[ DUŞEM, 2024-04-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Di hunera kurdî de jineke jibîrkirî: Elmasxan
STOCKHOLM, 24/2 2008 — Heta ko min nivîsa nivîskar ”Bakurî” ya li ser Elmasxanê ”Elmas Mihemed” nivîsiye nexwendibû, haya min ji tu agahdariyên di derbarê vê hunermenda kurd de tune bûn. Ew jî bi xêra tesadufekê bû ko dostekî min alîkarî ji min xwest da ez li ser wê hin tiştan ji bona xebateke wî ya di derbarê hunermendên kurd yên jin de (ev xebata wî dê bi tirkî bûya) peyde bikim ko ew bi xwe li Stenbûlê dimîne.

Min jî li ser temiya wî lêpirsînek di derbarê Elmasxanê de kir, lê kesî zêde navê wê nebihîstibû. Ji xwe kurdên Tirkiyeyê kêm kesan navê wê bihîstibûn/bihîstiye. Min di wê demê de bi rêya dostekî ev nivîsa ko li ser wê hatiye nivîsîn peyde kir ko ew bi soranî bû/ye û Elîşêrî ew ji ciwanmêriya xwe wergerand zimanê tirkî. Piştî ko min jî ew nivîs xwend, ez li xebatên vê xatûnê yên demekê hay bûm û min xwe mecbûr his kir ko bi çend gotinan hezkiriyên huner û muzîka kurdî haydar bikim, loma jî min xwest ez van çend gotinên li ser wê bi we re par ve bikim.

Di derbarê Elmasxanê de, heta bi niha pir kêm tişt hatine nivîsîn û ew ji terefê kurdan ve (nemaze kurdên bakur) zêde nayê nas kirin. Min bi xwe heta niha tu kaset, CD û pîlaqên wê nedîne. Teva ko nivîsa Bakurî ya li ser wê nivîsiye bi sînor e jî ji ber ko wî bi xwe ew nas kiriye û bûye mêvanê mala wê, bi agahdariyên xwe qeneeta mirovî di derbarê wê de xurttir dike û her weha wî ji çend çavkaniyên din jî îstifade kiriye, loma jî ew ji bona vê nivîsê çavkaniya sereke ye.

Di muzîka kurdî de gava qala navê hin jinan dibe, di seriyê pêşî de Meryemxan, Eyşeşan, Belga Qado, Zadîna Şakir, Sûsika Simo, Fatma Îsa, Eslîka Qadir tên bîra mirovî. Piştî ko min ji çend kesan pirsî, ez lê haybûm ko bi rastî jî ne ez tenê me yê ko haya wî ji vê ciwanikê tune ye; her weha gelek kurdên ko bi huner, nivîs û muzîka kurdî re eleqedar dibin jî navê wê nebihîstine.

Bi qandî ko tê zanîn, Elmasxan yek ji kurdên bakurê Kurdistanê, ji binecîhên bajarê Cizîra Botanê ye. Ew keça Mihemed û Asya xanimê ye ko di sala 1894an de li gundê Xargulê hatiye dinyayê. Elmasxan dotmama dengbêja navdar Meryemxanê ye û ew deh salan ji Meryemxanê mestir bûye.

Elmasxan yek ji wan hunermandan e ko di destpêka sedsala 20î de, di dema şerê cîhanê yê yekê de koçî başûrê Kurdistanê kiriye û teva malbata xwe li Zaxoyê bi cîh bûye. Di wê demê de ji ber zora Osmaniyan û ji bona silamata hunera xwe, gelek hunermand û siyasetmedaran ji bajarên bakurê Kurdistanê koçî başûr û başûrê rojavayê Kurdistanê kirine. Ev proses û salên li dû wê jî bûye sedem ko hîna bêtir denbêj û hunermendên jin yên kurd, li başûrê Kurdistanê û li Iraqê kom bibin.
Ji ber xweşbûna dengê Elmasxanê, ew derbasî Mûsilê dibe û li wê derê pîlaqan dadigre. Paşê jî dikeve piyaseya Bexdayê û di piyaseyê de tê naskirin. Di van salan de wê roleke gelekî girin lîstiye. Sedema wê jî ew e ko Elmasxanê wê demê îmkanek pêde kiriye û ev îmkan ji bona xizmeta huner û hunermandên kurd seferber kiriye. Yan jî mirov dikare bibêje ko wê tercîheke weha kiriye ko di navbera jiyana xwe ya prîvat û ya hunermendiyê de tercîhek kiriye; êdî ew qabilî minaqaşeyê/şîroveyê ye. Ji ber ev agahdariyên ko ez ê li jêrî bidim, mirovî mecbûrî fikirandineke bi vî rengî dike.

