[ DUŞEM, 2024-04-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Roja danasîna kitêban bêdeng derbas bû
STOCKHOLM, 9/2 2009 — Roja 7ê sibatê li Kitêbxaneya Kurdî, li ser sê kitêbên endamên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê civînek çêbû. Teva ko mesûlên hin malper û TVyan hazir bûn jî heta bi niha li tu derê qala wê nekirine.
Ji berê de hatibû belavkirin ko dê li ser kitêba min (Du dilop), li ser ya Hesenê Metê (Gotinên gunehkar) û li ser ya Bûbê Eserî (Dîroka rûreş) dê were axaftin. Ev îlan ji terefê KNKSyê ve hate belavkirin û di çend malperan jî de hat weşandin ko ev civîn ji her kesî re vekiriye.

Beşdarên civînê, teva endamên komeleya nivîskaran (vê gavê 33 endamên wê hene), kamereman, rojnamevan û karkerên kitêbxaneyê, li dor 20-25 kesan bû. Ev hejmar ji bo civîneke danasîna kitêbên edebiyatê, ne hejmareke hindik e.

Ji çend salan û vir de ye ko cara pêşiyê ye Komeleya Nivîskaran civîneke weha li dar dixe ko endamên xwe ”onûre” dike, loma jî bi baweriya min ev destpêkeke baş bû.

Kitêbxaneya Kurdî mazûbaniya vê civînê kir, ez ji ber vê ciwanmêriyê sipasî wan dikim, lê ji hêla din ve jî ev yeka hanê divê karê wan ê hertim be, ne karekî ko em sipasî wan bike be. Min li civînê got, lê divê ez li vir jî qal bikim ko Kitêbxaneya Kurdî ji roja ko ava bûye (1997) û heta bi niha li ser gelek kitêban rojên weha û ji vêya gelekî mezintir jî çêkirine, lê Kitêbxaneyê her ew kar ji bo wan nivîskaran kiriye ko bi zimanekî din dinivîsin, ne ji bo nivîskarên kurd ko bi kurdî dinivîsin. Piştî ko Newzad Hirorî bû şefê Kitêbxaneya Kurdî, hêviyeke mezin ji wî hebû ko ew wê şaşîtiya bi salan berteref bike û qîmetekê bide nivîskarên vî zimanî jî, lê mixabin (ji bilî îstisnayên piçûk) ko wî jî heta bi niha tiştekî berbiçav nekiriye.

Heger em careke din vegerin ser civînê…

Teva ko ev civîn civîneke dansîna kitêban bû, li ser kitêb û nivîskarên wan gelek tiştên pozîtîf hatin gotin. Hesenê Metê û Silêman Demirî moderatoriya civînan kir û herduyan jî performanseke gelekî baş nîşan da.

Ez bi xwe gelekî ji Hesenî memnûn mam ko wî moderatoriya civîna li ser ”Du dilopê” kir. Wî him di derbarê çîrokên min de û him jî di derbarê çîroknivîskariya min de analîzeke mertodîk kir ko him karê min hêsantir kir û him jî beşdaran ji xwe re hin tişt ji wê analîzê wergirt. Ev ji bo min jî cara yekê bû/ye ko kesek li ser çîrokên min analîzekê dike û li gora xwe navekî li ”teknîka min” dike, loma jî ez gelekî kêfxweş bûm. Herweha gelek ji beşdarên civînê, piştî krîtîkên Hesnê Metê (teva ko min ji nêzîk de nas dikin jî) çîrokên min bêtir merak kirin ko wan bixwînin.

Hesenê Metê di analîza xwe de bêtir balkişand ser sê çîrokan (di kitêbê de panzdeh çîrok hene) ko yek jê ”Zîn” bû, ya din ”Mêlava Seydoyî” bû û yeke dinê jî ”Bekçîbaşî” bû; wî him ferqayetiya di navbera teknîka hin çîrokên min de anî zimên û him jî mêla xwe ya ji bo hezkirina teknîka hin çîrokan (bibûre Hesenê Metê; ya hin novelan) bi beşdaran re par ve kir ko ev ji bo min bû firset da ez zanibim Hesenê Metê di derbarê çîrokên min de çi difikire. Teva ko ez û Hesenê Metê gelek caran bi hev re digerin û sohbetên li ser edebiyatê dikin jî, fikrên ko wî bi beşdaran re par ve kirin, ji bo min jî nuh bûn; loma jî ez sipasî wî û fikrên wî yên orjînal dikim.

