STOCKHOLM, 8/5 2008 — Te dît, biharên me hebûn ko gava rojê çirûskên xwe li pal û newalên bêbinî biçûrisandaya, reşêşkên baran û tavikê xwe bi ser sitewirbûyina newqa erdên qelişî de rewejikandaya û movikên qeşmûşkgirtî ji çaviyên xwe bibeliqiyana, belezîzk û sosin vê re bel dibûn; kulîlkên bihîv û mişmişan hinarîkên rûyên xwe podre dikirin û tûyên xemlî û bajarî dibûn tiliyên xanimên şahneşînan; alûce û biîvtişkan sersimûçikên xwe di nav diranên aziban de didan keritandin ko avê di devê çilekên çavnexelî de diza…
Te dît, li ser pişta deveyan, di cuher û heqîbên qerejdaxiyan de kereng û kuvark û çortan bi ser me de dibariyan; li Dêmîra û Erbanê hêkên teze, qeymaxê mîhan û penêrê parzûnan dibû taştê û firavîna me; ji ber pozê Tûrcelê teyrekî baz xwe li ser mêrg û warê me vedizeland û di bin çavan re li me dinêrî ko em di xewê de mane û me haziriya mêvanên ezîz nekiriye, em ji adet û toreya xwe bidûrketine; ji Çiyayê Maziyê, ji Lêf û Xursê mêvanên minawer li me xuya bûne û me vê sibehê ew bi dixweşî neezimandine; tepitepa mişmişên gewrik, xuşeşuşa pelên hewran û qêreqêra başokeyekî ye… Em nizanin bê xêr e yan elam e. Dengê banga dêyekê ye ko li me dike hewar, çi ye–ne çi ye, em ê herin dibistanê. Yaxe û berdilkên me, çente û defterên me ne hazir in… Û ez û birayên xwe ne û berê me li al û elfabeyekê, rûyên me li tahlî û tirşiyekê; ne cesaret e û ne jî culhet e ko ji me hilpeke îsyaneke bêhemdî xwe; lê em du bira ne, bi tevdîr û tifaq in, bi hurmet û rûmet in; diherin destên mezinan û çavên zarokan… Ji me re weha hatiye gotin, ev marîfet e, adet e, hurmet e; elhemdulîlah ko em ji ber vê yekê ne bi minet in.
Me di wan biharan de, di wan havîn û payizan de berê xwe ji av û delavên harbûyî, ji hêlîn û xapên qitik û kewan, ji marîna berx û karxezalan, ji tuxetux û wîtewîta çêlik û ferûçikan, ji nalîn û mêxweşiya ji ser kirçika dilê yarê û ji ber pêxîla dayê guheriye, keko…
Me di wê bihara ko zîpik û terezê li zadên me xistibû, ava himhim û kidaban bi ser pîvazterk û pîvokên li baxçeyê hewşa me xistibû; gulên mehmedî û gulşîlanên penbe ko me bi destên xwe çandibûn û ew wê gavê hustuxwar bûn, rihan û qurnefîlên di hewşa camiya taxa me de ji terefê zarokên hustujikest ve hatibûn qurmiçandin û meleyê mizgeftê xwe li dê û xwehên wan diceriban; fesadên li pişta malan di qulika deriyî re li dûçika kitana bedewekê dinêrî û şabaşçiyekî simbêlboqî di bêdengiya şevê de halan di fêrizekî de hildida û li meydana miriyan dîlaneke bêmarîfet geriyabû, keko… Û em temaşevanên wê bêmarîfetî û berûvacayiyê ne.
Me ji ber germa havîna wê deştê, ji lezeta hênkayiya wan çiyayan, ji mêxwşiya wan zozanan û ji ezîziya wan dostan nekir der, keko… Me berê xwe guherî, em bûn noka li kevirî û li bin mexelên van birek û çiyayên qeşaûberfgirtî bûne mihacirên pêncpereyî; me ji qerisîna wan zinaran himbêzeke agirî ji te re vekir ko em germî û sariya salan li hevdu mahr bikin, em kirîvaniyeke nuh ava bikin û destên bûkeke çardehsalî, tiliya xortekî nuhhatî hine bikin, lê bi me re derneket serî, keko…
Û me tavên havînê ji bîra kirin, bîhna kulîlk û endekoyan wenda kirin û em li ser kulav û şûjdeyên hêviyên xwe mexel hatin, birao…
Û me dît ko payizeke paşîn bi derengî silavek li me kir… Bisk û guliyên xwe yên mîna liva û hiriyê bi ser me de veçirîn; gezo bi birhn û bijankên me ve kir benşîtê mezeloqî, devşoya ava destmêjê li fîncanên qahweya sibehê gerand û di tara bêjinga gunehan de li dora serên me werbêj kir.
Û payiz e, keko… Payiz e, birao. Ev mîratmaya payizê, li ziviztan û havînê, li gul û sorgulên biharê gihdarî nake. Dema pelweşînê ye; dilê wê bi harmoniya ahenga rêngên dar û berên xwe naşewite. Ew pisîk e, cewrik e û bêjî ye… Ew mîna werbêja polena biharê ye ko di vê sibeha çarşema gulana 2008an de serdayineke ji bo hefteyekê pir dît û guliyên xwe li me ba kir, destê xwe kir navdilên te/me û ji hêsirên hêviyên te tasek girî kir şereba li ber taştiya sibehê, li tenişta dost û hevalên li ser rêya hêsretê…
Dil pepûk e, keko… Dilê xwe di destê kesî de nehêle, ew lerzok e, zîz e, ezîz e... Em dizanin bê êşa biratiyê çi ye û me jî di rojên gulan û hezîranê de kerba xwe bi hêmêza xwe ve guvaşt û kela giriyî di qirik û gewriya me de bû pariyê quzulqurtê; em êşa te par ve dikin û te ji dil hêmbêz bikin, kekê Silêman Damar. |