Di salên ko Elmasxan li Bexdayê bi cîh dibe de, gelek sûbay û eskerên îngilîz li wî erdî nin. Di wan salan de ew û sûbayekî îngilîz hevdu nas dikin û bi hev re dizewicin. Bi qandî ko tê gotin wan ji hevdu hez jî kirine. Piştî ko wazîfeya mêrê wê ya mecbûrî diqede, ew dixwaze vegere Îngilistanê û daweyê li Elmasxanê dike ko ew bi hev re vegerin, lê Elmasxan terka welatê xwe nake û teklîfa wî red dike; ew daxwazê li mêrê xwe dike ko hevdu berdin. Mêrê wê jî pêşniyara wê qebûl dike û çi zêr, zîv û pereyên wî hene ji wê re dihêle û dihere welatê xwe. Elmasxan jî bi wan pereyan (ku di wê demê de ne pereyekî hindik e) xaniyekî baş li Bexdayê dikire û wî xaniyî dike merkezeke weha ko gelek nivîskar, xwendekar û hunermendên wê demê yên mîna Tahir Tewfîq, Mihemed Arifê Cizîrî, Hesenê Cizîrî, Meryemxan, Nesrîn Şêrwan, Fewziye Mihemed, Elî Merdan, Resul Gerdî, Cemîl Beşîr û hwd lê vedehewin. Ev mala hanê dibe cîhekî weha ko gelek deriyan ji xwendevan, hunermand û muzîsyenên kurd re vedike ko ew li Bexdayê bibin xwedî navûdeng û bi vê rêyê dengê kurdan li dinyayê belav bikin.

Di wê demê û di salên li pê wê de, Dengê Radyoya Kurdî ya Bexdayê xwedî roleke mezin bû ko muzîsiyen û hunermandên kurd tê de bistirên. Elmasxan jî di wan salan de, yan jî di sala 1945an de, di vê radyoyê de programekê pêşkêş dike û ev yeka hanê dibe hincet ko rê li ber gelek hunermendên din yên kurd jî vebe û ew di radyoyê de bistirên.

Elmasxanê li gel programçêkeriya xwe ya di radyoyê de, bi dewlemendiya folklora kurdî ya ko li ba wê peydarbûyî jî gelek dûrik û meqmên mîna Qumrîkê, Lê lê Êmo, Xeftano û Dotmamê nîşanî Meryemxan, Fewziye Mihemed û Nesrîn Şêrwanê dide ko ew dûrik û meqam ebedî bibin û di radyoyê de bên xwendin û xelk lê guhdarî bikin û jê hez bikin. Ji bilî wê jî Elmasxanê hin dûrikên mîna Êmoyê bi awayekî koroyî teva Hesen Cizîrî gotiye û ew ji terefê hin şîrketên muzîkê yên wê demê ve li pîyaseyê hatine belav kirin û têra xwe nav dane. Her weha Elmasxanê gelek ji wan dûrik û meqamên nola Qumrîkê, hey Nêrgiz, Rihana min, hatim Besta Belekê, Gulşênî û lê lê Kinê bi awayekî soloyî di radyoyê de bilêv kirine.

Di kombûyinên li mala wê de (Gelek kes êdî vê malê mîna mala hunermandên kurd, yan jî qulûba hunermandên kurd dizanin) gelek ji wan dûrik û meqaman di asta konseran de tên xwendin ko rola Elmasxanê di vê yekê de bilind e û ew dibe rengê şahî û bextewariya şevên wan.

Bi qandî ko tê dîtin, Elmasxanê him bi hunera xwe û him jî bi mal û milkên xwe (Malên ko ji mêrê wê yê îngilîz maye) roleke gelekî pozîtf dilîze û gelek hunermandên wê demê lê vedihewin ko ew îmkanên baştir bi destî bixin da ew bi navûdengî bikevin.

Min wêneyekî Elmasxanê dîtibû ko ew gelekî xerab xuya dibû, ji ber ko ew kopiya bû. Di wî wêneyî de, mirov zêde li bedewî û jinbûyina wê hay nedibû, lê nivîskarê wê maqaleya ko me di destpêkê de qala wê kiribû, (Bakurî) di nivîsa xwe de bahsa hevnasiya xwe û wê û her weha bi dilbijîn ravekirina jintiya wê dike ko mirov lê hay dibe ew li gora xwe xatûneke bedew û mitewazî bûye:

— Gava min ew di nîvê salên pênciyî de nas kir, ew yextiyar xuya dibû. Lê ew baş li xwe miqate dibû, porê wê hergav ji nav milên wê xwe bera ser kulîmekên wê dida û ew gelekî bedew dihat xuyakirin. Devliken bû. Bîhna xweş li xwe dikir. Gava wê fahm kir ko ez di beşê îngilîzî de dixwînim, bi min re bi îngilîziyeke bedew peyivî. Wê ji dûrikên Hesen Zîrek û Teha Tewfîqî gelekî hez dikir.

