaristaniyên ko bûn bingeha avakirina desthilatên modern jî bi imparatoriya Romanî yanî bi ”imparatoriya Charlemagne” despê dike.

Yên ko li dijî Ernest Renan derdikevin, dibêjin ko Renan nijadperestiyê dike, çavên xwe ji şaristaniyên rojhilatê re digire. Helwêsta Renan ya nijadperest dema ko di cihekî de bi zanebûn neteweyê û nijadê têkilhev dike bêhtir diyar dibe. Ew taybetmendiyên miletên rojhilatê û miletên ewropî dide ber hev û dibêje ko mentalîteya miletên rojhilatê li ser çîrok û xeyalên dînî yên ”naîv” ava bûne, lê belê miletên ewropî aqilî bi kar tînin.

Renan dibêje miletên rojhilatê bi tesîra dînî ”kedî” bûne, îradeya wan ji dest wan çûye, baweriya xwe bi qederê tînin û ”qeder” jiyana wan bi rê ve dibe, lê belê miletên ewropî ji xeyalan rizgar bûne û êdî di realîteyê de dijîn. Ewropiyan bi zanistê neteweyên xurt û modern ava kirin. Ango li gor Renan netewebûnê bi ewropiyan despê kiriye û ew hêja ne ko pê serbilind bin.

Mixabin e ko miletên ewropî heta niho nêrîn û awayê têkiliya xwe bi miletên rojhilatê re li ser miqayeseya Renan ava dikin.

Ewropa parçe bû, neteweyên modern ava bûn û şerên nêvxweyî jî zêde bûn, xewna vegera ”imparatoriya Charlemagne” hêj xilas nebûbû, wan bi rêya dagirkirinê sînorên desthilatên xwe fereh kirin û jibo berjewindiyên xwe li dijî azadiya miletên dî derketin.

Dema ko miletên rojhilatê li ber xwe didan ewropiyan bi tang û topan welatên wan vegirt û rêya pêşketinê li ber wan girt. Ewropiyan behsa mafên mirovî dikir, derfet neda miletên rojhilatê ko di avakirina neteweyên xwe de bi ser kevin. Trajediyeke mezin ya encamên wê siyaseta ewropiyan parçebûna Kurdistanê û bêdewletmana miletê kurd bû.

Her çiqasê nijadperestî di hinek helwêstên Renan de hebin jî heger mirov li dîrokê vegere dê bibîne ko wî bi nêrîna xwe ya kûrûdur kariye paşeroja Ewropayê û gelek derên dî li cîhanê ya sedsalên piştî xwe bibîne.

Gelekan tirsa xwe ji bo paşeroja Ewropayê diyar dikir û dipirsî ka dê paşê çi çêbe. Ewropa parçe bûbû, parçebûn ne hêz bû, milet bi parçebûnê qels dibûn û dibe ko wê parçebûnê dewam bikira heta ko Ewropa wenda bûbûya. Lê belê Renan digot Ewropa xurt e û dê hêj xurtir bibe, ew dê ber bi yekîtiyê ve biçe. Renan wê hingê got ko ”konfederalî paşeroja Ewropayê ye”.

Renan digot dewletên federal yên ko di bin siya desthilatên dîktator de ava dibin dê biherifin. Sovyeta berê herifî, Yugoslaviya jî parçe bû, gelek bûyerên dîrokî yên dî jî qewimîn. Nexşeya cîhanê hêdî hêdî dîsa têt guhortin. Siyasetmedarên dinyayê li ramanên Renan vedigerin. Pirsgirêka neteweyan ji nû ve aktuel dibe.

Di despêkê de dema ko netewe ava bûn xelkê axa xwe li gor cografyaya zimanan cida kir, hingê gelek problem û şerên nêvxweyî li ser sînor û herêmên ko miletên ji herdu milan tê de têkilhev bibûn derketin, paşê dewletên ji gelek milet û zimanên cida jî ava bûn û ew milet bi hev re bûn neteweyek. Dewletên wekî Emrîkayê ko xelkê wê ji hemî milet û nijadên cîhanê ne bi hev re bûn neteweyek. Lê gelo çi dewleta ko hebe dikare bi serê xwe bibe neteweyek û şertê wê yekê çi ne?

Renan digot di dewleta tirk de mirovê tirk tirk e û yê kurd jî kurd maye û digot sînorên dewletên rojhilatê bêyî îradeya miletan bi darê zorê hatine kişandin. Li Swîsreyê mirovê elman, italî û fransî hemî dibêjin ko ew swîsrî ne, lewra jî swîsreyî neteweyek in lê belê dewleta tirk nikare bibe ya yek neteweyê. Dewleta tirk ya ko Renan wê hingê behsê dike hêj di dema osmaniyan de bû, zêdetirî sed salan borî lê heta niho tiştek nehatiye guhortin.

