STENBOL, 24/11 2008 — Tu kes nikare berhemên hunerî yên ”bi binê bêjingê ketine” li ber me deyne û culhet bike û bêje, ”Kurdino! a ev e berhemên we” û kes nikare ji bo wan berheman li hundirê çavên me binere û bêje, ”Çi berhem in baş, çi qasî hêja ne”. Em ê di warê hunerê de rê nedin wê qirêjiyê ko di siyasetê de heta bi qirikê hatiye. Heger hûn bi kêr nayên, nekin. Ma kesî sîleh xistiye serê we? Bi egoyên xwe karibin. Heger hûn jê fahm nakin, pesnê wê nedin. Hûn ne mecbûr in.
Yanî hûn ne mecbûr in ko ji her tiştî fahm bikin. Tu carî kes ji we ji bo emeliyata dilî çûye cem terzîyî? Her meslekek axlaqekî wî, qîmeteke wî û qedrekî wî heye. Sînema jî eynî mîna sosyolojiyê ehliyetek jê re divê, pisporiyek jê re divê. Mesele ne ew e ko mirov li gorî yasayên sosyolojîk tesbît û tarîfa bûyeran bike, mesele ew e ko mirov çîroka bûyerên sosyolojîk bi zimanê sînemayê vebêje. Mesele vegotina vê perspektîfê ye. Mesele ew e ko bi vê vegotinê ew bûyer, ew perspektîfa wê ”hunerê” li gorî krîterên wê bikêr hatiye yan nehetiye.
Birrek roman û çîrokên kurdî li pîyaseyê hene (hatine weşandin) ko ew li gora standartên dinyayê ne. Ma qey karbidest û îmalatkarên fîlman qet meraq nekir ko li van berheman binêrin? Ma qey hîç nikarîbûn li rêyekê bigerin ko çîrokeke kurdî bi kurdî vebêjin? Yan jî ev qet ne mimkun bû? Sînema zimanek e, sînema vegotina ragîhandinekê ye. Û ev xisûsiyet in ko –ji kerema xwe re– kunyeya fîlmekî tayin dike. Qet şik tê de tune ye ko ji hîkayeteke herî piçûk û heta bi fîlmên herî mezin jî naveroka her hewildayineke hunerî heye, mijareke wê heye. Metneke bingehîn heye. Lê ya ko berhemeke hunerî tayin dike, tu carî ne naverok e, ew bi wê yekê ve girêdayî ye ko bi kîjan uslûp û şekilî hatiye vegotin. Huner şeklê vegotinê ye, ne vegotin bi xwe ye. Naverok berhemê xurt dike û meşrûiyetê dide qezençkirin.
Îcar em vegerin ser fîlmê ko navê wî Bahoz e. Bi gotina harîqa ya hevalê me Sîdar Bagasî ko dibêje Bahoz fîlmekî tirkî yê oryantalîst e. Fîlm him oryantalîst e û him jî berhemeke li gora zîhniyeta tirkî li hev hatiye ragirtin. Her çi qasî çîroka fîlmî li derûdora hebûna xortekî kurd dihere û tê jî, di eslê xwe de temaya wî bi hisyariyeke tirkî xwedî bûye. Hemû sahneyên mîzahî bi his û temaya tirkî radigihîne bîneran. Hemû qerfên heyî bi vê zîhniyetê hatine sazkirin.
Fîlmekî ko ji hêla hisan ve bi kêrî tirkî hatibe, çawa dibe ko ew bibe fîlmekî kurdî? Gava ko qahramanên wî fîlmî tekoşîn û evînê bi tirkî his bikin û weha bijîn, çawa çêdibe ko ev tekoşîn û evîn kurdîze bibe? Welatê her vegotin û her hisê, zimanê wê bi xwe ye. Em ê kengî dev ji van tiştên beradayî berdin? Tiştên ko bi tirkî tê vegotin, tirkî ye û tiştên ko bi kurdî tê vegotin jî kurdî ye. Tu tarîfeke din ya vî karî tune ye û hewcedariya çima, lê û ji bo çiyê tene ye. Heger tu van rêzan bi tirkî dinivîsî, ev li xaneya tirkiyê tê nivîsîn. Ev bi awayekî objektîfî weha ye. Ez vê gavê bi kurdî napeyivim, bi tirkî dipeyivim û ev rewşa hanê eylema min nake kurdî. Meseleya ko ez qala kurdan dikim vê heqîqeta min naguhere.
Hîna ko dor hatiye ser, em qala naveroka vî fîlmê “navdar” jî bikin. Lehengê serke Cemal bi awayekî objektîfî tesîra kurdbûnê lê nabe, ew rastiyê ji hevalên di temenê xwe fêr dibe ko ew di heman dibistanê de dixwînin. Di ser de jî ev di pêvajoyeke xwezayî de pêk nayê. Heger gotin di cîh de be, piştî ko sîle li rûyê wî dikeve, ew li rastiya hebûna xwe hay dibe. Îcar divê mirov ji mamosteyê (xoce) xoşewîst bipirse, ev çi celep têgîhîştin û tesawira dîrokî ye? Divê mirov vê pêvajoyê bi kîjan rastiya sosyolojîk îzah bike? Ev ne ew pêşniyar e ko bi temamî ji hêla zanistiya civakî ve tê kirin ko rastiya kurdî bi temamî xwe nedaye fahmkirin, îmaya hemû geşbûyina civatê bi darê zorê û ji derve hatiye bicîhkirin? Gelo ne ev têgîhiştin bû ko pirsgirêka kurdî ji hemû dînamîkên wê yê rasteqîn bidûrxist û ew kir lîstoka karbidestên mêtingehkar?
Nêta min tune ye ko ez gotinê zêde dirêj bikim. Siyaset û hunera çalekiyên zîhniyeteke melez, ancax ew qas dibe. |