STOCKHOLM, 15/5 2008 — Edîp Karahan di sala 1930î de, li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê. Edîp Karahanî heta bi lîseyê li welêt xwendiye. Berî ko ew derbasî Fakulteya Huqûqê ya Unîversîteya Stenbûlê bibe, salekê li Fakulteya Edebiyatê di beşê felsefeyê de xwendiye. Ew hîna di xortaniya xwe de bi meseleyên kurdîtiyê re eleqeder bûye û li ser vê yekê, di sala 1953yan de li Stenbûlê, ji daweya propaxandaya kominîzmê tê girtên, lê paşê ji wê daweyê berat dike.
Di sala 1957an de, ji ber nivîsên xwe yên di kovara Forumê de belav bûbûn, şeş mahan di hefsê de dimîne.
Di sala 1960î de, demekê serokatiye TÎPê (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) ya Emînonuya Stenbûlê dike.
Ew di sala 1962yan de bi navê Dîcle-Firatê rojnameyeke mehane derdixe û ew bi xwe, xwedî û berpirsiyariya wê dike.
Hejmara Dîcle-Firatê ya pêşî di yekê çileya pêşîn ya sala 1962yan de derdikeve. Wî ji xêndî Dîcle û Firatê jî di hin kovar û rojnameyên mîna Forum (1957), Yeni Gun (1975) û Yenî Ortamê (1975)de maqale nivîsandne.
Gelek kesan di vê rojnameyê de, bi navên xwe û bi navên cuda nivîsandine. Musa Enter, Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak), Sait Elçi, Ahmet Botanli, Îsa Şan, Yaşar Kaya hin ji wan navan in. Edip Karahanî ji derveyî navê, bi çar navên din jî nivîsandiye.
Navên ko wî bi kar anîne û beşên ko li ser nivîsandiye xwe yê eslî, ev in:
1- Edip Osmanoglu (Sernivîsên rojnameyê)
2- Hamit Mazidagli (Sîyaseta hundirîn)
3- Mahmut Bayraktar (Sîyaseta derve)
4- Reşo (Çîrok)
Ew di hezîrana 1963yan de, di çerçeweya daweya 23yan de tê girtin.
Di îlona 1967an de, li mitînga Diyarbekirê axaftineke bi kurdî dike. Li ser wê axaftinê mahkûmî cezayê salûnîvekê dibe û ji wê daweyê neh mehan di hefsê de dimîne.
Di sala 1971ê de, ji daweya DDKOyê tê mahkemekirin û ji ber wê daweyê cezaya (8) heyşt salan dixwe. Di eynî demê û ji eynî sûcî, ji daweya TKDPyê (Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê) jî tê mahkemekirin, lê ji ber ko ji eynî sademan ji daweya DDKOyê ceza xwaribû, ji wê daweyê cezayê naxwe û salûnîvekê di hefsê de dimîne. Piştî ji hefsê derdikeve, derbasî Kurdistana Başûr dibe.
Li başûrê Kurdistanê bi naznavê Azadî tê nas kirin, lê gelek kes jê re dibêjin, "Mam Azad". Li wê derê demekê di beşê ragihandinê de dixebite û dû re li dadgeha Çomanê dadgeriyê dike.
Di sala 1970ê de, bi navê "Şerê Xelaskariya Neteweya Kurd û Serleşkerê wê Generan Mistefa Berzanî" belavokekê derdixe û belav dike.
Di 11yê Nîsana 1971ê de, li DDKOya Diyarbekirê di derheqê pirsgirêka neteweyî de semînerekê dide. Axaftina wî ya di vê semînerê de, ji terefê endamên îstiqbaratê ve, di kasetan de tê qeyd kirin û dema ko derdikeve mahkemeyê, heyeta mahkemeyê wek delîl li hemberî wî bi kar tîne.
Di 8ê sibata 1971ê de, di mitînga Qozlixê de axaftinekê dike.
Li gor raporeke îstiqbaratê ko li ser wê "bi dizî" dinivîsîne, dibêje, "Bi fikra ko ew karibe bide îspatkirin da kurd miletekî cuda ye û zimanekî wan ê cuda heye û bi vî zimanî dikarin her cûre berhemên edebî binivîsînin, ji kitêba Jean de La Fontaine ya bi navê Fables du çîrokên bi navê "Gêrik û Çirçir" û "Qijalk û Rovî" wergerandiye kurdiyê û ew belav kirine.
Hin nivîsên wî yên di dema saxiya wî de ko nehatibûn weşandin, paşê di kêtêba ko bi navê "Bir Kurt devrimcisi: Edip Karaha'nin anisina" de, hatine çap kirin.
Ew di 15yê sala 1976an de, li Stenbûlê ji nexweşiya dilî çû ser heqiya xwe.
Bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene. |