Helbet di nav kurdan de ne adet e ko mirov qala xwe bike (her çi qasî em qala moderatoriya Hesenê Metê dikin jî mijar li ser berhemeke min e) û ji xwe ev civîn ji berhema min tenê pêk nedihet. Ez di derbarê hiskirina nivîskarên herdu kitêbên dinê de çi bibêjim, dê ne realîst be, loma jî ez dikarim bibêjim ko (ji bilî dirêjiya wextê) beşdarên civînê jî ji civînan razî dixuyan. Di netîceya her rûniştinê de beşdaran pirsên xwe yên li ser berheman kirin û bersivên wan ji terefê nivîskaran ve hatin dayin.

Li gel pirsan, hin beşdaran fikrên xwe yên di derbarê giringiya bikaranîna rastnivîsna zimanê kurdî de, di derbarê minaqaşeyên li ser ”çîrok yan novel?”ê de û di derbarê rola kutur û edebiyatê de anîn zimên.

Helbet gelek detayên vê civînê hene, lê ez ê di ser re herim.

Ya pêşî: Ev civîn di nivîskariya min de ya pêşî bû ko ez bi kitêbeke xwe derdiketim pêşberî civatekê, loma jî ji bo min civîneke dîrokî bû.

Civînên bi vî rengî çi qasî zêdetir bên lidarxistin dê kutura minaqaşeyên li ser edebiyatê zêterir bibe, loma jî aktîfbûyina KNKS û Kitêbxaneya Kurdî giring e.

Teva ko modetarorên civînan ne rexnegir bûn jî ji ber tunebûna wan, ew mecbûr man ko wê wazîfeyê bikin (Teva ko rexneyên negatîf nehatin kirin jî) û bi çalekiyên bi vî rengî dikare rê li ber pêdebûna rexnegiran jî veke. Helbet ev civîn, ne civîneke kirîtîkên kitêban bû, civîneke danasînê bû, lê sînorê wê piçekî tevlihev bû, ew jî normal e.

Beşdarbûyina mirovên wek Kemal Burkay xwedîtecrube û temenmezin, maneya sewiyeya civînên bi vî rengî watedartir dike ko ew jî li wir bû.

Webbmasterê me, xortê ciwan, Jîndar jî li civînê bi heyecan bû û wî mizgînî da me ko malpera komeleyê amade bûye. Sipas ji bo wî jî ko kedeke mezin da avakirina malpera Komeleya Nivîskaran û vê gavê jî ew li ber qedandinê ye.

Haa, min dikira ji bîr bikiraya; ez ji bo bûketa çîçekan sipasiyekê ji (seroka FKKSyê) Şermîn xanimê re jî dişînim.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-02-09
Xwendin: 2009
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em bibijin ko… (2009-06-09)
Çîrokên Enwer Karahanî li Stenbolê hatin şîrove kirin (2009-04-06)
Li Stockholmê roja danasîna kitêban (2009-02-01)
Rohat Alakomî di TRT 6ê de qala welatê kurdan û Ziya Gokalpî kir (2009-01-28)
Doktor Emîn: Şerê cîhanê ji ber sîr, pîvaz û tirpan şeş salan domand (2009-01-28)
Patrick Swayze: Li vê dinyayê du salên min mane (2009-01-09)
Bihêlin kî dixwaze bi kurdî bipeyive bila bipeyive! (2009-01-09)
Şivan Perwer derket TRT 1ê û sinyala vegera Tirkiyeyê da (2009-01-08)
Seroka FKKSyê Şermîn Bozarslan: TRT 6 gaveke pozîtîv e (2009-01-08)
Êdî bes e (2008-11-24)
Silêman Demir bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ya li Swêdê (2008-10-19)
Piştgiriya Rojînê (2008-10-05)
Dêrikê û dêrikiyan ev heq nekiriye (2008-09-15)
32 sal berê Edîp Karahan hebû (2008-05-15)
Li Stockholmê çarşemeke fetisokî (2008-05-08)
Ev zilam avis e (2008-03-26)
Gulistan û Şivan li hev vegeriyan (2008-03-20)
Kevokên agirî (2008-03-19)
[têbinî] Ma em ji Osman Ocalanî re bilîrînin? (2008-02-27)
Di hunera kurdî de jineke jibîrkirî: Elmasxan (2008-02-24)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org