Elmasxan piştî mêrê xwe yê îngilîz bi Hecî Ebd Îsmeîlî (li Bexdayê) re zewiciye. Lê di derbarê vê zewaca wê de, tu agahdarî tune ye. Nivîskar Bakurî di berdewamiya nivîsa xwe de qala keçeke wê ya bi navê Hesîbe dike ko mirov nizane bê ev keça wê ji mêrê wê yê îngilîz e yan jî ji Hecî Ebd Îsmeîlî ye; ji ber ko nivîskar bahsa navekî din jî dike ko wek ew dostê –yar– wê ye û bi vî navî hejmara alternatîfan derdike sisiyan ko rê li ber mirovî şaş dibe bê bavê vê keçê kî ye:

— Têkiliyên Elmasxanê bi Seîd Axayê Cizîrî re gelekî baş bûn ko ew wê demê nuh hatibû Bexdayê û Seîd Axa li mala wê dima. Wê gavê keçeke wê ya piçûk ya bi navê Hesîbe hebû. Seîd Axayî gelekî ji Hesîbeyê hez dikir ko porê wê zer û çavên wî kesk bûn. Seîd Axayî hezkirina Hesîbeyê ji bona dûrikeke xwe kiribû gotinên kilamê û weha digot:
Ew Bexda ye paytext e, lê lê...lê lê...
Ew Bexda ye paytext e, ew Hesibe ye li ser text e…
Şûşa çayê li dest e, lê berxê...lê lê ...

Li gora ko çavên wê şîn/kesk û porê wê zer e, mirov texmîn dike ko Hesîbe ji mêrê Elmasxanê yê îngilîz e, lê dîsa jî ev texmîn e, divê ew kesên meraqdar in lê bikolin.

Bi qandî ko ji nivîsa Bakurî tê fahmkirin, Elmasxan jî mîna gelek nivîskar, navdar û hunermandên kurd di nav sefalet û bitenêbûnê de maye û bi wê kerbê miriye. Ji ber ko ew di berdewamiya nivîsa xwe de weha dibêje:

— Elmasxanê piştî sala 1957an nema stira. Ji ber ko ew êdî 63 salî bû. Bi tenê, wê di civatên prîvat de, ji dost û mihubên xwe re distira…
Ew gelekî li ber wê yekê diket ko dema Meryemxan nexweş bû û di nexwşxaneya Mîr Îlyasê de radiza ko wê demê ji terefê yahûdiyan ve dihat birêvebirin; doktoran tu çare jê re nedidît, bi tenê pere jê distendin. Heta, Elmasxan weha neqil dike ko doktorek ji Meryemxanê aciz dibe û şîmaqekê lê dixe û ew îde dike ko bi îhtimaleke mezin jî ji ber wê şîmaqê bû ko gurçikên wê yên emeliyatkirî di xwînê de derbûn û ew (sala 1949an) mir...

Û Bakurî gotinên herî tirajedîk ko dilê mirovî diêşîne di dawiya nivîsa xwe de dibêje:

— Elmasxanê teva wî temenê xwe yê bipêşdeketî jî alîkariya hunerê û hunermandan dikir. Destên xwe dirêjî herkesî dikirin ko ew alîkariya wan bike. Lê çi mixabin ko gava jê re xerab ket û ew ket nav nivînan, kêm kesan saxtiya wê dikir û diçûn ser wê.

Elmasxan di dawiya temenê xwe de, di nava sefaletê de û (wek gelek kurdan) bi awayekî dilşikestî bû ko û ew jî ji ber bêwefatiya dostan bû.

Ew di meha yekê ya sala 1974an de, li mintîqeya Ellawi El-Hilweyê, li taxa El-Duriyyeyê çû ser dilovaniya xwe û li goristana El-Mintiqeyê ya Bexdayê hate defin kirin.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-02-24
Xwendin: 2422
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em bibijin ko… (2009-06-09)
Çîrokên Enwer Karahanî li Stenbolê hatin şîrove kirin (2009-04-06)
Roja danasîna kitêban bêdeng derbas bû (2009-02-09)
Li Stockholmê roja danasîna kitêban (2009-02-01)
Rohat Alakomî di TRT 6ê de qala welatê kurdan û Ziya Gokalpî kir (2009-01-28)
Doktor Emîn: Şerê cîhanê ji ber sîr, pîvaz û tirpan şeş salan domand (2009-01-28)
Patrick Swayze: Li vê dinyayê du salên min mane (2009-01-09)
Bihêlin kî dixwaze bi kurdî bipeyive bila bipeyive! (2009-01-09)
Şivan Perwer derket TRT 1ê û sinyala vegera Tirkiyeyê da (2009-01-08)
Seroka FKKSyê Şermîn Bozarslan: TRT 6 gaveke pozîtîv e (2009-01-08)
Êdî bes e (2008-11-24)
Silêman Demir bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ya li Swêdê (2008-10-19)
Piştgiriya Rojînê (2008-10-05)
Dêrikê û dêrikiyan ev heq nekiriye (2008-09-15)
32 sal berê Edîp Karahan hebû (2008-05-15)
Li Stockholmê çarşemeke fetisokî (2008-05-08)
Ev zilam avis e (2008-03-26)
Gulistan û Şivan li hev vegeriyan (2008-03-20)
Kevokên agirî (2008-03-19)
[têbinî] Ma em ji Osman Ocalanî re bilîrînin? (2008-02-27)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org