Êdî dîn nikare bibe bingehê nasnameya neteweyan, dîn pirseke takekesî ye. Hemî mirovên li Fransayê çi fileh bin, katolîk bin, misliman bin yan cihû bin bi hev re neteweya fransî pêktînin. Ji bo ko tirk hebûna xwe biparêzin û temenê “neteweya xwe” ya çêkirî dirêjtir bikin wan di şevûrojekê de kirasê xwe yê dînî guhort û kirasê sekularîzmê (laîsîzmê) li xwe kir.

Herçiqasê bêjeyên wekî “nijad” û “nijadperestî” cara yekê di sedsala hejdehê de hatibin bi kar anîn, dubendiyên li ser nijadê berî wê hingê despê kirine. Neteweyên dema niho berhemên proseseke dûrûdrêj ya têkilhevî û asîmîlasyonê ne.

Renan digot heger mirov xwîna xwe kontrol bike pir mimkin e ko nijada di xwîna mirovî de û nijada ko mirov li ser xwedî bûye ne heman nijad be û behsa nimûneya Prusyayê ya balkêş dike.

Miletê Prusyayê yê ko îro bi elmanî diaxive berê beşek ji Baltikê bû, zimanê wan slavî bû. Prusya ji aliyê elmanan ve hat dagir kirin û piştî proseseke dirêj ya asîmîlasyonê wî miletî zimanê xwe yê slavî ji bîr kir. Heger ew li dîroka xwe ya kevin nevegerin dê qet neyê bîra wan ko ew rojekê ji rojan slavî bûn. Prusyayiyan ji bo nijad û sînorên Elmanyayê gelekî şer û fedakarî kirine, wan ji bo elmanan şerê slaviyan bi xwe jî kiriye.

Vêca heger zanyarên dinyayê DNA-ya prusyayiyan kontrol bikin û ji wan re bibêjin ko ew bi eslê xwe slavî ne jî hêdî tesîrê li wan nake, ji ber ew êdî bi ruh û hestên xwe bûne elman.

Wekî ko hat serê prusyayiyan bi hezaranan kurd jî hene ko heta niho bûne ereb, tirk û faris.

Di sedsala yazdehê de miletê normandî yek bû, piştî hingê Fransa û Brîtanyayê giravên wan di nêv xwe de li hev par ve kirin. Normandiya bû du parçe û ti awayê komunîkasyonê di nêvbera xelkê herdu parçeyan de nema. Niho jî ziman, kultur û tradisyonên xelkên herdu parçeyan weha hatine guhortin ko bûne du miletên ji hev cuda û êdî ti tiştê ko wan bi hev ve grêbide nemaye.

Renan dibêje ne ji xêra neteweyên îro re ye ko behsa nijadê bikin û birînên kevin vekin. Dema behsa nijadekê dibe awayê ko pê miletên dî asîmîle kirine û dîrokeke ji kuştin û jenosîdê têt ber çavan.

Berpirs û siyasetmedarên Tirkiyeyê îro dibêjin ew dê êdî dest ji nijadê berdin û êdî nebêjin ka nijada kê kurd û ya kê tirk e. Vêca heger kurd ji tirkan re bibêjin çawa Swîsre li ser esasê wekheviyê ava bûye bila wisa kurd û tirk jî bi hevre destûra dewleteka nû binivîsînin û bi hev re nasnameya xwe ya nû hilbijêrin û desthilata siyasî jî bi hevre par ve bikin û hemî mafên civakî, kulturî û siyasî li ser bingehê wekheviyê parve bikin gelo bi rastî tirk dê qebûl bikin yan ne.

Tirk nikarin û newêrin dest ji nijadperestîyê berdin. Desthilatdarên tirk nijadperestiya xwe geh di bin kirasê îslamê û geh di bin kirasê laîsîzmê de vedişêrin. Ew baş dizanin ko heger “tirkîtiya” bi darê zorê nemîne ne tenê miletê kurd lê belê hemî miletên dî yên ko di çarçeveya dewleta tirk de dijîn dê li koka xwe vegerin, û hingê jî dê belî bibe ka hejmara yên ko bi rastî tirk in çend e.

Desthilatdarên tirk hemî awayên asîmîlasyonê li bakurê Kurdistanê bi kar anîn û cardî jî nekarîn nasmameya kurdî têkbibin. Piştî hewqas kuştin, wêrankarî û talankirinê tirk di wê xewnê de ne ko kurd hema bibêjin ko ew tirk in û pirsgirêka kurdan nemîne û mesele bi hêsanî safî bibe. Ma nijadperestiyeka ji vê mezintir li kû heye.

Renan dibêje dema ko hejmareke mirovan bi daxwaz û îradeya xwe bêyî darê zorê di hundirê sinorekê de bijîn di nêva demê de dîroka wan dibe yek, hest û janên wan dibin yek û ew hebûna xwe ya bi hevre diparêzin û xewnên paşeroja xwe jî bi hevre dihonin.

Miletê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê nebûye beşek ji neteweya ereb, tirk û faris. Kurd neteweyeke serbixwe ye û doza wan wekî roja di alaya wan de ronî û diyar e.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2013-03-09
Xwendin: 18276
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de (2016-10-09)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
Felsefe û evîndarî (2012-03-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org