STOCKHOLM, 27/2 2008 — Min îro di medyayê de xwend ko Osman Ocalan bi keçeke akreyî re zewiciye û navê wê Sûzan e. Wêneyê wî û bûkê jî di rojnameya Mîdyayê de hatiye belav kirin. Min berê bala xwe da wêneyê Osmanî û dû re da yê keçikê. Ya rebî ya Xweda: bi gotineke kurd-kurmancî, ew mîna du felqeyên sêvekê ne!
Bi gotina Lotikxaneyê; bijî qardaşim, helal be ji te re. Te li qubeya birincê xistiye.
Ez piçekî li hemberî wêneyê bûk û zavayî rawestiyam û lê hizirîm. Min bi çend awayen da û sitend, min hemû hisiyata xwe li dera hanê danî û min hemû hêlên xwe yên mirovane danî ser maseyê û min xwest ko ez Osmanî fahm bikim.
Min li ba xwe got ko însan e, jinikê dev jê berdaye (bi îhtimaleke mezin zarok jî di hustuyê wî de hiştine) û ew mecbûr maye ko ji xwe re bizewice… Ma çi ji vêya normaltir heye? Xwedê teala ezze wecelle zewac jî û berdan jî li misilmanan helal kiriye; êêê, li gora ko em jî ”misilman” in, ma mesele heye?
Bi rastî, ez ne bi tenê li rewşa wî ya bêjinbûnê û bitenêmayinê fikirîm, min got ko berî bi hefteyekê nûçeya ko mêrikî firne vekiriye û mimkun e ko sibeh-dusibeh qesabxaneyekê jî li tenişta wê veke heye; îcar nan û goşt hebe û jin tune be, çê nabe… Bi kinayî, ez li tenikbûna nefsa însanî, li zeîfbûna îradeya mirovî, li şertê jiyanê, li hisiyata giyanî, li bawerî-şikestinê û li wîcdanê mexlûqî, li kompleksa sêwiyekî, li xirûra mîregekî, li parsekê pariyekî piçûk, li nalîna dewrêşekî û li piçek şexsiyeta adiyekî fikirîm… Lê min di wî rismî de tiştek jî nedît.
Lê paşê, min di wî wêneyî de tiştek dît… Min boyaxa por û simbêlan, qatê kincan û qerewata sor dît; min bûkeke bi kindireke zêr tewilandî, min pedofîlî û faziqî û min bêdîn û îmanî, xedarî û bêwîcdanî dît…
Yaw, divê mirov ji Xwedayî bitirse… Tu çûyî û te jineke di temenê keça xwe de, nazelîneke saf, karxezaleke ko ketiye nav lepên keftarekî aniye; ma qey tu tiştek li ba te tune ye, hey ûcaxkor?
Min di serî de got ko ez bi hemû pozîtîfiyên xwe fikirîm/difikirim û ez vê gavê hewil didim ko gotinên herî nerm ji wî re bikim, lê ew qas dibe; loma jî bila kes li qisûrê nenêre…
Hey bêmerhamet!
Mirîşka cîranê meriv dimire, bizina nasekî li çolê dimîne, nenûka dostekî xwîn dibe, wê şevê xew bi çavê mirovî nabe.
Ev serê hefteyekê ye ko ordiya tirkan, medyaya wan, çêl û çihûzên wan bi tanq, top, teyare û roketên xwe li ser serê kurdan kirine ferman û qiyamet; li ber bêvila te, li wî cîhê ko piştî te tecawizî wê rebenê kiriye û te av li xwe kiriye … Tu çawa mirov î ko di vê orteyê de, di vê silamisteqîne de ”çikê” te radibe ko te xwe kiriye mîna tira ser mirkutî û û tu derketî pêşberî xelkê û ew jî ji te re li çepikan dixin û dilîrînin? Ev tu çawa mexlûqat î, tu çawa benderuh î, tu çawa meriv î?
Hema bi yek gotinê, hîç tiştekî ko dişibe awayê mirovan li ba te tune ye û we selam! |